Kurdistanî - KURD NÊZÎKÎ SERXWEBÛNÊ BÛNE
PNA – Govareka siyasîya Brîtaniyayî ragihand, ku deh herêm li cîhanê hatine destnîşankirin da ku serbixwe bibin û Kurdistan jî di nav wan de ye. Gotarek di evê bareyê de, di govara Time a Brîtaniyayî de hat belavkirin û tê de hat nîşandan, ku herêma kurdistanê jî ber bi serxwebûnê ve diçe û dê di evê dema nêzîka pêş de, dewleta Kurdistanê bihê ragihandin.
Ev gotar dide nîşandan, ku niha başûrê Sûdan serbixwe bûye û çend netewe û welatên din hene, dê di evê dema nêzîka pêş de bibin dewletên serbixwe û Kurdistan jî di nav wan de ye.
Evê gotarê di bareya kurd de da nîşandan, ku piştî nemana emperatorîyên mezinên cîhanê û dîyarbûna neteweyên Ewropa, neteweya kurd bi ser Îranê, Turkiye, Iraqê û Sûriya de hat parvekirin.
Di evê gotarê de hatiye, ku kurd bêtirî 30 milliyonan in û behsa şoreş û serhildanên kurdan jî hatiye kirin û hatiye nîşandan, ku sitem û zordarî li kurd dihên kirin.
Di bareya herêma kurdistanê (başûrê Kurdsitanê) jî de ev gotar dide xuyakirin, ku dê ev herêma han serbixwe bibe.
Li angora evê gotarê, niha kurd gihijtine qonaxa serxwebûnê û ew amade ne, ku dewleta xwe bidamezrînin.
Ew welat û neteweyên ku dê li angora evê gotarê bibin dewletên serbixwe jî ev in:
* Skotlanda
* Herêma Bask
* Tibit
* Osîtiyaya Başûr
* Kurdistan
* Kebek
* Biyabanê Rojava
* Komara Kaskadiya
* Padaniya
* Vermont