Direkt zum Inhalt

PÎROZBAYÎ

Ji Bo Birêz Mam Celal, Serekkomara Êraq a Federal,

Me, wekî hemû gelê Kurdistanê hilbijartina we ji bo posta serekkomarîya Êraqê bihîst û em pê gellek kêfxwesh bûn.....

Hilbijartina we ji bo vê posta sîyade, destkefteke dîrokîye ji bo hemû Kurdên welatevîn û dilsozên welêt. Ji ber ku di dîrokê de ev cara yekemîn e, Kurdek bi nasnameya xwe a Kurd ve dikare bi avayekî demokratîk bibe serekkomar.... Hilbijartina we ji bo vê postê li Rojhilata Navîn jî taybetmendîyek xwe heye. Ji ber ku, hûn yekemîn serekkomar in bi awayekî demokratîk hatin hilbijartin.. Ew welat û paytextên ku,Kurdistana me a shêrîn di navbera xwe de dabeshkirine, hertim wekî navendên tefir û tunekirina Kurdan karkirin.. Îro ev tirs nemaye.. Nûnerên rasteqîn ên gelê Kurd di postên sîyade ên vî welatî de cih digirin û rênadin dek û dolavên navnetewî û navceyî...

Di dawîyê de ,bi sedema hilbijartina we ji bo vê postê, em bi dil û can pîrozbayîya we û gelê Kurdistanê dikin û serkeftina we dixwazin...

Ligel rêz û silavên me, ên germ û shorshger....

Partîya Shoresh KAWA
Komîteya Navendî
06.04.2005

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.