Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 5 July 2009

Gare Sazkar .. SAZ U AWAZÊN KURDÎ .. (107)

Besa Xelîl ..!

avkanî www.doxata.com

Eman nema nema nema neman, eman neman
Eman neman, eman neman, lê sebra dilan
Rabe serî bişo, lê bi ava gula
Biska berde ser herdu mila
Hawara min Xwedê ye, çelex û bê bext, biçavê xwe nebînin, tovê keç û kura,
çawa ew ketin neqba herdu dila ?
Besa min kerem ke lê ..

Eman nema nema nema neman, ema neman eman wayê
Xtûna min nebû sereka sê sed û şêst û şeş gewrayê
Heyfa jina qenc, paşî nîvê şêvê, xewa wê di himbêza mêrê pîs de nayê
Eman neman neman, ema neman .. xatûna min wayê ..

Eman nema nema nema neman, ema neman, li te gewezê ?!
Min bi xulama rêşiyên şarê, rebenê dînê, wan gufikên qezê
Biro dibê, bi Êzî, ez terka çavê Besê nadim,
heyanekê xwê şîn neyê û qantir nezê!
Eman nema nema neman, ema neman .. xatûna min wayê

Gidyano ?!
Besê gazîkir go: Etê xweyingê, çend gundî û cînar,
dibêjin min “navê te bişêranî Besnaye“
Nav û navkêlekê min qendîlin bejna min kelaye,
şikir ji Xwdê, eze ciwanbûn, bûme tivengeke bergir,
rojên şahiyan û daweta di destê nezanan de derba min nîne,
derba min ye windaye lê ê ê ê ..
Xwedê, ew bavê keremê, bikê dayik û bavê min xêrê nebînin,
çima ez nedam xortek ji xortên mala Mehemed Begê botî yekî di çaxê benga min de ..
Rabûn ez dam Birahîmê temo, qeraşê aşê Nisêbînê, nanhejmêrê ser tenûrê,
siwarê qorbergîrê mêr sê jina ..
Çibikim kaxez û niviştikê min windane lê ê ê ê, ax de lê lê .. li min poşmanê yadê

Li min bê li te bê li vê yeke
Min dêna xwe dayê, besê bejna xwe tewizan pala xwe da hêsanekê
Min destê xwe avê te ber û paxilê tiştîrî, jê tê bihna baxçê wê felekê
Biro dibêjê, ez terka çavê reş û belek nadim heyanekî,
li wê Mehserta şewitî kêlekê daneynim ser kêlekê
Eman nema nema nema neman, ema neman .. xatûna min wayê

Eman Besa minê, darî min û Mehserta xopan û wî şewitiyê gundê Torebdînê
Min dî taveke berfê abûreke baranê, ji Çiyayê Şingalê, xwe berdane qeracê Qertimînê
Ma kê diye kê bînayê kundek şikêra hêlîn chêkê li dewsa gokeçînê, dinya dem û dewranê Xwedê ne,
evîna xwe û bese Xelîl nadim bi evîna Mem û Zînê
Eman nema nema nema neman, ema neman .. xatûna min wayê

Lawikê min dêranê, di wan kolanê gundê me de, qûte-qûte
Min dên û bala xwe dayê, cotê rexta girêdane bi ser qapûte
Bi Xwedê ne ji şerma dayik û bavê min ba ye .. minê rojenîvro,
bi revandinê daba dû te.
Çibikim kaxez û niviştikê min windane lê ê ê ê, ax de lê .. li min poşmanê yadê

Gidyano ?!
Hingî eza aşiqbûm, gundî cînaran digotin Besê bûye dîne
Sîng û berê min di kal û gewrin, memikê min di bozine deqandîne
Li ser serê min çêl û çar gulî ne
Heke hû ji min bawer nekin, bişînin pey melayê gund, bila ji bîr nekê kaxet û qeleman bi xwe re bîne
Gotina min rast, derew tê nîne .. Xwedê bike dayik min xêrê bikê, bavê min xêrê bi çavê xwe nebîne
Çima ez nedam xortek ji xortên mala Mehemed Begê botî, yekî di çaxê benga min de ..
Wan rabû ez da me Brahîmê Temo, xwediyê sê jina .. paşî nîvê şêvê tê taximê sîng û berê min nazikê ..
min qulibînê vî alî û wî alî, heqê şêvê ji min nastînê ..
Li min poşmanê yadê

Heyva me bilinde, çarde şevî
Şewqa xwe daye mehela Meşkîna, bi dar û devî
Sed qeda û bela li zewaca bê dil kevî
Weke nanê garisî û ava şevî ji hev û din direvî
Rabe karê xwe bike, apê Birahîn, em herin heqiya Mala Şîxadî yê inzel
Ka Besa Xelî bi helalmalî, ji kê ji me re dikevî ?
Eman nema nema nema neman, ema neman .. xatûna min kerem bike ..

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.