Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 10 January 2013

Tifaq û hevgirtin a Gelê Kurd Ev çend rojin rojeva Tirkan û Kurdan: li ser hevdîtina li girava Îmralîya. Bi hevdîtina bi rêz Öcalan û namzatên BDPê bi rêz Ahmet Tûrk û Ayla Akat, hate hişkirekirin kû, ev demeke hevdîtinên dewletê û bi rêz Öcalan liser pirsa kurda didomin û gihiştine astek bilind. Li gor çapemanîya Tirkan ev ne mûzakerene, ev hevdîtinin. Helbet di destê mede gelek enformasyon tûnene, em li gor nîqaşên di çapemanîyê de tên kirin em ramanan di afirînin. Çi hevdîtin û çi mûzakere, ev tê xwuyakirin kû Dewleta Tirk pêwist dîtîya kû bi birêz Ocalanre hevdîtina û pewendîyan bi afirînin. Ev demekbû kû Erdoğan û elîta wî a AKP ev nîşan didan, bi rêya çapamanîyê di xwestin raya giştî ji xwere amade bikin. Gelek nirxandin li ser vê mîjarê ji hêla raya giştîve dihata kirin kû ev dîsa dixwazin lîstikekê bilîzin. Belê em dizanin kû, Erdoğan û AKPê ev hevdîtin: ne ji bo berjewendîyên gelê Kurd dimeşînin. Piştî kû AKP di hilbijartina de bi serket, Erdoğan bi dengekî bilind îlankiribû kû qaşo: “dema şagirtîyê xelasbûye û ew ketîya dema pisporîyê“! Erdogan di serîde, têkçûna hêza rizgarîxwaz a Kurd xist rojevê, li dijî Kurdan naqosa şer lêda, tevgera rizgarîxwaz a kurda wekî “Terör“ îlankir, bi operesyonê li ser KCKê bi hezaran Kurd dîl girtin, hemû çapemanîya mûxalîf wekî xayîn îlankir û bi gotinên xweyî tirş herîş berda tevî dinyayê! Erdogan siltanetîya xwe îlankiribû. Lê dema kû pisporîya Erdogan dest pêkir, hemû karên Erdoğan û AKPê teqlo-meqlo bûn. Dest avête pirsgirêka Filistîn, têkçû, dest avêt Sûrî, têkçû, dest avête Îran têk çû, dest avêt Lîbya, têkçû û Erdoğan çikir teqlo-meqlo bû. Erdogan çi li derve got, her şujina Kurda keta çavên wî,her jêra gotin “hûn awil pirsgirêka Kurda çareser bikin” Erdogan û Tirkî tenê man. Man û man Kurd man. Wekî em dizanin Tirk xwe wekî patronê Kurdan di hesibînin. Piştî destkeftinên Kurdên rojava, Tirkî dît kû ew patrontîya wanjî ketîya xeterê. Bi serokatîya wezîrê ji bo karê derve Davudoglu ketin nav hewldanan kû wan serkeftinê rojava têk bibin, bi hindikayî qels bike, alîkarî bi her awayî dane mûxalîfên sûrî, komê terorê şandin, ketin nav îtîfaqên mîna komên wekî ALQAÎDA, leşkerên xwe û çekên xwe şandin, lê dîtin kû ewjî nabê. Di dema dawîde serokê CHPê Kiliçdaroglu lêpirsînek li meclîsa Tirk kiribû: “gelo Pîlotên tirk ê dîl(êsîr) li sûrî hene?“ rayadarên tirk gotin kû derewe. Lê em dizanin kû, do(09.01.13) teqasek mezin di navbera Sûrî û mûxalîfan de hata kirin, di navêde çar tirk jî hebûn kû hatin berdan. Dîyara kû tirkan ne bi awakî fermî, lê leşkerên xwe dişînê! Dibe kû pîlotên tirk hatibin girtin, li ji ber kû ne bi awakî fermî şandibûn; dewletê perde girte ser û mîjar fetisand. Tê xwîyakirin kû bingeha dewleta Tirk li ser dijminatîya gelê kurde, devere kurd hebê dewleta tirk nabê, wekî “pûng û mare” bi hevre nameşe. Rayadarên tirk bi xwe gelek caran hişkire gotine “ ger li Afrîka Kurdîstanek werê avakirin, emê li dijî wê bitekoşin“. Îro dewleta tirk dev ji vê helwestê bernedaya. Qaba qaba dengê Erdogan wekî kewê gozel her roj tê gûhê me: “yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman û yek dîn”. Ev helwest û paradîgma dewleta tirke mixabin. Mûzakerê Îmrali di bin van şerd û mercan didomin, gelê kurd çiqas sûd dikanê jê bigre ew ne dîyare û hejayî mitalaye. Di ramyarîde çareserî pirin, gelo ramyarîya kurd gihiştîya vê astê? Pêdivîyek bi nîrxandinek netewî heye, pêdivîyek bi dezgehê netewî heye, şêwirmendîyek netewî ûwd... Serokekî kurda eva bi dehsalan di binê zîndanan, eva dû(2) salin ji hemû dinyayê hatî îzolekirîn, bila mûzakere bi dewletek kû ev şesed sala hebûna wê heye bike. Eva ne hişmendîyek misogere. Lîstik mezine, lîstikvanên wê mezinin (Emerîka û Ewrupa) û bingeha wê ji zûde hatîya danîn, ger, şerd û mercên van mûzakereyan neyne gûherîn, ger kurd nebin netew û ramyarî a xwe, pêwendîyên xwe li hûndûr û derve pêşnexin, dest nedin hev û erkên xweî netewî bi cî nêynin ev dîwar wê bi hêrive û bi ser tevde bikeve û derfetek dîrokî ji dest diçe!!! Dewlet dixwaze perçebûna kurdan û entegra(asîmîle) di nava pergala dewleta mîjoker de, li ser mîjarê ezmûnek mezin a tevgera kurd heye, ev jî hêjayî hêvîyaye.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.