Direkt zum Inhalt
Submitted by Bîşar Norşîn on 14 December 2014

12 Çileya Pêşin 1980, bi destên Fermandarîya Giştî a Leşkerên Tirkîya û nokerên wan, bi çavdamilandina Baasîyên Surîyê dijî serdarên Tevgera KAWA komkujîyek namerd hate darxistin. Di vê komkujîyêda Serdarên KAWA; Necla Baksî, Mehmet Emîn Mutlu, Hüseyîn Arslan, ji alîgar û endamên KAWA; Müslüm Yıldız, Mehmet Emin Dursun, Hasan Akbaba Ramazan Kabraş (Songür), Hanife Ramazan, Emine Ramazan, Abdulkerin Ramazan, Şükrü Ramazan, Azad Ramazan, Xweşnav Ramazan, ji Gwilên Kurdistanê Kawa Kerim, A. Ferat Kerim hatin kuştin. Bi vê komkujîyê dagirkeran xwestin ku çerxa dîrokê şunda bizivirînin, balam daxwazîya wan qirtika wan da ma. Dagirkerên Tirk û mîrovxwurên wan yên weku Veli Küçük û Cem Ersever hevketin, dawîya wan di nava rezîlîyek mezin da hat, nokerên wan yên Kurd bi qulmên şoreşgeran belaya xwe ditîn. Axirîya yên mayî jî xirab be! Tu tiştek nayê bîrkirin ewê bên sedî jî gelê Kurd pesîra wan bernede!

Jinxwes û Merxwesên Kurd di sala 2014 da sînorên dagirkeran zedetirîn hilşandin, wan ew sînor girtin bin pînên xwe, dema dîmênên hilşandina „sînorê“ Pirsusê û Kobanîyê li ser dîmenhêrikanê xwe didan dîyarkirin, mîrov didît ku li ser axa Kurdistan bingehya azadî, serbixweyetîyê baş hatîyê danîn. Li vir serdar û alîgarên KAWA carek din dijîyan û dihatin bîranîn. Di vê katê şunda tu hêzek nikare li ber yekitî û serbixweyetîya Kurdistan bisekinê.

Bê şik daxwezîya Serdar û Alîgarên KAWA ku bi komkujîyek namerd di 12 Çileya Pêşin 1980 li Qamuşluyê hatibun kuştin, bê cîh!

Dagirker di neheqîya xwe da bêtin xendiqandin, hindek ma!

Bîşar Norşîn

12.12.2014

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.