Direkt zum Inhalt

Nexwashîya Hezaran Salan

Kamuran Melikendi
[email protected]

Li Bakurê Kurdistanê rojeva me di hemû waran de xetimîye... Gellek sedemên vê yekê hene..

Ez dikarim di vê kurte gotarê de cend ji van sedeman destnîshan bikim.. Lê gotar dirêj dibe... Ji ber vê yekê jî ez ê tenê li ser sedemên navxweyî rawestim..

Wê dema em bala xwe didin sedemên navxweyî, em dibînin ku ew dewra serekî di vê rewshê de dilîzin...

Pishtî cendîn sal sherê cekdarî, PKKê dikaribû hemû hêz û tevgerên nishtîmanî li Bakurê Kurdistanê bêhêz û tasfîye bike... Vê partîyê wisa kir ku jibilî wê tu hêzek û tevgerek bi awayekî ciddî di gorepana xebatê de nehîsht.. Ev rastîyeke dîrokî ye... Lê, ev nayê wê manayê ku kes ji bilî wê nema.... Na... hezaran kadroyên sîyasî ên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê bi rêkxistî û ne rêkxistî refuz kirin û necûn li nav rêzên partîya navbirî.. Sed heyf û mixabin van kadro û partî û rêkxistînan nikaribûn bedilek an alternatîfek sazbikirina û bibûyana hêzek daxwazkirî....

Ji bo vê yekê jî gellek sedem hebûn.. Pîshî shikestina tevgera kurdî, di nav rêzên partî û rêkxistinên Kurdistanê de gellek alozî û bêbawerî peyda bû... Kodroyên sîyasî dixwastin careserîyekê bibînin... Lê, hêz, îmkan û kadroyên pêwîst tunebûn.. Ji ber vê yekê jî di nav hemû tevgeran de girûgirif peydabûn û kadroyan sherê hevdu kirin.. Sedemên lawazbûna rêkxistinan, cewap nedana pêvajokê bi awayêkî objektîf nedihat shîrovekirin... Bi rêya û careya here asan ew bû ku, kadroyên kevn an kadroyên komîteyên navendî ji bo vê yekê weke tawanbar û berpirs nîshandan bû... Wisa bawerdikirin ku, heke kadroyên nemînin her tish wekî berê dibe, tevgerên Kurd dîsa hêz dibin û partîyên Kurdistanê dîsan wekî berê di gorepana xebatê de cih xwe digirin.... Van bîr û bawerîyên cewt, subjektîf û bê bingehên zanstî jî dewrek gellek xirap lîst.... Hezaran kadro kir dujminên hevdu, hezaran Kurd di mala xwe de rûnisht.... Hinek kadroyan jî pishtgirîya PKKê kir û sherê hewalên xwe berê kir..

Wisa bû ku, heval û dost û hogirên berê, bûn dujmin û neyarên hevdu.. Gellek însanên me dikaribûn beramberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng bimînin, lê nikaribûn beranberî picûktirîn cewtîyên hevalên xwe ên kevn bêdeng bimînin...
Ew heval û kadroyên waz ji partî û rêkxistinên anîn, hertim hewl dan têkxistînên xwe ên berê birûxînin û dixwastin ew nemînin... Rêkxistin û partîyên me jî beramberî vê yekê gellek bêdeng neman... Wan jî hewl dan ew kesên ku, ji wan qetîyane di meydana sîyasî de nemînin..
Bi kurt û kurmancî me wisa kir ku, zemînê xebata hevbesh nema.....

Ev tishta hanê nexwashîya netewa Kurd a hezar salan e... Heke em ji bo vê yekê dermanekî û careserîyekê nebînin, ev her berdewam dibe... Pêwîstîya me ashitîyek nawxweyî heye..., brayetîya Kurdan heye..

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.