Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 4 January 2009

[center][b] [color=#CC0000] [size=x-large]GELO ÇIMA??[/color]

Em li benda bersiva we ne![/size] [/b]

[img]http://img517.imageshack.us/img517/6283/cimatv3.jpg[/img][/center]

[i][b]Werin li kolan û riyên bajar û gundan binerin!
Werin di sala nû de mal bi mal bigerin!
Werin li pirs û gotinên zarok û diyên reben guhdar bikin!
Werin li halê bavê hejar temaşe bikin:[/b][/i]

Bav û bapîr dibêjin: [b][color=#CC0000]Gelo çima[/color] em bi tenê ta nuha mane bindest?
[b]Gelo çima[/b] em bi tenê ji xêra welatê xwe bêpar mane?
[b]Gelo çima[/b] ta nuha em nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin?
[b]Gelo çima[/b] neyar dikare evçend çavsoriyê li me bike?
[b]Gelo çima[/b] evçend xelkên me ji welatê xwe penaber dibin? ji neçarî direvin, li pariyê nanê zarokên xwe digerin û li xerîbiyê bê keramet dibin?
[b]Gelo çima[/b] mirovên me evçend serjêr dibin û çavşikestî dibin, nemêr dibin, bê hêz dibin?
[b]Gelo çima[/b] ta nuha em xeşîm û nezan mane, em çîrok û meselan ji navhev dernaxin?
[b]Gelo çima[/b] em bi serûguhê hev digrin, hawaye neyar û malxurê me xuya ye?
[b]Gelo çima[/b] neyarê me a xwe di me de dibîne û bi hesanî dikare me li hev bigerîne?
[b]Gelo çima[/b] em ji hev re nebaş û pîs in, ma ne êş, kul û derdên me tev yek in û hêviya me tevan jî yek e?
[b]Gelo çima[/b] dewletên mezin guh na din doza me, ma qey em çi ne?
[b]Gelo çima[/b] bajarên me ji gundên me yên heyamên berê perîşantir in?
[b]Gelo çima[/b] partiyên me bi derewa pirr dibin?
[b]Gelo çima[/b] serî û rêber li me pirr dibin?
[b]Gelo çima[/b] em na bin yek, madem êş û derdên me yek in?
[i] [color=#CC0000][b]Gelo çima???? Gelo çima????[/b][/color][/i]

3.2.2009
[b]Gula Amûdê[/b]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.