Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 4 December 2009

MOLOTOF XİZMETA AŞÎTİYÊ Û DEMOKRASİYÊ NAKE!

Ev çar roj in, li hin bajaran dijî avayiyan û ser kolanan dijî polisan êrîşên bi molotofan tê kirin. Êrîşên ewil li Amedê û Mersînê qewimîn. Li Amedê hinek kesên nenas molotof avêtin avayiya AKPê û avayiya komeleyeke grubeke oldar Kurd. Li Mersînê jî du caran ser hev molotof avêtin qereqolekî polisan. Li İstanbulê jî ser kolanan molotof avêtin û xwepênişandanan çêkirin. Tirkiye di proseseke xesas de ye. Mijara Kurdan tê axaftin. Di vê pêvejoyê de muneqeşeyên gelek balkêş çêdibin.
Ew muneqeşeyên çêbûn ji bo pirsa demokrasiyê, herweha ji bo doz û daxwazên gelê Kurd û minoritetên din gaveke gelek qenc bû. Dewlet ji van muneqeşeyan aciz bû. Xwestin zutirîn rojevê biguhorînin. Ev karên molotofan îro bi temamî alîkariya guhorîna rojeva siyasî dike. Ti feydeyeke xwe ji doza Kurdan re tune. Bi taybetî ew molotofên ku hatin avêtin bo avayiyên AKPê û Komeleya kurdên oldar provakasyon e.

Tirkiye di proseseke xesas de ye. Mijara Kurdan tê axaftin. Di vê pêvejoyê de muneqeşeyên gelek balkêş çêdibin, wek mijara Dersimê û guftûgoyên derbarê lêgerînên çareseriyê ji bo doza Kurdan. Bi taybetî mijara Dersimê zêdetirî du hefteyan rojeva Tirkiyeyê dagirt. Gotinên O. Oymen bu sedem ku cara ewil qelşeke berfireh bikeve nabeyna Alewiyan û CHPê.

Ew muneqeşeyên çêbûn ji bo pirsa demokrasiyê, herweha ji bo doz û daxwazên gelê Kurd û minoritetên din gaveke gelek qenc bû. Dewlet ji van muneqeşeyan aciz bû. Xwestin zutirîn rojevê biguhorînin. Ev karên molotofan îro bi temamî alîkariya guhorîna rojeva siyasî dike. Ti feydeyeke xwe ji doza Kurdan re tune. Bi taybetî ew molotofên ku hatin avêtin bo avayiyên AKPê û Komeleya kurdên oldar provakasyon e.

Îro ti feyda tevgera welatperwera Kurdistanê di pevçûna bi AKPê re tune! Şerê Kurdan bi AKPê re kemalistan, tirkçiyên turancî û militaristan xurt dike. Statûkocî bihêz dibin. Ji bo ku mirov vê rastiyê bibîne ne hewce ye zêde şarazayê siyasetê be. Her tişt li pêş çavan e. Helbet AKP ne ew partî û hêz e ku doza Kurdan bi adilane çareser bike. Doza Kurd ancex bi yekitî û berxwedana tevgera Kurdistanê çareser dibe. Kurd bi xwe nebin, kes goh nade daxwazê wan. Ev rastiyeke. Lê qenc bê zanîn ku doza Kurd û Kurdistanê dozeke netewî siyasî ye û di vê pêvejoya ku em gîhanê, dê bi rê û rêbazên siyasî û sivîl were çareser kirin.

Hem bahsa aşîtiyê û demokrasiyê bête kirin, ev daxwaz û diruşm werin bilind kirin û heman demî hinek hêzên Kurd molotofan biteqînin, ev karekî ne rast e. Aşitî û demokrasî bi agir û şewate û molotofan tesîs nabe. Ev kar ti feyda xwe ji Kurdan re tune û li Tirkiyeyê û derveyê welat zerarê dide tevgera Kurd.

Em hêvîdar in, DTP û PKK pêşî li van karên ne demê xwe de û şaş bînin. Hêzên Kurd û Kurdistanî divê dengê xwe dijî van karan bilind bikin. Hewce ye ji aliyekî ve hevkarî di nav hêzên Kurd de bête xurt kirin û ji aliyê din ve jî li dijî şaşiyan helwestên zelal bê wergirtin. Pêvejoya demokratîzekirinê divê neyê asteng kirin. 01.12.2009

PDK-Bakur

Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur

www.pdk-bakur.com

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.