Nivîsa Yekşemê(2)
Do êvarê em ji alîyê dosteka xwe ve hatin vexwendin.
Ji ber ku, dosta me dizevicî.. Dosta me li bajêrê me kardike, lê li gundekî dijî. Do, piştî nîvro, em trenê sîyarbûn û me berê xwe da gundê wê.
Heta em gihîştin gundê wê seateke me çû.. Lê dosta me di hefteyekê de 5 caran tê ji bo bajêrî û kardike.... êvaran jî vedigere gundê xwe..
Ev deh salin ez vê jinekê dinasim.. Rojeke min ji wê nebîhîst, ku li ser vê hatin û çûyînê gilîyek bike..
Em ji bajêrî heft kes çûn.
Min cil û bergên xwe ên rojane xwe kiribûn. Ango bi cil û bergên spotîf... Ji bilî min di gruba me de du mêrên din jî hebûn..
Wê dema min ew herdu heval li garê di nav cil û bergên fermî de dît, dudilîyek li ba min peyda bû..
Min di rê de bi xwe dipirsî : “ ev çend salin tu li vê derê dijî te dikaribû ji xwe re destek cil bikirîya“...
Kurdên me jî wê dema ji bo dewetekê an jî dîlanekê diçin, her kes cilên xwe ên nû û baş li xwe dikin.
Lê wê dema min jinan dinêrî ez kêfxweş dibûm.. ji ber ku wan jî cil û bergên werzîşi li xwe kiribûn.
Wê dema min jinan dinêrî, min wisa bawerdikir, ku ew naçin ji bo dîlanê... Cil û bergên wan cur bi cur bûn... Piranîya wan di nav cil û bergên rojane de bûn..
Wê dema em gîhîştin gundê bûk û zavayî, min bala xwe da şênîyê kêfa min hat. Sedan bêşdarên dawetê di nav cil û bergên tradisionel de bûn.. Cil û bergên kevneşopî, werzîşî û folklorî...
Hevalekî me wê dema şênîya rengawreng dît, yekser krawata xwe derxist, avêt li nav çentê xwe..
Çîroka jiyana zavê me , çîrokeke gellek seyîr e..
Zavê me berê keşîş bû.. Wekî tê zanîn keşîşên katolîkan nikarin bi zewicin.. Wê dema ew dibin rahîb soz û peymanan didin dêrê(kilîsê) ku heta hetayê nazewicin..
Lê keşîşê me wê dema bûka me nasdike, wê hez dike..
Çawa Şêxê Senanê Feqîyê Teyran hez li dota Gurçî dike, waz li mizgeftê tîne, keşîşê me jî wê dema bûka nas dike, waz ji dêrê tîne..
Her çiqas wî ji bo evîna xwe waz ji keşîştîyê anîye, lê ew hê jî li ser ola xwe ye.. Ew bi Îsa bawerdike û dixwast li dêrê de seramonîya olî a zewaca xwe bike.
Qet keşîşekî wê deverê ne xwastibû berpirsyarîya vê seramonîyê ji stûyê xwe ke..
Lê keşîşê dêra gundê wan... ligel bûk û zava diaxive û dibêje ez vê seramonîyê nakim... Ji ber ku bi olî qedexe ye.. Lê ez dikarim kilîla dêrê bidim we çawa dixwazin wisa bikin.
Do êvarê em sedan kes di dêra gundî de kombûn..
Bûk û zava, dayîk û bavên wan destpêkirin kurtegotar li ser jîyanê û hevjînîtîyê pêşkêşkirin..
Pîştî çend stranên olî seramonî bi dawî hat....
Pîştî seramonîyê em çûn ji bo kerwansarayekê... Me li xwarina xwe xwar, heta sibê beşdarên dîlanê govend gerandin, tanz kirin û stranên gellerî gotin..
Îro jî em vegerîyan ji bo bajêrê xwe..
Silav