[img]http://serbesti.net/AlaKurdistane.gif[/img][img]http://www.peyamner.com…]
Kurdistanî - CIHGIRÊ SEROKÊ PARLIYAMENTA HERÊMA KURDISTANÊ TEQÎNA DOH YA BAJÊRÊ XANEQÎNÊ RISWA KIR
PNA – Teqînek dijwar doh li bajêrê Xaneqînê li xwaringeha Dilşad ji alîyê terorîstekî xwekuj ve hat encamdan û bêtirî 11 kesan hatin kujtin û bêtirî 13 kesan jî birîndar bûn. Cihgirê serokê parliyamenta herêma kurdistanê Kemal Kerkûkî jî ev kirdara han riswa kir û daxuyanîyek di bareya wê de ragihand. Di beşekî evê daxuyanîyê de hatiye – û wêneyek jê li PNA ye – ku terorîst û tarîperest ên ku çavên wan ji ber ezmona demokrasîya Iraqa nû û jîyana bi hev re ya aştîyaneya pêkhatên gelê herêma kurdistanê ve ranabin, weha xweztin ku bi evê kirdara nemirovane rabin.
Kemal Kerkûkî di daxuyanîya xwe de got, ku ev terorîstên han kîna xwe ya reş bi ser xelkên aştîxwaz û demokrasîxwazên xelkên bajêrê Xaneqînê de rijandin.
Di evê daxuyanîyê de hat dîyarkirin, ku xelkên Xaneqînê beşdarîyek çalak di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de kirin. Weha jî hatiye xuyakirin, ku xelkên azadîxwazên Xaneqînê ev çend roj in, bi hemû pêkhatên xwe ve û bê wêne beşdarî di prosesa hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de kirine.
Ev daxuyanî dide zanîn, ku pirranîya xelkên evî bajêrî bê dudilî bawerîya xwe dan lîsta Biratîyê û Jîyana Bi Hev Re ya hevpeymanîya kurdistanî, da ku hemû pêkhatên evî bajêrî bi mafên xwe şad bibin.
Cihgirê serokê parliyamenta herêma kurdistanê tekezî li ser şkestin û riswayîya terorîstan kir û got, ku evan terorîstan evê carê jî armancên xwe pêk ne anîn û li beramber evê kirdara hovane, birî û bawerîya xelkên Xaneqînê bilindtir û xurttir bûn.
Pêdivêyî nîşandanê ye, ku doh pêncşembê li xwaringeha Dilşad a bajêrê Xaneqînê, teqînek dijwar çê bû û di encam de bêtirî 11 kesan hatin kujtin û bêtirî 13 kesan jî birîndar bûn. Ev teqîna han jî ji alîyê terorîstekî xwekuj ve hat encamdan, ku xwe li ber xwaringehê teqand.
[img]http://i217.photobucket.com/albums/cc45/kurdishking_03/Biji_Kurdistan.g…]
Re: Barzani: Iran not meddling in Kurdistan ! /Çavkani: PNA