TARTELA ERMENAN
24. Nîsanê sersala Tarteleya Gelê Ermenîye, tartele di zmanê Ewropayîya da weku jenosîs (genozîd) tête nasîn. Di zmanê Tirkî da ji vêra: „Devlet elîyle yapilan toplu katlîam“ tête gotin. Tartele dîroka mîrovetîyê da; qîrêjî, barbarî û bêrumetîye, sistî û hovitîya mîrovetîyêye. Tartele; ji mîrovxwurîyê newertire. Di dîroka mîrovetîyê da daxawa bi mîrovxwurî jî heye. Komên mîrovxwur yêku ji şareztanîyê durbune ji komên mîrovên din mirov dîlkirine, bona têrbuna xwe ew kuştine û xwerine. Di dîrokêda heta katekî komên hov, mîrovên komên din ji xwera weku neçîr dîtine, li vir tiştê balkeş ewe ku; erk û armanca komên hovda gor mîrovxwurîyê tu komkujî tune / nebuye.
Ji ber vê min her tim berpirsîyarên tartalan ji mîrovxwuran barbartir û hovtir dîtin.
Di dîrokê da; mirovxwur, li ber berpirsîyarên tarteleyekê tiştek nînin, gor wan ew gelek piçuk û bê garij dimînin. Di tartelanda tar û markirin, belavkirin, vîrankirin û kuştinek bê sînor heye.
Tartelê bi destê dewletê tête organîze kirin. Di tartelanda dewlet bi destur, zagon û çekên nu destên mîrovkuj, leşker, supintî û sergerdeyan xwirt dike.
Berî despêka Tarteleya Ermenîyan destselayedarên Osmanî din bin dara sîyasi ya Îttîhat ve Terakkiî Partîsî yê da bona Ermenîyan desturname goça zorakî (Tehcîr Kanunu) derxistin. Berê mîlyonên Ermenîyên Anotalîya, Klîkîya, Ermenîstana Rojava (Osmanli Ermenîstani) û Kurdistan dan çolên Surîyê (Deir Al-Zor). Di vê goçê da bi sed hezaren jin, mêr, kal, pîr, zarok, dot û pisên Ermenî bi çavsorî hatin kuştin. Di vê tartelêda êş, tirs û xofa mirinê bê sînor bu. Dapîr û Bapîrên Kurdan li gelek navçeyan şahîdên vê komkujîyêne. Dagirkerên Tirk îro li ser bingehya navnetewî qala dokument, şahîd û nepêkhatina komkujîyek wusa dikin, dibêjin ku bona vê komkujîyê tu dokumentekî resmî(fermî) tune. Ew bi vî şiklî bêruhmetîyek nû dikin û nuva di vê katê da jî rupelên dirokê bona mislehetên xwe yên nijadparêz carek din rêşdikin.
Komara Tirkîya bi destên bermayîyên Îttîhat û Terakkî Partîsî hate damezrandin, Kemalê Selanîkî ku dura bi Tirkan ra dibu „Atatürk“ û Îsmetê Kerr jî endamê vê Partîyê bun. Tartele dijî Ermanîyan di sala 1914 da hate rêxistin, balam çan hînek dîrokvan tînin serê zman, tartele di sala 1915 dawî nehat, rêxistina Tarteleyê heta salên 1940 bê rawestan berdewam kir. Li paş kuştina Ermenîyan bi şivekî tund kuştina Rum, Asur û Kurdan hate rêvabirin. Li Koçgirî, Zîlan, Agri û Dersimê ji tarteleyên mezin hatin darxistin. Dema destseleyaderên Tirk dîtin ku kesek pêsîra wan da nagire; wan karê xwe yê qîrêj bê rawestan rêxistin. Komên cîhanê bi yêkdeng li ber komkujîya Ermenîya bisekinîyana, Komara Tirk nedikarîya komkujîyên nû darxîne. Li dijî vê komkijîyê bêdengîya cîhanê ji rê bona komkujîyên nu vekir. Tarteleya Cihûyan da Dara Faşîstên Alamanya nezîka şeş Milyon Cihû kuştin, di sala 1994 di nava sed rohjanda li Efrîkayê, li welatê Ruandayê destseleyedarên Gelê Hutu ji Gelê Tusîyan nezîka yêk mîlyon mîrov kuştin. Bê guman kuştina gelê Misliman yê Bosnayê di vê katê da alîyê DAÎŞ ê va kuştin û revandina Kurdên Êzdîyên Şingalê bi tarteleyanra mînakên mezinin û nûne.
Li kuder cîhnanê dibe bila bibe, pewîste mîrovayetî di pesîra berpirsîyarên tartelanda bigre, berku tarteleyên nu nebin û mîrov bi şivekî rêxistî neyên kuştin. Qurna rabirdî di salên 80 da di nava cîvînek navnetewîda Kurdan li Ewropayê dîmenên komkujîya Qamuşlûyê belavkiribun, dengê Cunta Tirkan Turan Güneş ku nava gwurxana Jön Türkan mezin bibu, bi hers ser wan da hatibu û gotubu: „Hun bi belavkirina van dîmenan tiştekî baş nakin, şeref û rumeta Dewleta Tirk ra dileyzin, heşên xwe bigirin serê xwe, eger van dewletên Ewropayî nebin bona me nava çend rojanda qirkirina çend mîlyon Kurdan problem nîne.“.
Turan Güneş van gefana bêmane xerc nedikir, ew li ser xetek sîyasî bu û wî rîya nijadparêzên Îttîhat û Terakkî yê diajot. Ew di vê cîvînêda dengê Cuntaya Kenan Evren bu. Rojnamevanê Kurd Mahmut Baksî ku ew dîmen di cîvînêda belavkiribun bersiva wî dabu û vî ra gotubu: „Deweltek bi xwedî ruhmet û şeref komkujîyek wusa tu car darnaxînî!“
Di tartelêda Ermenan da rol û berpirsîyarîa gelê Kurd çîye?
Eger hun ji min bipirsin min dibêjim li dîji tarteleyê yêkdengîyek Kurdan tune, berku Gelê Kurd di vê katê da bi yêkdengî rêxistî nine, navçeya Dersimê li dijî Tirkan paraztina Ermenîya heye 30 hezaran bêtir Ermenî din bin rexberîya Seyîd Riza va tên paraztin, deme Partîya Taşnakan li Erîvanê damezrandina Komara Ermenîstanê bangdikin şervanên Dêsimî komek mezin ya Ermenan diparêzin û wan nava silametîyê da digîhnin axa Ermenîstanê. Olparazê Misliman Sayîdê Kurdî-Nursî û Begê Miksê Muhtila Beg, li derdora bajarê Van ê gelek Ermenî paraztin û mecal nedan ku ewê benê kuştin, hezaran malbendên Kurd ji Sasunê bigrin heta Merdînê, ji Merdînê bigirin heta Semsurê xwe avitin nava agir û Ermen vêşartin û ew wan xwudî derketin.
Daxawa hinek Kurdên Sune ku di bin serdarîya „Hamîdîyê Alaylarî“ va organîzê bibun, di tartela Ermenan da rolekî mezin lîhîstin, be van leşkerê Osmanî nidikarîya ewqas asan pêşva bê. Min li vir naxwezim li ser sedema amadebuna wan li gel „Hamîdîye Alaylarî“ bisekinim. Gelê Kurd pewîste vê amadebunê şermezar bike û dîroka xwe da carek din mecal nede hêzên wusa.
Hinek hêzên Kurd di nava xwe da bun du per û hevketin. Eşîra Spîkîyan ku temamîya xwe heta dawîya qurna 19. Êzdî bu û seranserî Serhadê, ji Dîgorê heta Agrîyê, ji Agrîyê heta wî alîyê Sînorê Osmanîya dijîya di nava xwe da dibu du per; perê Êzdî li gel Ermenan di bin pêşvigarîya Andranîk Paşa dijî Tirkan û birayên xwe yên „Misliman“ şerdikirin û perê kû nuva bibu „Misliman“ di bin pêşvigarîya Hamîdîye Alaylari va dijî Uriz, Ermen û birayên xwe yên Êzdî ra şerdikirin û birayên xwe dikuştin. Ola „Îslamê“ li vir dibu distarê xulamîyê û carek din stûyê Kurdan va darva dibu.
Eger xal bi xal tarteleya Gelê Ermenî bête şîrovekirin:
1-Em weku Kurd, pewîste li ser tû qîrêjîyekê negirin û rola „Kurdan“ di vê tartelêda derxînin holê û Kurdên ku tartelêda amade bune bi tundî şermezar bikin.
2-Îro mîlyonan Ermenî hîna li dîaspora dijin, pewiste wanra rê bête vekirin û ew dîsa bên ser axa xwe. Kurd û Ermên xwedî yêk rîçalin û şîrîkê dîrokekêne. Kurdistana Bakur bê Ermen her tim nava kemasîyên xwe da bipejike.
3-Kurd pewîste mabeyna xwe û dagirkerên Tirkra sînorekî danin, tişte ku hatîye serê Ermenan her roj bête serê Kurdan ji. Di vê katê da rêvaçuna Komara Tirkan dijî Kurdan dîyare; tunekirin, carek din tunekirin û valakirina Kurdistan.
4-Ermen, Kurd û hemu gelên vê navçeyê pewîste diwaroja xwe li ser bingehya pir rengî, pir dengî û demokrasîyek fireh avabikin. Mabeyna gelanda pewîste serdestî û bindestî ji holê rabe.
5-Li ser bingehya olparazîyê tizkirina pozberîyan tu gelekîra xerê naynî, ji ber vê pewîste ol nebe xwudanê dara sîyasî. Dema dara sîyasî keti destên olekî, cîvak gav bi gav nezikî dojê dibe. Di dîroka mîrovetîyêda heta naha daxawa tu olekî pirsgireka mîrovetîyê çareser nekirîyê. Diwaroj da ji ew rasteyetî wusa bimîne. Min îxtirama hemu ol û bawerîyan digirm, feqet heta katekî; ew koman bernedin hev û kesekî kesên dinra nekin dijmin!
6-Li ser bingehya navnetewî pewîste Komara Tirk weku berdewama Dewleta Osmanî ji bona tartala Ermenan bête şermezarkirin û pesîra wan da bête girtin, ew naha qala „Tehcîrê“ dikin. Hêzên navnetewî pewîste bipirsin, dema we ew „Tehcîr“ kirin ve çi da Ermenan, zarokên wann naha li kune, we kî ani li ser axa Ermenan cîhwar kir?!
7-Komara Tirk diz, rêbir, sergerde û çeteyên Ermen „Tehcîrê“ ra (hun bêjin tartele) sedem dibîne, ma di dîroka mîrovatîyê da kîjan hêzê bona çend diz û rêbiran mîlyonan mîrov ji axa kirîyê û ew wanda kirine?!
Berkû tarteleyên nû neyên serê mîrovatîyê, pewîste seranserê cîhanê mîrovperwer hêzên xwe yêkbikin û dijî hêzen reş û tarî bisekinin.
Bexişandin mîrovîyê, bîrkirin bê rumetîye!
Tartela Ermenan pewîste tu car neyê bîrkirin!
Bîşar Norşîn
24 Nîsan 2015