Direkt zum Inhalt

Atatirk Gilî û Gazinan Dike

Em Kurdên Bakur virde davêjin, wêde davêjin, dikin nakin, nikanin xwe ji Atatirk xelas bikin. Em di derî re davêjin, di pacê re tê, di pacê re davêjin di derî re tê. Ger ew neyê, an jî Tirk wî nehînin û di çavê me ranekin jî, te hew dît yek ji me rabû û li derf û zirna wî xist. Ev çend sal e jî Evdilla Ocalanê xwe serokê hemû Kurdan tayînkirî her hefte wî di mejîyê me radike. Ne em teslîmî vî Atatirkî bûn, ne jî wî dev ji me berda, li me bû mozqirtk û bi vinvin li dora serê me zîz dibe; carina dibe trajedî, carina dibe pêkenok, aha ji we re pêkenokek, dawîya heftê ye, bila hêrs û girî tunebe, çenek ken hebe:

Dibêjin rojekê Kurdek li cinetê aciz dibe, dibêje jiyan pir monoton e, herti?t xwe? û aram e li vir, qet heyecan çênabe, hela ka ez firar bikim, çavekî li cehenmê bigerînim, ka bê çi li wir heye.

Lê Zebenîyek wî li ber derî dibîne û bi qirikê digire, dibêje mafê te tuneye ku tu têkevî vir, cîhê te cinet e. Kurdê me dibêje, heyran qet nebe bihêle ez hema di derî re lê binêrim ka jiyan li wir çawa ye. Zebanî dibêje, ba? e, bila bibîne ku ?êkir bi cîhê xwe bike.

Kurdo serê xwe di derî radike, dibîne ku çar Kurd li Atatirk siwar bûne û bi qarmîçan lêdixin: ço û ço, yek ji bo Agirî, yek ji bo Amedê, yek ji bo Dêrsimê, gurm û gurm. Bang dike li wan, dibêje qurban hela destûrê bidin, ez pirsekê jê bikim; dibêjin de bike.

Kurdê me dibêje, Lo Kemalo Çav Kor o, ma qey dawîya cezayên te tucarî nayê, ewqas sal e ku tu cehimî yî, hê jî Kurd li vir li te didin. Kemalo dibêje, qet nebêje qet nepirse, ecêb bi serê min de hatiye; min deynê xwe yê zilma li Kurdan a dema ku ez sax bûm gi?t daye, îcar pêgirtîyên min dev ji wan bernadin û li gel zilmê min li wan ferz dikin, ew jî dîsa li vir ji min re dibe ceza û deynê min giran dibe; axir min debara wê jî dikir, lê ev çend sal in, Evdilayekî esil-Kurd derketiye, radibe û rûdine navê min li Kurdan zikir dike, vîya yekcar kir ku ev deyn êdî tucarî neqede.

Balo ew jî bihata vir û min jê re bigota, madem ku tu ji min ewqasî hez dikî, de were çend kutana jî tu ji dewsa min bixe, kafiro, bes e. Ez ne bavê we me, ez ne bavê we me…Ma tu ji min jî bêtir bûyî Kemalcî....

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.