Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 27 November 2009

Ocalan divê ji bona Ferîd Uzunî û kesên din yê dayê kuştin hesap bide...

Îbrahîm GUÇLU

Ferîd Uzunî, di 22.11.197-an de hat şehît kirin. Ev çend sal in, ku heval û dostên wî, wî bîr tînin. Piştî bîranîna wî, mezelê Necmeddîn Buyukkayayî, Faîq Bucakî, M. Remzî Buakî jî tê ziyaret kirin; ew jî bîr tên. Ez jî çend salên dawî beşdarî civînên bîranîna Ferîd Uzunî dibim. Sibê dîsa roja bîranîna wî ye. Hezar mixabin girêdayî sempozyuma TEVKURDê ez îsal nikarime beşdarî civîna bîranînê bibim. Ez ji bona vê gelek xemgîn im. Lê divê bê zanîn ku dil û hişên min li cem wî û li cem ew kesên wî bîr tînine.

Ez li ber wî serê xwe ditewînim. Divê ew baş bizane, ku emê tu wext wî bîr nekin.

*****

Ferîd Uzunî, li Sîweregê hate dinyayê. Ji malbata brodirêj e. Malbata wî ji xwendinê hez dikir. Ew jî, ji bona ku bibe mirovekî ronakbîr û xizmetî Gelê Kurd bike, di nav gelek zehmetiyan de, piştî hepisê Zanîngeha Zıraatê xelas kir.

Dema ku xwendevanê zanîngehê bû, bû endamê DDKO ya Enqereyê. Di DDKO-yê de ji bona folklora kurdî mamosteyetîya amatorî kir. Wî di DDKO-yê de gelek kes perwerde kir. Lewra tê zanîn ku DDKO, rêxistineke kurd bû û di sala 1969-an de ava bû. Armanca DDKOyê, ji mafên neteweya kurd re xwedî derketin, ji bona ku ew mafan bê qezençkirin têkoşîn meşandin; zimanê kurdî, çanda kurdî pêşxistin û rewakirin bû.

DDKO, di demeke kurt de di nav gelê kurd de, di nav xwendevan û rewşenbîrên kurd de bû rêxistineke bi navûdeng. Piştgirên wê di demeke kurt de zêde bûn. Li du bajarên metropolê, li Stenbolê û li Enqereyê; li gelek bajar û bajerokên Kurdistanê, li Amedê, li Erganiyê, li Kozlukê, li Batmanê (Elixê), ava bû. Ji bona ku DDKO li gelek bajar û bajerokên din jî ava bibe, amadekariyê dom dikir. Hezar mixabin, bi darbeya leşkerî ya 12 Adar a 1971-an pêşiya têkoşîn û rêxistinîbûna DDKO-yê hat girtin. DDKO bi tevayî hatin qedexe kirin û mifte di 26-ê NIsana 1971-an de li deriyê wan ketin.

Damezrêner û endamên DDKO-yan hatin girtin û hatin hepis kirin. Ferîd Uzunî jî ji bona ku endamê DDKO-yê bû, hat hepis kirin.

Ferîd Uzunî di hepisê û dadgehê de çalakvan bû. Ji bona mafên xwe û mafên gelê kurd têkoşîn bi zilamî û merdî meşand. Dema ku hat dadgehkirin, bi beşek hevalên xwe ve parêznameyeke siyasî pêşkêş kir. Encama dadgehkirinê, 13 sal 4 meh ceza girt.

Di hepsê de li hemberî tade û zulma berpirsiyarên hepsê bi ruhekî şoreşgerî û kurditî radiwestî. Ew di hepsê de kesekî bi moral bû. Her dema ku derfet didît bi govend, bi tambûr, bi stranên xwe, moral dida xwe û girtiyan.

Ew aşiqê ziman û çanda kurdî bû. Wî bi kurdî helbest û strand dinivîsand.

Ew sosyalîst û şoreşger bû.

Dema ku di sala 1974-an de di navbeyna karbisdetên kolonyalîst û faşîst yên Iraqê, karbidestên Otonomiya Kurdistanê û serokê wê Mele Mistefa Berzanî de şer ji bona Kerkûkê dest pê kir, ku Yekîtiya Sovyetan jî ji Iraqa kolonyalîst û faşîst re alîkarî dikir, wî li hemberî Yekîtiya Sovyetan helwest nîşan da.

Ew dema ku di sala 1974-an de ji hepsê derket, li Bakurê Kurdistanê Bihara 2-emîn ya siyasî dest pê kir, wî jî di rêxistinîkirina Tevgera Bakurê Kurdistanê de bi aktîfî pozîsyona xwe diyar kir. Rêxistina KAWA-yê ava kir û ew ji bû ji yek serokê KAWAyê.

Wî di qonaxa nû de bi wasiteya rêxistineke nû têkoşîna xwe ya kurditî meşand.

Wî serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparast.

Ji bona wî Bakurê Kurdistanê û beşên Kurdistanê yên din wek hevûdu bûn.

*****

Ferîd Uzunî dema ku ji neteweya kurd û ji doza Kurdistanê re bi her awayî bibe alîkar; fêde bigihîne doza kurd, di 22. 11. 1978-an de bi destê PKKê hat kuştin. Lê PKKê ev yeka îtiraf nekir; kuştina Ferîd Uzunî manûpûle kir, ku malbata Bucakîyan Ferîd kuştiye. Lê ev derewa PKKê dirêj neajot. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12-ê Îlonê di doznameya PKKê de li dadgehê bi îtirafên endamên PKKê derket holê ku Ferîd Uzunî ji aliyê PKKê de hatiye kuştin. Pişt re jî, bi nivîsar û îtirafên Çetîn Gungorî (Semîr), Mehmed Şenerî ev rastiya hat ser zimên.

Ev yeka li benja PKKê jî dihat. Lewra siyaset û rêbaza PKKê, mentalîteya Ocalanî dîrektîf dida ku kurdperwer û rêxistinên ji derveyî Apoyîyan dijmin in; divê ew kesên kurdperwer, berpirsiyar û serokên rêxistinên Kurdistanê bên kuştin û bên tasfiye kirin. Serkaniya vê siyasetê jî, siyaseta klasîk ya dewleta tirk bû.

PKKê bi kuştina Ferîd Uzunî, ev dîrektîf û ev siyaseta qirêj ya dewletê pêk anî. Pişt re jî ev siyaset û xeteriya xwe fireh kir, bi sedan kurdperwerên ji derveyî PKKê û ji nav PKKê hatin kuştin.

PKKê ew xeterî û siyaseta xwe li beşên Kurdistanê yê din jî meşand.

Ocalanî, van kuştinan û kuştina Ferîd înkar dike. An jî di wan kuştinan de xwe berpirsiyar nabîne û dibêje ku “ew çeteyên di nav PKKê de Ferîd Uzunî, Semîr û kesên din kuştine.“ Ev helwesta, wek helwesta serokerkanê Tirkiyeyê dide dest.

Ew hîç ne rast e. Dema ku çapemeniya PKKê, rojnameya Serxwebûnê bê berçav kirin gelek zelal derdikeve holê ku ew kuştinan bi tevayî bi biryarên Evdillah Ocalanî pêk hatine.

Loma Evdila Ocalanî raste rast ji kuştina Ferîd Uzunî berpirsiyar e. Di hemen dem de ji kuştinên din jî berpirsiyar e.

*****

Ev merheleya em tê re derbas dibin, ne bes ji bona dinyayê û Tirkiyeyê, ji bona Kurdistanê jî dema demokratîzebûnê û hesapdayînê ye. Loma divê Ocalanî jî, ji bona kuştina Ferîd ûzunî û kesên din dadgeh bibe. Ev jî, gorî şertên Kurdistanê bi avakirina mekanîzmeyeke nû dibe. Beriya vê divê li ser vê pirsê minaqeşe bibe, di wîjdanê raya giştî û kurdî de Ocalanî mehkûm bibe.

Amed, 21. 11. 2009

JITEM ve Ergenekon'un hergun bir Kurt dogradigi bir dönemde Ibrahim Guclu ve Ysar Kaya kansizlari teker teker sinsice Ankara'nin en yetkili siyasilerinin elini ayagini öpmeye gittiler. Her ikisi de: Biz Türkiyenin butunlugunu sizden daha cok savunuyoruz, dediler. Bunlara ben Kurt aydini degil KURT HAYINI diyorum. KURDPERWER

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.