Bira ti dibeji,
' Ferzende, Seyîdxan, Elican, Evdilkerîm û herweha gellek mêrxas dijî Roma Resh tu car ser6i netewandin.
Dema ku serhildana 1925'a ket ew derbazê binêxetê bun. Bi serhildana 1926 carek din zivîrin û berdewam kirin. Hatin û chûyîna wana kêm nedi bu.Lê Emînê Perîxanê Silêmanê Mistefa Beg rê li wana digre û di navbera wana de jî pevchun chê dibe'
Emin e Perixane di sala 1926an de, di ce Binxete u avakirina tevgera Xoybun da cih digire.( Cavkani Kovara HAWAR u Pirtuka bi nave HA WER DELAL, di Avesta de cap buye)
Veca,pirsamin ; Di sala 1926an de, cawa li 2 cih de he be?
Re: Bersiv ji bo Kurde Rast...Avabuna Xoybun ê
Brayê Ezîz Kurdê Rast,
Piştê serhildana 1925'a hinek Kurd bûn penaber û berê xwe dan Iraq'ê, Iran û Suriye'yê.
Rewşenbîrên Kurda yê ku li wêderê jîyana xwe dişopandin; "Leqa Netewîya Kurd" avakiribûn.
Lê belê rêxistin ne xwirt bû.
Li Bakûrê Kurdistanê zordarîya Tirka û li dijî Tirka berxwedana Kurda ji bo rewşenbîr û sîyasetmedaran bu sedemê avakirina rêxistinek netewî.
Di nav Kurden de alozîyên ku hebun, dibun sedemên nexwesîyek bê hempa.
Em dikarin bêjîn kû: eşîrayî, cudîyatîya ol û mezheban dibun wek asteng.
Ji bo yekîtiyan Kurda, di destpêka 1926-1927 gelek civîn hatin damezirandin.
Di payîza 1927'de; "Sazîya Netewîya Kurd "bi pêk hat.
Di vî civînê de bi navê serhildana Bakur, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd yên dervayî welat beşdarbibun.
Bi navê XOYBÛN'e di 5 -10-1927 rêxistin ava bu.
Xoybun'ê, di armanca xwe de dabu diyakirin ku li Bakurê Kurdistan'ê azadîyê bi dest bixine.
Xoybûn ji van rêxistina bi pêk hatî bu:
1.Kurdîstan Tealî Cemîyetî.
2.Teşkilat-i îçtimaiye.
3.Partîya Netewî kurd.
4.Komela Azadî'ya Kurd.
Di kongre ya yekemîn de; Vahan Papazyan(Ermenî,File) jî cîh girti bu.
Serokê Xoybun'ê; Celadet û brayê wî Kamran Bedirxan bun.
Sekreterê Xoybun'ê jî Selîm Memduh bu.
Artîn, Alî Hilmî, Radî Azmî, Rifat, Sudî, Tevfîq, Haco, Ahmed Beg Cibrî, Fehmî Bîlal û e.d jî di XOYBUN'ê de cih ghirtîbun.
Min navê Emînê Perîxanê li tu derek bi rastî nedî û nexwend. Ez nizanim. Yê ku dizanin ji kerema xwere binivisînin.
Dema te xweş Kurdê Rast.
Re: Bersiv ji bo Kurde Rast...Avabuna Xoybun ê
Lê borîn min navê te bi sasîtî Kurdê Rast nivisî.
Dîroka rast bibexsîn e.
Re: Avabuna Xoybun ê
Bira Berwarto, ha ji te re Navnisana li ser jiyana Celadet Ali Bedirxan - video
http://in.sevenload.com/videos/DtBO8H9-Celadet-Ali-Bedirxan
Xeyni vi video ye di nivise KONE RE$ bi xwene u gotine li ser Emine Perixane(bi
nave Emine Ahmed ji te zanin)
Di xer u xwesiyedebe.
Re: Ji Berwarto re