Ditina yekemîn: Bi derketina Mîr Tashin Beg kocberkirin û fermaneke dizî ya Êzidiyan destpêdike
Di hinek malperên Kurdan de nûce belav bû ku Mîrê Êzîdiyan bi rêz Mîr Tahsin Beg ji Iraqê reviya ye û li Almanya mafê penahberiyê xwestiye. Ku mirovekî Êzîdî îro ji Şengale bireve û li dervayî welat bibe penahber ne zêde balkeş e. Piştî hevqas qirkirin dijî Êzîdiyan li herema Êzîdiyan asayiş pir qels e. Herwiha jî, wek şexsekî, bêguman mafê bi rêz Mîr Tashîn Beg jî heye ku ji welatê xwe derkeve û li Almanya bijî. Lê bi hatina Mîr Tashîn Beg dimensiyoneke siyasî û civakî jî heye ku divê li ser were rawestandin.
Ditina yekemîn: Bi derketina Mîr Tashin Beg kocberkirin û fermaneke dizî ya Êzidiyan destpêdike. Ku îro Mîrê Êzidyan bixwe ji welatê xwe derkeve, çima Êzîdiyên dinê, yê xwedî derfet li Iraqê bimînin? Ev jî, di demeke nêz an jî dirêj de vê ji welatê xwe birevin. Sembola Êzîdiyan, parastvanên çand û baweriya wan li cihanê û bi taybetî li Kurdistanê heta îro Mala Mîran bûn. Ku sembol, erf û edetên civakekê tunebibin, civak jî di nav 3 heta 4 bavikan de tune dibe. Minaka herî eşkere êzîdiyên ji bakurê Kurdistanê ne. Niha li Tirkiyê tunebûna Êzîdiyan destpêkiriye û evê di nav 20 heta 30 salî de bi temamî li Tirkiye tunebibin. Niha li bakûrê Kurdistanê tenê nêzîki 500 Êzîdî dijîn.
Êzîdî yek ji civak û olên herî kevin di cihanê de ye. Koka civaka Êzidiyan heta dema Mitras xwe dirêj dike û billî hemî astengiyan, qirkirin û hêrîşan Êzîdiyan kêm zêde xwe heta îro li Kurdistanê parastin. Ji civaka islamî pir zehmet û tradejî dîtîn, bi tiriseke mezin herdem dûr ji birayên xwe yên Kurd diman. Lê Êzîdî bi Mîr, Bavê Şêx, Çilmêr û strukturên xwe (Şêx, Pîr, Mirîd, Qewal, Laleş û hwd.) li ser piya diman. Ku îro Mîr Tashin Beg ji Kurdistanê derdikeve, divê eşkere bike ku evê çi rolê di nav Êzidyan de bileyize. Li Kurdistanê, êdî ki dibe berpirsê Êzîdiyan; lawê Mîr, an jî Faruk Beg, an jî yekî din?
Ma gelo Mîrê Êzîdiyan, Mîr Tashîn Beg bi ve berpirsyariya xwe dizane? Mîr Tashîn Beg çima ji şûna were Almanya necû li gel birayên xwe yên Kurd Dihokê an jî Hewlerê?
Dîtina duyemîn: Bi rêz Mîr Tashîn Beg îndirekt Hikumeta Federe Kurdistan rexne dike; derketina Mîr protestoyek e.
Di daxuyaniyên fermî de herdem bi rêz Mîr Tashin Beg piştgirtiya Hikumeta Federe Kurdistan dikir. Le tê zanîn jî, ku birêz Mîr Tashin Beg di guftûgoyên ne fermî de ji rewşa siyasta Hewlerê û Bexdayê li ser Êzidiyan ne razî bû. Ev jî taybetiyeke bi rêz Mir Tashin Beg e, tucar dîtin û projeyên xwe eşkere nake. Êzidiyên ku Partiyek avakirine û zede dixwazin bi ereban û Bexdayê ve girêdayî bin ji aliyê Mir Tashin Beg ve bi tund nehatin rexne kirin. Ma gelo ev jî xwestineke Mîr Tasin Beg e? Heta niha Êzîdi bi hejmara xwe ya nezîki 600.000 nebûn hêzeke siyasî an jî civakî. Ma gelo bi damezrandinan Partiya Êzidiyan ev dixwazin bibin xwedî mafe xwe li Kurdistanê an jî li Iraqê? Bê guman Ereb jî vê dizanin û dixwazin navbera Êzîdiyan û Hukumeta Federe Kurdistan de nangokiyan derxin. Ji çi sedemî birêz Mîr Tashin Beg ji Kurdistanê derketibe jî, pir pirsan bê bersiv hiştiyê.
Hinek rêxistinên Êzidiyan li diaspora Hukumeta Federe Kurdistan rexne dikin û dibejîn ku Hewler pirsgireka Êzîdiyan wek pirsgirêke mezin nedît û civaka Êzidiyan û taybetiyan wan baş analîz nake. Bi diruşmên “em tev Kurd û bira ne“ xwestinên civaka Êzîdiyan her dem li paş xistin e.
Dîtina sêyemîn: Pirsgirêkeke Êzidiyan li Kurdistanê heye
Çiqas Êzîdî Kurd bin jî, ev ji aliyê struktura civaka xwe, baweriyên xwe û hinek taybetiyên çandî, cuda ne. Ev rastiyek e. Bi înkarkirina taybetiyên vê civakê pirsgirêka Êzîdiyan careser nabe. Ev pirsgirêk mezin dibe. Heta hinek Êzîdî û rexistinên wan bawerin ku bi ve siyaseta înkarkirina pirsgirêka Êzîdiyan Hikumete Federe ya Kurdistan û Hikumeta Iraqê li Bexdayê dixwazin ku Êzîdi wiha hemû ji Kurdistanê û Iraqê derkevin. Daku ev ne Misilman in. Hinek grup û mirovên Êzîdî qirkirina Êzidiyan di sala 2008 an de û gelek bombekirin û kuştina Êzidiyan ji aliyên El Qaida wek mînak didin. Ev dîtineke pir tehluke ye û rê li koçberkirinê vedike.
Yek ji şertên demokrasiya rast xwedîderketin li mirovê herî bê maf û komên herî kêm e. Hikumeta Kurdistanê çiqas li hemî hemwelatiyên xwe û komên wan wekhev xwedî derdikeve, divê herdem jî taybetiyên civaka xwe jî ji bîr neke. Kurd hemû dizanin, bindestî, xwedî bê mafê çandî, netewî û nasname çiqas zehmet e. Lewra jî, derxistina madeyên taybetî di zagonê bingehî de ji bo misagoriya parastina olî, perwerde û çanda Êzidiyan gavekî herî pewist e.
Hikumeta Kurdistanê divêt bikeve nav pewendiyan bi rêz Mîr Tashîn Beg, daku dîsa wegere Kurdistanê an jî nûnerê xwe li Kurdistanê diyar bike. Ku strukturên Êzîdîyan, yek ji wan Mîr bi xwe ye, werin gufarti, an jî tune bibin, Êzîdî vê bi hejamareke mezin ji Kurdistanê derkevin û li cihanê belav bibin. Lewra jî, bi destûra Mîr an jî bê destura wî (ku bixwe Mîrek nû ilan neke) divêt nûneritiya Êzidiyan li Kurdistanê hebe. Ji sala 1162 an heta îro Mirê Êzîdiyan li Kurdistan li ser Êzidiyan hikumdarî kirin. Lewra jî penahberî di ve demê pir şaş dikare were fehm kirin. Di dema Seddam de ku Mîr Tashin Beg ji Iraq reviya tu kesî denge xwe nekir û ji aliyên Êzidiyên Ewrupa piştgiritiyeke mezin dît. Heta heyeteke Êzidiyan di sala 1980 bi Mîr Tashîn Beg re vegeriyan Iraqê, daku Sedam wî negire an jî nekuje. Mîr Tashin Beg divêt li Mirîdên xwe û netewa xwe wekhev xwedî derkeve û bi berpirsyariya xwe baş zanibe.
Birêz Mîr Tashîn Beg ku bi ji riya giştî sedema penaberiya xwe eşkere bike, evê pir şipekulasyonan û şaşitiyan birwasestin e.