Direkt zum Inhalt

Kurdên dûrxistî yên Qezwîna Îranê

Kêm Kurd hene ku nezanin hejmarek ji hevnijadên wan li bajarê Qezwînê dijîn. Lê çima û ji ber çi sedemekêş Eva jî pirsyareke ku ji bo her kesekê tê holê ku çima Kurd ku rûniştvanên wî bajar û deverê ninin, li wir dijîn û çi demekê bo wir hatine dûrxistin?
Kurd li serdemê şa Ebasê Sefewî de bi sedemên cur be cur ji şûn û warê bab û kalên xwe bi wê deverê sirgûn bûne. Wekî parêzvanî ji sinûran û…, lê sedema wê ya bingehîn parêzvanî ji Paytexta Sefewiyan bû. Çimkî di destpêkê de Qezvîn Paytexta Sefewiyan bû. Ew tayîfe û eşîrên Kurd ku li Qezwînê akincî ne pêk tên ji: Bacilan, Bihatoyî, Cinikî, Paylî, Celîlvend, Reşvend, Xiyasvend, Kakavend, ku piraniya wan li bajarê Qezwînê niştecih in û di nava wan de nifûsa Cienikî û Xiyasvend ji hemû tayîfên dinê zaftir in. Eşîreya Cenkî di gundên "Êqbal, Qaqzan û Tarmê " de akincî ne û hin yên din jî li nav bajarê Qezwînê belav bûne.

Eşîra Mafî jî li devera "şaryat û Miyankoh "ê dijîn û bi salan e ku ji ajeldariyê dest hilgirtine û bi karê çandiniyê mijûl in. Tayîfeyeke din ya mezin ji Kurdên Qezwînê ku bi qasê 1000 malbata ne, tayîfa Kakavend e. Ev eşîre di 10 gundan de belav bûne û di sala 1509 'ê Zayînî de ji aliyê "Heratê " ve hatin sirgûn kirin û parek ji wan bo Qoçanê (Bakura Xorasanê) û para din jî ji bo Qezwînê hatin dûrxistin. Hêjayî gotinê ye ku eşîreya Kakevend tim pêrewî ji mesebê "Elîyulahî " dikin. Kurdên Qezwînê xwedî çandeke hişk a Kurdî ne û niha jî bi bihorîna çendîn sedsalan hêj bi Kurdî dipeyivin.

Piraniya Kurdên Qezwînê di mezintirîn cihê Qezwînê bi navê "Omerîha " de niştecih in û herwiha mezintirîn cihê kar û kasibiya wan cihek e bi navê Derwazeya Reştê ku hemû heftiyekê di rojên çarşemî de, Kurdên wir dora hev kom dibin û bi karê kirîn û firotinê mijûl dibin. Hejmara gundên Kurd akincî li Qezwînê 98 gund in. Xincî "Sultanabad "ê ku bi qasê 500 malbata ye, yên din 150 hetanî 200 malbatan e. Zêdebarê wê jî li bajarê Qezwînê bi xwe de bi qasî 2500 malbatên Kurd hene. Kurdên akincî li gundan bi karê ajeldariyê mijûl in. havînan bo deverên sar û zistanan jî ji bo deverên gerim koç dikin. War û zozanên wan li deverên Geliyê Rihan (Rêyhan derê) û çiyayên "Mela Sore û Çişme kere " ne û qişlaqa wan jî li "Orgîn Moelim Xanî ", "Qiratîkan ", "Paçinar ", "Macin dere " û hidûdê "Xagîz Tarm " û derdora rûbarê "şahrûdê " ne. Herwiha zozanên din yên wan di "Fişal " û "Tulumbê ser " li 12 kîlometriya "Totçal " û "Soxte Çinar "ê ne.

Parek ji Kurdên akincî li gundên wir jî bi karê çandin û baxevaniyê mijûl in ku 55 ji sedê ya mewadên lebenî yên bajarê Qezwînê çê dikin. Kurdên dûrxistî bo Qezwînê bi bihorîna dem û dûr bûn ji hevzimanên xwe niha jî çanda xwe ji bîr nekirine û di her rê û resm û şîn û şahiyên xwe de bi zimanê Kurdî hesta xwe didin eyanê û piraniya govendên folklorî yên Kurdî bi başî dizanin ku zaf ji ew şahî, dawet û govendane jî ji aliyê Kurdên akincî li Kurdistanê hatine ji bîr kirin. Piraniya wan govendane jî sembol û nîşana çand û kultura dewlemend a Kurdî ne û eyankerê serkevtin û keyfxweşiya bav û kalên me di dema derbasbûyî de bûne.

Zêdebrê dûrxistina Kurdan di sala 1509 'an de careke din jî Kurd di sala 1310 'ê Rojî de ji aliyê Rizaxan bi sedema wê ku seh bi tirs û xofê ji şoreşa Kurdên Turkiyê dikir, nêzîk bi 220 malbatên Kurdan li devera Agirî (Araratê) bo Qezwînê dûrxistin. Lê di encamê de piştî Xermanana sala 1320 "an û aloziya rewşa hundur ya Îranê piraniya wan eşîran hilatin û bo şûn û warên xwe vegeriyan ku pêkhatibûn ji: Qendkanî, Heyderî, Sakî, Qizilbaş, Merdkanlû, Hekanî, Belxekî, Xelecî, Şêxî, Zîlanî, Hesenî, Keşkolî, Milçekî, Mîlanî.

Kurdên akincî li Qezwînê nasnameya xwe bi başî parastine.
Kurdên Qezwînê û nifşa wê ya ciwan bi başî ji rewş û çarenivîsa neteweya xwe haydar in. Rewşek ku deshilatdarên zalim û zordar ji ber netirsî, egîdî û çelengiya wan bi ser de sepandine. Ewan niha jî nasname û şûnasa neteweyî ya xwe parastine û bi bihorîna çend sedsalan niha jî navên Kurdî li ser zarokên xwe didanên, ciwanên wan jî ji bo navkirina tîpên werzişî yên xwe navê Kurdî hildibijêrin. Serbarê wê ku piraniya wan niha jî Kurdistan nedîtine, lê mêzeyî bername û pirogramên Televîzyonên esmanî yên Kurdî dikin.

Her çiqas mahware di Îranê de li jêr ferman û yasaya rejîma kevneperwer a Komara Îslamî de qedexe ye, lê piraniya malbatan tenê ji ber mêze kirin bi pirogram û bernameyên Kurdî mahwareyê dikirin û bûyerên dever, cîhanê û bi taybetî Kurdistanê bi hûrî kontirol dikin û bi dujminên neteweya me dayîne eyanê ku ew jî Kurd in û bi hinceta girtina Ebdulah Ocelan bi xwenîşandana bi hezaran kesî a xwe li bajarê Qezwînê û li hemberî Bîroya Rêxistina Navneteweyî (UN) dane eyanê ku di her cihek li Îranê de bin Kurd in û Kurd bûn û nasnameya xwe jî ji bîr nekirine û di parastin û berevanî kirin ji mafên neteweya xwe û xebat ji bo gihîştin bi armancên xwe de hemû cehdekê dê bikin.

Herwiha di roja pesend kirina Federalîzmê ji bo Kurdistana Îraqê ku çi car gelên din yên Qezwînê û rejîma Îranê vê rojê ji bîr nakin ku çawa Kurdan di wê şevê li bajar û gundên Qezwînê de keyfxweşiya xwe xuya kirin û cejn digirtin û rondikên keyfxweşiyê ji bo niştimanekê ku çendîn sal e par par bûye, dirêtin. Aşkira ye ku dilşadiya Kurdên Qezwînê dûr ji her meseleyeke partî yan û girûpan ne, tenê ji ber yek tişt dixebitin, ew jî eva ku bi rejîma kevnarperwer a Îranê û neyarên neteweya me bidin selimandin ku ew jî Kurd in û di hizr û yada gelê Kurd, niştiman û welatê bab û kalên xwe Kurdistanê ne.

copyright www.kurdistanmedia.com 2005

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.