Direkt zum Inhalt
Submitted by Aso Zagrosi on 6 October 2013

Wê dema mirov bala xwe dide li rojeva hinek ji Kurdan şaş dibe û metel dimîne.... Ev tişt çawa wisa dibe bila qet kesek ji min nepirse. Ji ber ku bersiva vê yekê asan nîne û di çarçeveya gotarekê de kes jî nikare bersîvek zelal bide.

Rojane sedan bûyer li Kurdistanê diqewimin. Çapemanîya Kurdan û rewşenbîrên Kurdan nikarin bi têr û teselî û ligor mercên pewîst van bûyeran şîrove bikin û bi şiklekî zelal nîşanî Kurdan bidin, ku çi dibe û çi rûdide.

Hemû dinyayê wisaye. Wê dema bûyerek rûdide, sedan pispor li ser wê babetê radiwestin û hewl didin sedem û encamên wê bûyerê fêmbikin. Wê dema rewşenbîr, pispor, rojnamevan û kesên ku rasteraste peywendî ligel bûyerê ve hene, li ser wê bûyerê diaxivin/dinivîsin: Armanca wan xwe têrbûn nîne(dibe, ku kesên wisa jî hebin ). Armanca serekî a wan şîroveyan, peşkeşkirina wêneyekî „rasteqîn“ ji bo xwendekar û guhdaran e. Bi wî awayî mîlyonan însan hem li ser bûyerê agahdar dibin, hem jî li ser bûyerê dibin xwedanê bîr û rayek. Heke bûyer, bûyereke xembar be an jî dilxweşker be herdu jî diçin li nav çanda hevbeş a wî gelî û di nav bîra hevbeş a wî gelî de cih digirin. Bi wî awayî ji bûyeran sûd werdigirin..

Lê sed heyf û mixabin li ba me wisa nîne. Em giringîyê nadin, helbestvanên klasîk ên Kurd. Em çîrok û destanên Kurd şîrove nakin. Em li ser babeta Mîrnîşînên Kurd û damêzrandin û sedemên ruxandina wan hûr nabin. Em li ser dîroka ol/ayîn/dîn-olza/ayînza/dînza, sîyasî û wêjeya Kurdî ranawestin. Erdnasî û civaknasî jî qet karê me nîne.

Îro Rojavayê Kurdistanê dikele. Li Başûrê Kurdistanê me gellek destkeft bi destanî, lê dîsan gellek girûgirftên me hene. Heta niha Kerkuk û ew deverên din ên dagirkirî nehatine li ser Kurdistanê.. Paşeroja wan jî ne dîyare... Nakokîyên Kurd-Ereb her berwamin. Li Bakurê welêt jî Tirkên dagirker hewl didin ji bo berjewendîyên Tirkan û dewleta wan xewna serxwebûna Kurdistanê bi destên Kurdan bikûjin. Tenê li wir jî ranawestin hewl didin Kurdan ligor ol/dîn/ayîn-ayînza/olza/dînza- ziman/zarav dabeşbikin û bikin neyar/dujminên hevdu. Karbidestên Tirk rasterast, bi riya pênivîsfiroşên xwe û ew Fileyên ku wekî „dîl“ xwedî kiriye , hewl dide tawanê xwe ê tevkûjtara Fileyan têke hîstîye Kurdan.

Em jî wekî piranîya Kurdên welatparêz ji Tevgera Çep a Marksîstî- Lenînîstî hatin. Bê çand, hûner û dîroka Kurdî naveroka çepîtîya me jî vala bû.

Tiştekî balkeş bû, Heke Lenîn nebûya min qet Gogol, Puchkin, Tolstoy û Dostowyewskî htd nedixwend. Ji ber ku Lenîn di hemû berhemên xwe de qala wan dikir û hinek ji berhemên wan ji wekî çavkanî nîşandida.. Heta navê pirtuka xwe a navdar „Çi Bikin“ jî wan girtibû.. Wê dema Mao dixwest Teorîya Marksîstî „bi çînî bike“ em ture dibûn. Me ev kirdara Mao wekî tawanekî mêjûyî didît..

Bi rastî jî girûgirif/pirsgirek ê Mao û Lenîn nebû. Kêşe kêşeya me bû. Hezaran helbestvanên klasîkî Kurd hebûn, me ne dikaribû yek ji wan wekî çavkanî di şîroveyên xwe de destnişanbikin. Haya me jî sosyalîstên utopîk ên Kurdistanê nebû. Ev yeka hanê tawanê me nebû. Dewleta dagirker a Tirk her çi peywendî legel Kurd hebû, hemû holê rakiribû, qedexekiribû. Wisa lê hatibû Kurdistan girtîgeh û Kurd jî dîl bûn.

Hemû van babet/mijaranan qet bala hinek ji hevalên me nakişîne û giringîyê jî nadin wan..

Lê sed heyf û mixabin em Kurd ligel hevdu di şerî de gellek kêrhatî û zîrek in.

Wê dema em li ser Kurdekî (heke ew hevalê me ê berê be jî) tiştekî binivîsin zmanê me wekî jehrê ye. Em ne mafên kesayetîyê û ne jî keda wan tînin ber çavan. Em dest pêdikin „Te..........wisa..............wisa kir“ û „Tu......................... tiştek .............nîne“............................Tu....................te................. te............... .......te .......jina.........te........“.......tu....!!!!!!!!!!!!!!!!!!!

Rixne wisa nabin..... Navê vê yekê jî rixne û şîrove nîne.

Ev birîn, kul û derdê Kurd e...

120 pêş niha Helbestvanê Netewî Hacî Qadrî Koyî bala Kurdan dikişand li ser derdê Kurd û wisa digot:

Kurdî ême nezan û paşkewtin
Pêkewe agir û pûş û newtin.

Ne hewceyî jî ev yeka hanê bê şîrovekirin wê dema em bala xwe didin dîroka şerê navxweyî di nav Kurdan de. Hacî li Stenbolê li ser welatên din û bizavên xelkê din jî şareza bû û dikaribû vê rewşa ne li rê û aloz ya Kurdan bi gel xelkên din hevberî hev bike. Hacî serinca xelkê Kurdistanê dikişîne li ser xîretkêşîya Ermenîyan ji bo hevdu û şerên Kurdan di nav xwe de wisa nîşan dide ku Ermen hevdu diparêzin, Kurd jî gora hevdu dikolin:

Hem heqqîyane Ermen xîretkêşî yektirîn
Wekî ême nîn le gel yek dehwa biken bi şîran.

Dîsan Hacî qadir Koyî, sedemê başbûna rewşa Rûm û Cûyan bi îttîfaqan wan ve nîfaqî û bê xîretîya Kurdan jî wekî sedemê rewşa xirap ya Kurdan nîşan dide, wisa dibêje:

Rûm û Cû çake, îttîfaqî heye
Kurd bêxîretî û nîfaqî heye…

Erê Hacî nîfaqa me her bewam e… Îro dîsan em “legel hevdu wekî agir û pûş û neftin”

Pewîste em zmanê xwe ji binî ve biguherîn.. Wê dema em Kurdekî rixne dikin, pewîste em gulzman bin…. !!!!!!!!!!

Xatirê We

Silav û rêz

Aso

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.