Direkt zum Inhalt

NE TENÊ HELEBÇE

Ne tu tenê jí buyî Helebçe
Her der Kurdistanê bu Helebçe
Li Gelyê Zilan çil ü heft hezar
Bêseri on windane parçe parçe
Dersim ü Sason, Amed Quçgirî
Dest ü ling mane zincîr kelebçe
Tu kes nizane çi qas sehîdin
Tu car ev kul ji bira me naçe

Her der enfal dolen Qesaba ne
Cendek ber pêlên avên Zaba ne
Ser Dicle Firat Eres bîn qafo
Axe ji destê zalim xwînmija ne
Dehaqen Tirk ü Ecem ü Ereb
Dijmin xwîna neviyên Kawa ne
Sed ü he?tê hezar li Enfala
Kes nizan küdê li bin çalane

Bixwînin Diroka Kurdistanê
Quba çil keçan ser Gola wanê
Sed cî wek çîyayê Qender
Cudî Ararat Zegros Sipanê
Li bin erdê axên ü nali ne
Ji sumbê sora gulen jîyanê
Sêdarên Mahabat bîra me ne
Sohra Behdîne Bohta Barzan ê

Ser wa dinvîsim dile min kelî
Jhêstirên çavan tejî bun gelî
Heqî nemaye li darê dinê
Nizanim cem kî em bîkîn gilî
Dîroke efsana wa dinvîsim
Dê ji kula wa bimrime talî
Roja wa bîrtînim pî roz dîkim
Li ser wa silavên D?LP?T J?L? ()

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.