Direkt zum Inhalt

JI RAYA GISTÎ RA

PKE – PLATFORM Platforma Kurdên li Ewrûpayê
Di 25.02.2005 ê de beşdarêkî Konferansa Neteweyî ya ku PKE-Platform pêk anîbû, rûniştvanê Almanya birêz Hasan Huseyin Yıldırım li hidûdê Hollandayê ji alîyê Interpolê hate girtin.
Girtina Hasan Huseyin Yıldırım careka din dîyar kir ku ev kiryara, yek ji kiryarên berfireh yên Komara Tirkîyeyê ku li hemberî Rizgarîxwazên Kurdistanê ne.
Em ne tenê Komara Tirkîyeyê protesto dikin, herweha em bala Interpolê jî dikşînin ku ew li “biryarên ” nedemokratîk û nemirovî yên ku ji aliyê Tirkîyeyê ve hatine sitendin wek pîvan distînin û Kurdan bi navê ”tawanbarîyê ” digrin da ku wan teslîmî KT ê bikin.
Interpol divê rêz li Hiqûqa Navneteweyîyê bigre û divê ew yekser H.Huseyin Yıldırım
serbest berdin da ku ?nterpol ji kiryarên ku bi ser navê hiqûqê dike, rizgar bibe.

Em wek PKE-Platform, bangî hemû kurdên welatperwer dikin ku ew li hemberî van kiryarên Komara Tirkîyeyê rawestin û dozê bikin ku, kiryarên Interpolê yên nehiqûqî li hemberî kurdan jî bi dawî were.

27.02.2005
PKE - PLATFORM
Platforma Kurdên li Ewrûpayê

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.