Direkt zum Inhalt

Kurd û Ma?kanêya Hilbijartina Serkomariyê ( iran )

Em di çaxekê de ber bi gera 9’mîn a Serkomariyê di Îranê de diçin ku guhartinên cîhanî û bi tayebetî demokratîzekirina Rojhilata Navîn pêvajoyeke bileztir bi xwe ve girtiye. Hikûmetên dîktator û dijî gelî yek li dû yek têne herifandin û di cihê wan de hikûmetên demokratîk û gelî tên avakirin. Herwiha bandora wan guhartinane û nerazîbûna gelên Îranê ji Komara Îslamî, zext û giva?ên navneteweyî bo ser Îranê seba binpêkirina mafê mirovan, pi?tevanîkirin ji hêzên terorîstî, berhemanîna çekên Etomî û hwd… bi tevayî rewatî û rûçikê biyom yê Komara Îslamî biriye jêr pirsyarê û rejîm ber bi qederekî re? û nediyar ve diçe.

Lewra her du baskên qorixçî û bi nav guhartinxwaz yên rejîmê bo xwe derbas kirin ji vê kirîza ku di astên derveyî, herêmî û hundir de berengarî vê rejîmê bûye, ji metodên cur be cur bo pi?ikdarî kirina xelkê di hilbijartinên Serkomariyê de bi mebesta rewatî dan bi desthilata dijî gelî û totalîtêr a xwe mifahê werdigirin.

Rejîm û bi taybetî baskê bi nav guhartinxwez û hin kirêgirtiyên wan yên mîna Remezanzade û… pi?tî derbasbûna 26 sal bi ser temenê tejî zulm-zor û dijî gelî yê vê rejîmê û siyaseta asimîle kirina vê derheq bi netewên ne Fars û bi tayebtî neteweya Kurd, bi anîne rojeva komek bernamên xapêner û fantazîkî, ku yek ji wan pirsa neteweyî ye, dixwazin careke din bi qewl û sozên derewîn yên xwe bi ducarkî kirina sinaryoya 2’ê Cuzerdana 1376’ê, gelên Îranê û bi taybetî gelê Kurd bi merema qahîm kirina xîmê desthilata nedemokratîk û dijî gelî a xwe bixapînin.

Gelê Kurd bi be?darîkirin yan nekirina xwe di hilbijartinên berê yên rejîmê de, kariye rolekî erênî û berçav di rêvebirina wan ma?kanêyên rejîmê de bilîze. Lewra baskê bi nav guhartinxwaz pi?tî ceribandina 8 sal destthilatdarî û bi encam negihî?tina pêvajoya reformxwaziyê di Îranê de, careke din hewara xwe bo xelkê Kurdistanê anîne û bi baskirina mafê kêmaniyên netewî-olî û zeq kirina xwestek û daxwazên neteweyî di çarçoveya yasaya bingehîn de, hewla haydana xelkê Kurdistanê bo be?darîkirin di hilbijartinan de didin.

Lê gelê Kurd serbarê ceribandina hemû cure rêçereyekî demokratîk û medenî, herwiha pi?ikdarîkirin di hilbijartinên 25 salên derbasbûyî de, hetanî niha tu destkevtekî siyasî, civakî û çandî bo Kurdan nebûye û Kurd hertim ji pi?ikdarîkirin di desthilata siyasî de hatiye dûrxistin.

Bi dirêjahiya dîroka Îranê çi Kurdek hetanî niha ne tenê nekariye posta Serkomariyê bidestve bîne, belkî di çi yek ji postên bilind yên dewletî de jî nehatine cîgir kirin. Eva di çaxekê de ye ku gotina Kurd ji her Îraniyekê Îranîtir e, bûye benû?tê dewê hemû Îraniyekê. Di rastî de Kurdan tu car nekarîne di desthilata siyasî de pi?ikdariyê bikin, ji ber ku desthilata navendî hergav alavek bo çewsandin û asimîle kirina wan bûye, Kurd di her du sîstemên Pa?atî û Îslamî de hertim hatine tepeser kirin û bi welatiyên derece 3’ê hatine hesibandin.

Kurdistan pi?tî 26 sal deshilatdariya Komara Îslamî niha jî bi herêmeke milîtarîtêr tê mêze kirin. Bi sedan zîndaniyên siyasî û neyarên rejîmê di girtîgehan de ne. Hejarî û bê?olî û… tevahiya herêmên Kurdakincî bi xwe ve girtiye. Belavbûna narkotîkê bi awayên sîstematîk didome, bi hezaran Kurd tû?î qeyrana kê?andina mewadên bêhi?ker bûne. Teror, ku?tin û girtina xebatkarên Kurd dirêjî heye. Teko?îna azadîxwazane ya hêzên siyasî û bi taybetî hêzên azadîxwaz yên Kurd hatiye qedexe kirin. Bi hezaran Kurdên Îranî koçberî welatên biyanî bûne. Hetanî niha jî Kurd ji mafê xwandin û nivîsîn bi zimanê daîkê hatine bêpar kirin. Kurd heta di rêvebirina herêmên xwe de jî tu rol û desthilatek çininin. Her di bingeh de îtiraf bi hebûn û nasnameya netewa Kurd wek neteweyekî xwedî dîrok û ?aristaniyet nehatiye kirin û….

Bi berçav girtina wan rastiyên jorîn û gelek yên din gelê Kurd li Kurdistana Îranê, niha jî bi wîst û xwastikên herî destpêkî yên xwe negihî?tiye. Ewa di demekê de ye ku rejîm bi taktîkên xapêner û çewt yên xwe daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku pi?ikdariyê di ma?kanêya hilbijartina Serkomariyê de bikin.

Komara Îslamî ji birêvebirina 25 car ma?kanêya hilbijartinên Serkomarî, Meclisa ?êwra Îslamî, ?êwra Îslamî a Gund û Bajaran û… hertim li dengê Kurdan bo rewatî dan bi desthilata xwe mifah wergirtiye. Lewra Kurdan ceribandinekî tal derheq bi rêveçûna hilbijartinan di Îranê de heye, Kurd hergav di hilbijartinan de wekî dengdêrekê hatiye mêze kirin, ne mîna kesek ku mafê xwe berbijêrkirin bo postên bilind hebe. Li gor qanûna bingehîn a Komara Îslamî tu Kurdek mafê xwe berbijêr kirin bo posta Serkomariyê nine. Belkî gelên Îranê û yek ji wan gelê Kurd dibe dengê xwe bi wî berbijêrî bide ku ji navendê ve bo wan tê diyarî kirin. Eva di çaxekê de ye ku kesên hetanî niha ji balûna Wilayeta Feqîh û ?êwra Nobedar ve bo posta Serkomariyê hatine berbijêr kirin, hilgirê tu bername û piroseyekî neteweyî û xizmetkirinê nebûne. Ji ber ku armanca wan ya bingehîn tenê parastina deshilata ne demokratîk ya rejîmê ye û ne ti?tek din.

Bo hilbijartina vê care jî guhartinxwazên Kurd yên ser bi dewleta Xatemî bi anîna hin bernameyên xapêner û fantazîkî bi mebesta girentî sitandin ji berbijêran bo çareseriya pirsa netewî li jêr qanûna bingehîn a Komara Îslamî de, dixwazin xelkê Kurdistanê bikê?ine ser sindoqên dengdanê. Lê gelê Kurd bi ceribandina 8 sal desthilatdariya baskê bi nav guhartinxwaz û soz û derewên Xatemî carek din nahêne xapandin. Ev gele ba? dizane ku pirsa netewî di Îranê de û li jêr yasayek ku dûr ji hemû pirensîpeke demokratîk û bingehên demokrasiyê û mafê mirovan ve bi ser xelkê de hatibe sepandin, nahête çareser kirin. Herwiha divê Kurdên bi nav guhartinxwaz û Xatemiyê serokê wan jî ba? bizanin ku, kesek ku pê?tir ji aliyê dezgeha Wilayeta Feqîh û ?êwra Nobedar ve hatibe hilbijartin nikare bi nûnerê rastîn yê gelên Îranê û bi taybetî gelê Kurd bê hesibandin.

Bi berçav giritina wan rastiyên jorîn ev pirse tê hole ku gelo kesek ku pê?tir ji aliyê dezgehên rejîmê ve li gor wan pê?mercane: bi regez Îranî-Fars be, ser bi ola (?îe) fermî a welêt be, mirovekî olî û xwedê tirs be û bi tevahî bawerî bi bingeh û pêkhateya Komara Îslamî hebe, hatibe berbijêr kirin, li gor çi pirensîbekî demokratîk bi nûnerê gelê Kurd tê hesibandin?

Rejîm û bi taybetî baskê bi nav guhartinxwaz divê ba? bizanin ku rew? û zirûfa siyasî a Kurdistanê hatiye guhartin, astê zanyariya siyasî û hi?yariya netewî a xelkê Kurdistanê jêhel çûye, xelkê Kurdistanê êdî carek din bi wan taktîkên we yên dijî gelî nahêne xapandin, ev gele bi baykot kirina hilbijartina vê care jî dê bide selimandin ku êdî hazir nine li jêr sîstemekî dijî gelî û dûr ji her terze mafekî netewî û mirovî yên xwe wekî welatiyekî derece 3’ê bihête perçiqandin.

Rêveçûna hilbijartinekî azad û demokratîk di welatê me de girêdayî bi ji nav çûna tevahiya pêkhateya Komara Îslamî û avakirina sîstemekî demokratîk û federal e ku têde mafê tev netewên Îranê bihête misoger kirin û hemû pêkhateyên Îranê di rêvebirina desthilata siyasî a welêt de xwediyê mafên wekhev bin.

Ji Rojnama Agirí Wesana PDK-iran Hatiye wergirtin

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.