Sakîna me Çawa Te wisa bêxwedî ji gura re hiştin? Gurên boz ên kujek û devbixwîn.. Çima? Ji ber ku hevalên wê pê re xayin bûn, loma Hevalek wê, ji xwe navê wî Xapo ye Ew ji serî de pê re xayin bû Lê Sakîne bêçare bû Çima? Ji ber ku jin bû Jina bindest a civata bindest bû Carekê ji Selîm Çurukkaya re gotibû: Tu peya yî û dikarî birevî Lê ez jinê vê civata stûşikestî Çawa birevim û bi ku de herim? Ma jin dikarin bi serê xwe ji Libnanê birevin? Herê, herê, hevala dilsoz, reben û bêçare Herê hevala delal û bêxwedîmayî Çawa Te hiştin li ber gulleyên gureqehpên tirkan Çawa hevalên Te yên bêbext vê bi Te kirin!? Ew hevalê Te yê ku ji xwe nav li ser e: Xapo Ew li nav çavê Te meyizand û ji Te re got: Napolyon (min) frensayiyan (kurdan) kir ajan. Anku ez jî wek dixwazim va ye we dikim kole ji bo tirkan Ji ber bêkesbûnê, ji ber bêxwedîbûnê Te ne dikarî bersiva vî xayinî bidî Rewşa jin li civata bindest pir dijwar e Li Beqayê ji xwe hezaran car dijwartir e Bêxwedîmana jin li civata bindest wisa ye Hevala me ya delal û çeleng Herê ez pir baş ji Te têdigehim, herê Belku Te ji me hemûyan baştir û zelaltir Xapo dinasî Lê ji ber ku Tu jin bûyî û li nav PKKê bûyî, loma Tu ne karî Dengê xwe bilind bikî Lê Te xwast ku Bi kurdekî wêrek û serbilind Bi Mihemed Sener re dengê xwe bilindkî Loma Te xwe bi wî re kir yek Ku hêza Xapo bişkînî Lê mixabin ku dengê Te û wî Zû hat birandin Belê hat birandin Keça nebez, keça me kurdan Sakîne Te tif li ruyê serbir û celladên tirko kir Wan bi xedarî her du pêsîrên Te jêkir Te rûmeta jina kurd her bilind hilgirt Lê yekî xwedêr û newêrek ê wek Xapo Xwedê jî û qûl jî pir baş dizane ku Ew bû yê ku fermana mirina Te bi destê xwe îmze kir Ax bêbextî ax Xwezila Te qet ew xapînokê Xapo nas ne kira Ew ne tenê Te, wek li mala li Beqayê li nav ruyê Te got: Tevaya gelê Kurdistanê xapand!? Temaşa bike ku çawa gelekan li pey xwe digerîne Û ew bi xwe jî li pey dêlegurên Asenaciyan digere Xapo bûye lîstikê li nav destê wan Çawa bixwazin bi wî dilîzîn Ew na bêje na Xwe daye destê wan Çima Ji ber ku kesekî xwedêr e Loma xwe dide Heger ew jî li nav zindana Diyarbekrê ba Ew zindana ku li ser ruyê erdê teka wê nîn e Te bi zelalî ew nas kiriba Li ew roja mêran ku Kêm mêr wek Te dikaribûn li ber xwe bidin Ax çi feyde, çi feyde Ku Te wisa bêxwedî hiştin Van bêbextên ku ji wan re dibêjin hevalên Te Ax hevalên Te ax Heger mirov bibêje ku mirovatî Li çi derekî dunyayê Wek li Zindana Diyarbekrê ne giriyaye Û Heger mirov bibêje ku mirovatî Li çi derekî dunyayê Wek li Zindana Diyarbekrê li ber xwe ne daye Hingê mirov rastiyeke dîrokî dihêne ser zimên Tu keça delal a kurdan Sakîne Yek ji wan serkêşên leheneg ên vê berxwedana kurd û kurdistanî bû Yek ji wan serkêşên leheneg ên vê berxwedana mirohiyê bû li nav vê zindana dirindetî û wehşetê Ew hevalê Te yê ku cara yekê bi Te re Xwedê gravî ji bo azadkirina Kurdistanê ket nav Yekemîn civîna we ya li Tûzlûçayirê li Anqerê Ku paşê wisa Xapo derket.. Belê Apo derket, Xapo derket. Ez î roj li qada dîrokê Li ruyê wî li hemû bêbextên wek wî Tifffî dikim: tif-tif-tif li we bêbextan be! Hezar tif li sinc û qilafetê we be! Hezar tif li komara we ya demokratîk be! Ku ne tiştekî ye ji bilî xapandin û binpêkirina Doza rewa û bi şeref a Netewa Kurd û Kurdistanê! Bimre komara Tirkiya dest bi xwûn! Bimre payendeyên wê yên li nav me! Kemalîstên wek Xapo û hemû hevalên wî! Sakîne Tu li nav cerg, dil û kezeba me dijî Tu qet namir î Tu nemir î ELÎŞÊR http://www.youtube.com/watch?v=l7rZgDxO0gA
BÊBEXTIYA LI VÊ QÎZA LEHENG A KURDISTANÊ QEBÛL NA KIM!