Direkt zum Inhalt

Daxwuyanîya, PKÊ a Platforma Kurdên li Ewrupa Tîrmah 2005

ARMANC Û PRENSÎBÊN PLATFORMA KURDÊN LI EWRÛPAYÊ PKE-PLATFORM ê

Welatê me Kurdistan bi sedan sal e ku hatîye dabeşkirin û dagîrkirin. Di serê sedsala 20. li Rojhilata Navîn gelek dewletên serbixwe hatine damezrandin lê dagirkeran pêşî li pêşveçûna Kurdistanê girtin û nehiştin ku gelê kurd bigihêje azadîya xwe.

Milletê Kurd, yek ji miletên herî kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû milletan mafê milletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayin bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî, îdareya welatê xwe bi destê xwe bi rê ve bibe.

Milletê Kurd tu caran nîrê bindestîyê û siyaseta teslîmbûn û kedîkirinê qebûl nekirîye û îro jî qebûl nake. Heta miletê Kurd, mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexîne, li Rojhilata Navîn aşitî û aramî pêk nayê. Ji bo bidestxistina wan mafên rewa dê gelê kurd têkoşîn û xebata xwe bidomîne.

Dagirkerên Kurdistanê bi sîyaseta xwe ya nîjadperest û qirkirinê nikarin bi ser kevin. Çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê di qebûlkirina mafên miletê Kurd yên Neteweyî û demokratîk de ye. PKE-PLATFORM ji bo bidestxistina van mafan têdikoşe.

Armanc û Prensibên Platforma Kurdên Ewrupayê – PLATFORM

• PKE – PLATFORM, li Ewrûpa hatîye damezrandin û qada xebata Platformê, Ewrûpa ye. Ji bo piştgiriya doza kurd li Kurdistanê, ji bo nasandina pirsa kurd li Ewrûpa û ji bo çareserkirina pirsên civakî yên kurdan li welatên Ewrûpayê kar dike.

• PKE – PLATFORM, ji sê beşên civaka kurd li Ewrûpa pêk tê;

a ) PNK-BAKÛR (Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakûr),
b ) ÎKE– ÎSÎYATÎF (Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa),
c ) DEM-KURD (Koordînasyona Demokratîk a Kurdên Ewrupa).

• PKE – PLATFORM, bidestxistin û garantîya azadî û mafên neteweyî û demokratîk, di afirandina yekîtîya hemû hêz, sazî û îradeya siyasî ya kurdan ya hevbeş de dibîne.

• PKE – PLATFORM, beşek ji tekoşîna rizgarîya neteweyîya Kurdistanê ye ku, ji bo xurtkirin û bipêşxistina vê xebatê kar dike.

• PKE – PLATFORM, destxistinên kurdan yên neteweyî û demokratîkî yên li her beşên Kurdistanê wek destxistinên xwe dizane û diparêze.

• PKE – PLATFORM, ji bo ku di civata kurd de aşitî û pîvanên bingehîn yên demokrasîyê bi cîh bibe, dixebite.

• PKE – PLATFORM, ji bo pirsa kurd û naskirina statuya Kurdistanê di rojeva dezgehên navneteweyî de, wekYekitîya Ewrûpa(YE), Rêxistina Ewleyî û Hevkarîya Ewrûpayê (REHE) û Yekîtîya Neteweyan(YN) cih bigire dixebite û ji bo temsilkirinê teref e.

• PKE – PATFORM ji bo ku, kurdên li Ewrûpayê bikaribin bi nasnameya xwe ya kurdî di civatên Ewrûpayê da bêne naskirin û herweha ji bo destxistin û parastina mafên ziman û çanda kurd dixebite.

Bicîhanîna armancên PKE – PLATFORM :

• PKE – PLATFORM, ji bo berfirehkirina xebata xwe bi rêxistinên siyasî, civakî, kulturî û hewildanên bi vî rengî yên Kurdistanê û biyanîyan re têkilîyan datîne.

• PKE – PLATFORM, ji bo avakirina dezgehên agahdarî û ragihandinê (Radyo, tv, rojname, malper ûhw) dixebite, piştgirî û alîkarîya hewildanên di vî warî de dike.

• PKE – PLATFORM bi darxistina Semîner, konferans, meş, xwepêşandan, bi weşana peyam, belavok û bi xebat û rêyên diplomasî ve têdikoşe ku bigihêje armancên xwe.

Destûra Platforma Kurdên Ewrupayê – PLATFORM ya navxweyî :

1. PKE – PLATFORM, rêxistinek neteweyî, demokratîk û serbixwe ye.

2. Komîteya Giştî ya PKE – PLATFORM, ji 9 kesan pêk tê: 3 ji PNK-Bakur, 3 ji ÎKE û 3 ji DEM-KURD. Li gor pêwîstîyan ev hejmar tên guhertin.

3. Di nav Komîteya Giştî(KG) de sê(3) kes ji bo Komîteya Birêvebir(KB) têne destnîşankirin û Komîteya Birêvebir ji berdevkê PNK-B, ÎKE û DEM-KURD ê pêk tê. Berdevkê her beşê civakê ji beşa xwe berpirsîyare û di têkilîyan de beşên xwe temsîl dikin. Li paş civînên giştî her sê(3) berdevk, planên xwe yên kar ku di civînên giştîde hatîne pejirandin pêşkêşî Komîteya Giştî dikin.

4. Komîteya Birêvebir (KB) dabeşkirina kar li nav xwe da dike û di nav Komîteya Birêvebir da Berdevk, Sekreter û Berpirsê/a Aborî ji bo salekê têne dîyarkirin.

5. Komîta Birêvebir, di kar û barên rojane yên PKE-PLATFORM ê de desthilatdare.

6. Komîteya Giştî bi kêmasî salê du car tê ba hev û li gor pêdivîstîyan, civînên elektronîkî pêk tîne. Berdevkê PKE ê, bi kêmasî heftêyekê berîya civînê Rojêv û pêşniyaran ji KG re dişîne. Du kes protokol digrin û berîya ku civîn biqede divê civînên pêş bêne tesbît kirin. Programa civînan her tim li pey civîna yekemîn de bête tesbît kirin. Civînên awerte li ser daxwaza Komîteya Birêvebir an jî li ser daxwaza piranîya endamên KG pêk tê.

7. Komîteya Giştî di kare nav xwe de li welatên Ewrûpa dikare Komiteyên Kar pêk bîne.

8. Rêxistinên ku PLATFORM ê pêk tînin kar û barên xwe yên rojane da serbixwe ne. PLATFORM girîngîyeke teybetî dide xebatên hevbeş.

9. Biryar di Komîteya Giştî ya PLATFORM ê de li ser metodê îknayê têne girtin. Ger rêxistinek an jî beşek civatê ligel biryarên giştî nebe, wê gavê di çalakî û vê xebatê de cîh nagre, navê wê rêxistinê an jî wî beşê civakê di plakat, belavok û hwd. da nayê nivîsandin.

10. Ji bo çareserkirina pirsgirêka aborî fonek tê damezrandin. PNK-B : 600, FKKS : 600, KOMKAR : 600, XOYBÛN : 300, ÎKE : 200 komeleyên din 100 euro heqê endametîya xwe ya salane didin PKE ê. Heqê endametî divê her sal berîya meha Gulanê bête dayin. Yên ku endametîya xwe nedane, nikarin di kongreyê de xwedî deng bin. Ew tenê wek endam dimînin.

11. PKE-Platform, Di nav xwe de her sal berîya meha Gulanê kongreya xwe pêk tînin. Destûra xwe ji bo beşa xwe tanzîm dikin û li gor vê destûrê karê xwe dimeşînin.

04.06-2005

Stockholm

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.