Direkt zum Inhalt

ROJEK Û DU BI BÎRANÎN

Îro, 24‘ê meha Nîsanê ye....

Îro, roja ji bîranîna komkujîya Ermenîyan e.... Hemû dinya li ser karesata ku ji alîyê Tirkên xwînrêj, Kurdkuj û Ermenkuj radiweste.....

Tirkên xwînrêj, dîsan hewl didin xwe diparêzin û Ermenîyan wekî „tawanbar“, „xwefirosh“ û „nokerên dagirkeren“ nîshan didin....

Ev nod salin hêj di ser Tirkan de qet tu guherîn nehate holê.... Ew wekî berê man e û hewl didin ew karên ku „Yekîtî û Pêshketin“ê nedikaribû cihbicih bike, temam bikin....

Do, Enver, Talat û Cemal Pashayên van hebûn, îro jî Özkök û Bashbuxên wan hene...

Tirk wekî cînarê wan ê kevn ango Cinîyan behsdikin Tirk mane....

Bi kurt û kurmancî wekî seyên har in....

Îro Ermenî û dostên wan dimeshin..... tirs ketîye dilê Tirkan....

Sibê ciwanên Kurdan û Ashurî û Ruman jî li gel dosyayê komkujîya gelên xwe dê derbikevin li ser kolanan....

Her kevir, her xanî her cîya û desht û zozanên van welatanan dê li ser tawanên Tirkan û kiryarên wan biaxivin...

Ji ber vê yekê ye Tirk ji tirsê diricifin..... wekî gurên har êrîshan dibin li ser der û dorên xwe.....

Ew roj jî tê....
Tirk derdikevin li pêsh dadgeha dîrokê, hesaba tawanên xwe didin...

Bê vê yekê, bê ku tabu neyên shikandin, qet li Tirkîyê tishtekî rêk û pêk nayê rojevê.....

Ên ku min bawer nakin , bila bala xwe bidin rojeva Tirkan û axivtinên karbidestên wan....

ÎRO ROJA KARESAT Û BOMBEBARANKIRINA QELADIZÊ YE...

24‘ê Nîsana sala 1974‘an rejîma Beh’s a xwînrêj bi firokên xwe ve bajarê Qeladizê bombebaran kir..... Di vê êrishê de rejîma Beh’s dijî gelê tekosher û xweragirê Qeladizê cekên napalm karanî û di encama vê êrishê de 138 Kurdên welatparêz û Kurdêvîn shehîd ketin û 200 kes jî birîndar bûn....

Dîsan 24‘ê Nîsana sala 1982, gelê welatparêzê Qeladizê xwepîshandanek ashitîyane darxist ji bo ji bîranîna bombebaran û karesata Qeladizê.... Lê xwepîshander dîsa bûn hedefa êrishên Beh’sîyan.... 2 jinên Kurd ( Dayîka Emîne û Xushka Sinewber) shehîd bûn.... 11 kes birîndar bûn û 60 xwendevan hatin girtin...

Bîst û carê Nîsanê roja komkujîyê û napalmbaranê ye.... Roja bi bîranîna shehîdan e.....

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.