Direkt zum Inhalt

PNA – Piştî kombûna ne asayî ya encûmena parêzgeha kerkûkê ya ji bo dîyarkirina çarenivîsê bajêrê kerkûkê, evroj nîvrojê li dîwana encûmena parêzgeha kerkûkê û di kongireyeka rojnamevanî de, teksta daxwaznameya 24 endamên encûmena kerkûkê ji koma 41 endaman, muhr kirin ku divê kerkûkê bikeve nav rêvebirîya herêma kurdistanê. Ev jî teksta ewê daxwaznameyê ye, ku 24 endamên encûmena kerkûkê muhra xwe li ser danîne û ji alîyê endamê encûmena kerkûkê Muhemmed Kemal ve hat xwendin: Ji bo rêzdar serokê encûmena parêzgeha kerkûkê.. silav û rêz Babet / Çûna nav rêvebirîya herêma kurdistana Iraqê Di 31, 07 / 2008 de ku hejmara me bêtirî sêyeka endamên encûmena parêzgeha kerkûkê pêk dihîne, me li ser daxwaznameyekê muhr kiriye, ku parêzgeha kerkûkê bikeve nav rêvebirîya herêma kurdistana Iraqê û evaya jî, li angora maddeya 2 ya birrgeha 3 ya qanûna 13 a sala 2008 (qanûna bi cihanîna pêkanîna herêman) e, ku bi hejmara 4060 di Weqayi`ê Iraqê de di 11,02 / 2008 de belav bûye. Em ji we yên rêzdar daxwaz dikin, ku li angora evê qanûnê û heger lîsta hevpeymanîya kurdistanî di encûmena nûnerên Iraqê de bi lîstên dinên encûmenê re, di bareya pesendkirina qanûna hilbijartina parêzgehan de negihijt rêkevtinekê guncayî, daxwaznameya me ji encûmena niştimanîya kurdistana Iraqê re bilind bikin. Li gel rêzgirtina me. Navên ewan endamên ku ev daxwazname muhr kirine: - Ehmed Ebdullah Reza - Muhemmed Kemal Salih - Awat Muhemmed Emîn - Babekir Siddîq Ehmed - Rêbiwar Fayiq Ebdulmecîd - Azad Sabir Muhemmed - Mehmûd Muhemmed Mecîd - Şêrzad Adil Xorşîd - Elmas Sabir Kemal - Nesrîn Xalid Wehab - Perwîn Muhemmed Emîn Elî - Gelwêj Ebdulcebbar Mecîd - Leyla Hesen Şukur - Leyla Muhemmed Xidir - Cemal Mewlûd Bapîr - Ibrahîm Xelîl Reşîd - Sahîre Seyfeddîn Nûrî - Silvana Boya Nasir - Ciwan Hesen Arif - Fu`ad Huseyn Receb - Dilşad Pîrot Ezîz - Irfan Cemal Tewfîq - Riyad Muhemmed Danok
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.