Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 25 August 2009

CIVÎNEKE WÊJEYÎ Û REXNEYEK

Lokman Polat

Li Swêdê gelek sazî û komeleyên çandî yên kurdan hene. Komeleyên karger yên ku birêvebiriya hinek dezgeh û saziyên çandî dikin kêrhatî nînin û lewre jî xebatên berbiçav yên baş û hêja nakin. Lê hinek jê karên hêja pêk tînin. Pirtûkxaneya kurdî ya li Stockholmê kar û xebatên baş dike. Li pirtûkxaneyê temamê cureyên pirtûkên kurdî, bi sedan pirtûkên li ser kurdan û tevahiya pirtûkên çîrok, helbest, şano û romanên kurdî hene.

Pirtûkxana kurdî car caran civînên wêjeyî amade dike. Ev jî karekî hêjaye ku ew pêk tînin. Wan herî dawî nivîskara kurd Lorîn S. Dogan vexwendin û wê ji welêt anîn Stockholmê û ji bo wê civîneke wêjeyî amade kirin. Mijara civînê nivîskariya wê, şîrovekirina pirtûka wê ya çîrokan ku navê pirtûkê “Kirasê Teng“ e û herweha hevûdu nasîna wê û nivîskar û xwendevanên li Stockholmê bû.

Civîna wêjeyî ku pirtûkxana kurdî amade kiribû û Xanim Lorîn S. Dogan pêşkêş kir gelek baş derbas bû. Nivîskara kurd dîtin û ramanên xwe, hestên xwe û şêweya nivîskariya xwe ji gohdarvanan re rave kir. Di civînê de xwendevanekî kurd got “ez nivîskar nînim, xwendevanekî kurd im“ û di derbarê pirtûka Xanim Lorîn S. Dogan de dîtinên xwe pêşkêş kir û bi şêweyeke zanîstî pirtûkê şîrove kir. Şîroveyên xwendevanên kurd dide nîşandan ku hindik bin jî xwendevanên kurd hene û ew berhemên edebî yên kurdî dixwînin.

Di civînê de tiştêku bala min kişand hindikiya gohdarvanan bû. Min guman nedikir ku ewqas hindik kes beşdarê civînê bibin. Ciheke wek Stockholm, bi sedan nivîskar û xwendevanên kurd hene. Bimin divê hîn pirtir kes, nivîskar û xwendevanên kurd beşdarê vê civîna wêjeyî bibana.

Li Swêdê bi navê komeleya nivîskarên kurd komeleyek heye û çil endamên vê komelê hene. Herweha ji pênc kesan komîteyeke wê ya birêvebiriyê heye. Di vê civînê de ji komîteya komelê yek kes jî tunebû, anku nehatibû. Di esasê xwe de amadekirina civînên çandî edebî divê ji alî komela nivîskaran ve bê amadekirin. Komîteya birêvebir a komelê xebateke weha pêk naynê û beşdarê xebatên weha jî nabe. Ev rewş ji bo komelê kêmaniyeke, şaşiyeke û divê were rexnekirin.

Kar û xebatên weha, divê di serî de ji alî komela nivîskaran were kirin. Komele heye, komîta wê ya birêvebirinê heye, lêbelê li holê xebatek tune. Li Stockholmê du federasyonên kurdan û enstituyeke kurdan hene. Di bernameyên wan de pêwîstiya kar û xebatên çandî, edebî hene, lê dema mirov li pratîka wan dinêre, li kar û xebatên wan dinêre, di hêla xebata çandî û edebî de kareke wan ê hêja ku hêjayiyê pesnê be nabîne.

Ji rewşa komeleyan diyar dibe ku komîteyên birêvebir nekêrhatîne û lewre jî divê werin guhertin. Divê endamekî/a komeleyan ji du periyodan zêdetir nekeve komîteyê û ji bo kesên din rê negre. Kesên ku dem û wextê wan ji bo kar û xebata komelê tunebe, divê nekevin komîteyan. Heger federasyonên kurdan, enstituya kurdî û komeleyên kurdan xwe reorganîze bikin û kesên kêrhatî têxin komîteyên birêvebir dê bikaribin kar û xebatên hêja pêk bînin.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.