Direkt zum Inhalt

KÊ PIRTÛKÊN OLA ÊZIDÎYAN NIVÎSÎ Û BI KIJAN ZIMANÎ(1)

W: Aso Zagrosi
ZIMAN Û ELIFBAYÊ PIRTUKÊN OLA ÊZIDÎYAN
Li babet ayîn, dîn, dîyanet, xasîyet, jiyan û şerê Êzidîyan pêşberî dujminê xwe, gellek nivîsar, pirtûk û kovar hatine belavkirin. Mesele heta navê sed û pêncî pirtuk û nivîsarên Kurd di babet Êzidîyan de û bîblîografîya Kurdnasîyê de bi yeko-yek hatine nîşankirin(1). Mamosteyê birêz Şakir Fetah jî wek bîst û pênç navê pirtûk û nivîsarên li babet Êzidîyan di pirtûka xwe de ( Êzidîyekan û Ayînî Êzidî, Silêmanî, sala 1950) yeko-yek nivîsîye...

Di vê nivîsara xwe de, ez her bi tenê dixwazim derheqa nivîskar, ziman û Elifbayê pirtûkên ola Êzidîyan, ên ku çapkirî, çend qisan binivîsim.. Di dinyayê de eşkere ye, ku du pirtûkên ola Êzidîyên Kurd hene. Ew pirtûk evanin: Kitêba CÎLWE û MESTEFA REŞ....

Di babet van herdu pirtûkan de gellek nivîsar bi cure-cure zimanan hatine nivîsandinê.. Ew merivên ku di derheqa van pirtûkan de nivîsîne, hemû rojhilatnas in. Her yek ji wan bi fikrekê di derheqa babetê de nivîsîne.. Lê heta niha eşkere nebûye kê ev pirtûkana nivîsîye û kengê berê pêşîn ew bi çi zimanî hatine nivîsandinê?

Meram û mebesta min ew e, ku di vê nivîsarê de bi van pirsan ve mijul bibim û bersiva van pirsan bidim. Gellek lêgerok(lêkolîner) dinivîsin, ku di sedsala 11-12’an ango zemanê xaçperestîyê de pirtûkên dînê Êzidîyan, nivîsandina wan ne eşkereye. Mesele C. Lawkotka di pirtûka xwe a “Pêşketina Nivîsarê” de( Moskowa, sala1959 rupelên 134-135) dinivîse: “ Heta niha wextê nivîsandina vê heykelê li pitûkên ola Êzidîyan ne eyan e”. O. L. Wilcevski jî di dîsertasyona xwe a li ser “Tekstên Êzidî” de dinivîse, ku ew pirtûk di sedsala 17’an hatine nivîsandinê(2)Lê Mamoste Şakir Fettah jî bi gor gotinên merivên din dinivîse: “Nusrawe rasteqînekan nîn, renge sed û penca salêk le mew pêş nusrawbêtewe”(3). Belaam qet kesek ji wan lêgeranan meseleyekî bi îspat, gorin û fikira xwe nayine pêş û nîşan nake. Usa jî lêgerok îspat nakin, cara pêşîn ew pirtûk bi zimanê Erebî hatine nivîsandin an jî bi Kurdî..

Bi nivîsara Mamoste Şakir Fettah em pêdihesin, ku bi gotina zanayê ereb S. Dimlucî, ku: “ Nivîskarên pirtûkên ola Êzidîyan berê pêşîn yan Ereb bûn yan gawir bûn yan jî merivên rafizî bûn”.

Mamoste Şakir Fettah usan jî dinivîse, ku bi gotina Nurî Paşa: “Nivîskarên van pirtûkan Nesturî bûn”.. Lê, Şakir Fettah bi xwe fikra xwe safî nabêje û dinivîse: “ Katî danerîşyan yek nîye, danerîşyan her weha yek kes nîye”(4). Bi fikra min nivîskarê van pirtûkan ne Ereb, ne gawir, ne Nesturî û ne jî rafizî bûn.

Eger nivîskarên wan Ereb, Nestûrî, Gawir û rafizî bûyana, ji bo çi wan ew bi zimanê xwe nenivîsîn? Ji bo çi wan ew bi elifbayekî cuda nivîsîne? Ev pirsana ne eyan in. Usan jî ne eyane sebep çîye nivîskarên van pirtûkan ew bi elifbayê ne eyan û ne belav nivîsîne?

Hinek nivîskar dibêjin, ku tekstên ola Êzidîyan bi dizîne, nivîskarên wan bi tirsa xwe nikaribûn wan tekstan bi zimanê Kurdî û elifbayê Erebî binivîsyana. Bi fikra min ne wa ye. Em dizanin ku, di dîrokê de i nav sedsala 11-13 di welatên Rojhilata Nêzîk de gellek destnivîsar li dijî prensîpên ola musulmanîyê bi zimanê Erebî yan jî bi zimanê Farsî hatine nivîsandin. Usan jî eyane ku di nav wan sedsalan de cure-cure komên rafizan, serokên cure-cure komên mezheb û olan, bîr û bawerên xwe ên dînî bi zimanê Erebî nivîsîn. Bi fikra min nivîskarên pirtûkên ola Êzidîyan jî, karibûn ew tekstên ola Êzidîyan binivîsandana... Lakîn wana ewa nenivîsîne, bi zimanê Kurdî û elifbayê serbixwe û xwerû nivîsîne. Pirs jî tê kirinê: Ji bo çi nivîskarên wan pirtûkan ewa nivîsîne? Bersiva vê pirsê ev got û bêj e: Nivîskarên wan pirtûkan eslê xwe Kurd bûn. Ji ber vê yekê, wan xwastiye nivîsara xwe bi elifbayê serbixwe û xwerû binivîsin û bi vî cureyî bidin, milletê Kurd xwedanê ola serbixwe ye, xwedanê elifbayê xwerû ye.

Li vira pêwîst e bê gotin: Dibe berî nivîsandina van pirtûkan ev elifbaya hebûye? Dibe jî wextê nivîsandina wan pirtûkên ola Êzidîyan, nivîskaran bi xwe ew elifba pêkanîye? Em vê pirsê nizanin. Lê pêwîste em bêjin, ku nivîskarên wan ew bi elifbayekî xwerû û serbixwe nivîsîne nek ji tirsa xwe, nek ji ber wê yekê ku merivên musulman pênehesin û pey van negerin, wan negirin û ne kujin...

Sebep ne ev e. Sebep ew e ku, yan elifbayê Êzidî ji mêj ve hebû, an jî nivîskarên wan pirtûkan teze ew elifba pêkanîn û xwastin nîşan bidin, ku milletê Kurd xwedanê şaristanîya xwerû ye, xwedanê ola xwerû ye û xwedanê elifbayê xwerû ye....

Dinivîsin ku pirtûkên ola Êzidîyan bi destê merivên ne Kurd hatine nivîsandinê. Eger wisa be, çima di wan pirtûkan de kêmasî û şaşîyên ziman tûne ne. Bi fikra min her çende wan baş zimanê Kurdî zanibûyana, dîsan wan dê li têda şaşiyên rêzimanî binivîsîyana... Lê, bi nihêrîna min ez dibînim ku di tekstên Anastas Marie ên çapkirî de qet şaşiyek rêzimana zimanê Kurdî tune. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku nivîskarên pirtûkên ola Êzidîyan merivên Kurd bûn. Pêwîste dîsan bêjin ku Betnerê Îranzan, ê ku ev pirtûk wergerandîye li ser zimanê Frensî û Anastas Marie ku di derheqa dîtina wan de nivîsîye(5) û usan jî lêgerokên din bê şik dinivîsin, ku her du pirtûk bi destê merivên Kurd bi zimanê hatine nivîsandinê. Bi vê gotinê û li ser binaxa û binyata curê nivîsandî em dikarin bêjin, ku nivîskarê pirtûkên dînê Êzidîyan Kurd bûn. Ji bo ku vê pirsê zelal bikin, pêwîste em bi zimanê wan tekstan ve mijul bibin. ...........

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.