Kek Paluyî,
Welleh tu camerî û te camertî kir û ez bê bersiv jî nehîştim.Mala te ava.
Bra tu dizanî a herî balkeş û girîng çîye ?
Resenîya zimanê kurdîye ku têde bê rezi çê nabe, bi tahme.
Wellahî bra, me hespê te ji bir ba nalbend, nalê wî qurîfi bu.Her çixwas tu bibeji ez peyame, lê em dizanin ku tu sîwarî. Erê dizanim nurê bi lez e, yaşirme, çepkî ji nurê leztire.
Disa jî em dikarin bibejin ku Serhed mexelê berana ye.
Bi rastî ez naxwazim deveri biaxifim.Le hinek dever henin ku xwediye tayîbetiyek bi qedr in.
Ji wan yek ji Serhed e ku di dema destpeka Kemal de buye beşîga Serhildana.
Wek Kocgîrî, Azadî, Agirî, Dersim û yên din.
Pirs eve; gelo sedem çîye?
Wek mirov dikare bibêje rewşa abori ku axayetî li ser milk ne zêdeye.Debar, pez û dawar û xwedîkirina terş e. jiyana Serhediya bi pirani eve...
Wek din tu dikari bi nav biki?
Ê me danustandin e.
Min tu li vir ditiye û ez dest ji pesira te ji bernadim .Keko ma tu hatiyi ne ku
tasek dewê tirş û keriyek nanê tisî bixwî.
Mal mala te ye.
Ezdî xwediyê malê ye ez li virim bra. Dem ne dema Zozana ye ku koçberî yê dest pê bike .
Koçberîya zozana re hîna dem ma ye.
Hors û çakucê xwe amadeke ,Tirpan û mesatê xwe hazirke em bikevin merga...
Welleh ez nizanim ka li ba we mêrg henin a ninin lê paletî, mêrg û tirpan kişandina me bi nav û denge bra.
Sir û zerfet ji xwarina me ye heyran.
Ger tu ji xwarinê qayil nini, bila Êzdi Şêr grara pungê (şorbe dew) bide çêkirin .
Carek din ser çava.
Bavo welleh civata kurdî xweş e .Dîlan ji ku granbe xweştir e.
Em banga ke bikin...Gelek dost li vira dikarin ziman bi kar binin. Xale Seyid, Êzdi Şêr, Masimo, Bedirxan Botani ew hemu dikarin bikevin govendê.
Na lo em çepki nelîzin....
Bi lîstika Ez Xelefim dest pê bikin.
Bedirxan Botanî sergovend ew baş xwe dihecîne.Pozê solê Li erdê dixîn e.
Carek din silav û rez bra.Dem xweş.
Re: Ezdî tu vî çîrokê ji Paluyî re rêke...Li Ser Paluyaye...!