Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 11 July 2009

Roja damezirandina partiya me, 44 saliya PDK-Bakur pîroz be!

44 SAL TÊKOŞÎNA DOZA KURD Û KURDİSTANÊ

Berî 44 salan rojeka wekî îro, 11ê Tîrmehê pênc welatperwerên Kurd li bajarê Amedê li baxçeyê Koşkê li bin dareka çinarê li hev dicivin û biryara damezirandina partiyeka Kurd û Kurdistanî didin. Ev biryar, ji bo tevgera azadiya gelê Kurd li bakurê Kurdistanê biryareka dîrokî ye. Ev kes bi navên xwe nehînî yê Partiyê û navên xwe eslî ev in: Sait Elçî (Pêşmergeyê welat), Durnas (Av. Ş. E.), Şakir Epozdemir (Evîndarê welat), Derviş Akgul ( Jîrek) û Omer Turhan (Bendeyê Welat). Vê rojê şexsieyetekî girîng hê ji nav dameziraneran kêm e. Ew li binê dara çinarê nine. Wî gotina xwe ya dawî hê negotiye. Katibê Şêx Saîdê nemir Fehmiyê Bîlal-ê Liceyî diçe Siweregê, bi “Gandi-yê xwe“ re qise dike. Ev “Gandi-yê Kurd“ Avukat Faîk Bucak e. Fehmiyê Bîlal wî îqna dike û xebera xêrê vedigere Diyarbekirê. Ji Saîd Elçî û hevalên wî re dibêje: “Faîq Beg jî dê tevlî we be!“. Hemî bi vê xeberê gelek dilşa dibin.

Di eslê xwe de roja 11ê Temûzê li binê dara çinarê PDKT-ê danîne û karan li hevdu belav kirine: Serek Pêşmergeyê welat Saîd Elçî, Sekreter Durnas, muhasib Şakir Epozdemir, Derwêşê Sado û Omer Turhan jî aza ne. Dema Xalê Fehmî xebera xêrê digihîne, biryar didin careka din civîneke çêbikin.

Bi qasî piştî çil rojan (roja 20 an 21ê tebaxê ?) vê care şeş kes; pênc kesê navên wan borî û Zinar (Av. Faik Bucak) li Amedê li Turistik Otel-ê civînekî çêdikin û careka din tewcîha wezîfeyan tê kirin. Saîd Elçî dibêje Serekê me “Faîk Abê ye“. Ew jî sekreteriya partiyê hildide ser mile xwe. Şakir Epozdemir dimîne muhasib, sê kesayetên din jî aza.

Li otelê bernameya PDKT/TKDP-ê ji terefê Derwêşê Sado vex al bi xal tê xwendin û tê biryar kirin.

Li ser vî karê pîroz û derbarê kesayeta van Kurdperwerên ezîz de gelek tişt dikare were nivîsîn. Em vê yekê nuha bihêlin ji dîrokzanan re. Em dixwazin tenê bi ç xalan bahsa vê bûyera dîrokî bikin û bîreweriya Kurdewar teze bikin.

1. Di damezirandina PDKT/TKDPê de ronahî û rênîşaniya rêbaza Barzanî, bayê Şoreşa Îlonê, bandora hebûn û xebata Partiyên Demokrat li rojhilat, rojava û başurê Kurdistanê esas e.

2. Teşwîqên Katibê Şêx Saîdê nemir Fehmiyê Bîlal gelek tesîra xwe li ser dameziraneran kiriye.

3. Rol û insiyatifa Saîd Elçi di damezirandina Partiyê de faktora sereke ye. Ew wekî nave xwe, bi rastî jî pêşmergeyê doza Kurd û Kurdistanê ye.

4. Zanîn û projeya siyasî yê Av. Faîk Bucak di bername û têgihiştina siyasî û felsefî ya PDKT de xwedî cîhekî girîng e.

Cîh û wateya PDKTê di dîroka bizava azadixwaza bakurê Kurdistanê de zêde girîng e, hewce ye cîlên nu jî vê rastiya dîrokî hîn bibin, pê bizanin. Di çend xalan de ev girîngî:

1. PDKT li ser axa bakurê Kurdistanê piştî teşkîlata AZADÎ, rêxistina yekemîn e ku di demê Komara Kemalist Tirkiyeyê de bi armanca cîbecîhkirina daxwazên doza Kurd û Kurdistanê de hatiye danan.

2. PDKT, li bajarê paytexta di dilê Kurdperweran de li Amedê hatiye damezirandin.

3. Bi damezirandina PDKTê berê rewşenbîrên Kurdan hatiye zivirîn, ber bi doza netewa Kurd, ber bi doza Kurdistanê. Tirs û xofa rejima kemalist ya di nav bi taybetî xwendeyan de hatiye şikestin. Bi rêxistinî damezirandina PDKTê vejîna hasten Kurd û Kurdistanî ye.

4. PDKT, doza nasnameya netewî, doza welat, doza mafê xwebixwe îdarekirinê û li ser esasê wekheviyê doza maf û azadiyên siyasî, çandî û aborî kiriye. Partiyeka welatperwer, democrat û modernist e.

Armancên siyasî ya bernameya PDKTê piştî 44 salan, ji bo îro jî derbas dibin; Bername hem dîrokî ye, hem ji bo îro jî realist e.

PDK-Bakur di 44 saliya xwe de, îro jî heman daxwazên sereke yên siyasî ji xwe re kiriye armanc. Di çarçoveya MAFÊ ÇARENUSÎ de, ser bingehê WEKHEVİYÊ li ser axa bav û kala ÎDAREYEKE KURDİSTANÎ bi cureyeke FEDERASYONEKÎ daxwaza PDK-Bakur e. PDK-Bakur di kongreya xwe ya dawî ya 9. mîn de vê armancê di bernameya xwe de bi cîh kir. Hîmdarên Partiya me berî 44 salan nefsa vê doz û daxwazê kirine, beyî ku gotina federasyonê bi nav bikin.

Em vê roja dîrokî li hemi endam û dostên xwe pîroz dikin.

Em her şeş dameziranderên Partiyê bi rêz û hurmet bi bîrtînin û wan ji ber vî karê wan yê wêrek ji dil û can pîroz dikin.

Herdu Serekên Partiyê yên şehîd Av. Faîk Bucak û Pêşmergeyê welat Saîd Elçi-yê nemir bi rêzdarî bi bîrtînin û li pêş ruhê wan û pêş ruhê hemi şehîdên Kurdistanê sere xwe datînin û dibêjin ruhê we şad be û cihê we bihêşt be.

Sê hîmdarên PDKTê birêzan Derwêşê Sado, Şakir Epozdemir û Av. Ş. E. li jiyanê ne û xebat û xizmeta doza azadiya gelê Kurd e berdewam in. Em ji wan re jî temenek dirêj û jiyaneke bextewar û bi saxî û silametî hêvî dikin.

Ev 44 salên dîroka PDK-Bakur bi demên xweş û nexweş dagirtî ye. Partî di demên xwe yên herî dilêş de jî ticarî ji rêbaza Barzanî şaş nebûye û ji xebata kurdewar sist nebûye, bi hemi imkanên xwe di xizmeta doza Kurd û Kurdistanê de bûye. Îro jî ev bawermendî, kar û xizmet berdewam e.

Serbilindî ji bo dameziranêrên PDKT!

Serbilindî û şanazî ji bo endam û dostên Partiyê û hemi dilsozên doza Kurd û Kurdistanê!

BİJÎ 44 SALİYA PDK-Bakur!

11. Tîrmeh 2009

PDK-Bakur

Têbinî:

Agahdariyek kurt ji bo raya giştî ya Kurd:

Caran hinek bixwazin jiber berjewendiyên xwe kesayetî aciziyan derbixin û wekî van demê dawî bikevin dû hesabên pûç, bi civînên korsanwarî serêşiyan ji Partiyê re derbixin, bila bizanin ku ev kiryarên han rûreşî ye û her dê xwediyê van neqenciyan li xerabiyên xwe poşman bin. Bi munasebeta 44. saliya Partiyê, em dixwazin bi kurtî ji bo raya giştî ya Kurd re pêşkêş bikin ku Partî van karên korsanwarî muhatab nagire û bersiva van kesan jî nade. Ew kesên ku daxuyaniyan li medya Kurdî belav dikin, dixwazin bi vê yekê xwe bidin munaqeşe kirin. Mixabin yek du malper jî dibin aletê vê leyistikê. Hewce ye erk û prensibên rojnamevaniyê neyên binpê kirin.

Têbinî 2:

Ji bo amadekirina vê beyanê bi taybetî ji agahdarî û serpêhatiyên hîmdaran hatiye îstîfade kirin. Jêder nivêsên Derwêşê Sado û Şakîr Epozdemir di kovarên Kurdî de û pirtûka Ş. Epozdemir ya “Doza Antalyayê“.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.