Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 1 January 2009

[center][color=#CC0000][b]Sores Resî[/b][/color][/center]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/sores_resi.jpg[/img][/center]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/dirokaKocberiyaKurdan.jpg.jpg[/im…]
http://www.kurdishbookbank.org/soresresi.htm

[b]Kurdish Book Bank - SARA:[/b]
http://www.saradistribution.com/book_bok_kitap.htm

[center]
[b]Dîroka Kurdên Koçber[/b]

(Anatoliya Navîn, Xorasan, Rûsya û Sûriye)[/center]

Şoreş Reşî ku bi xwe ji kurdên anatoliya navîn e, pirtûkek
lêkolînî ku ji du cîldan pêktê li ser dîroka kurdên koçber amade kiriye û niha
di nava weşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê de bi zimanê kurdî derket!

Wek ku raya giştî dizane Reşî heta niha bi pirtûk û nivîsên
xwe yên lêkolînî tê naskirin. Lê bi van herdu berhemên xwe mêjûyî ronahiyek da
ser dîroka koçberiyê. Ev berhem di encama lêkolîn, xebat, xwewestandineke bi
salan(10 sal) de derketiye.

Reşî dîroka koçberiyê ji serdema Hûrîyan heta salên 1800 an
bi awayekî lêkolînerî nivîsiye. Pirtûk pişta xwe dide gelek faktayên dîrokî.
Her wisa berhem bi nexşe, dîmen, ferman, tablet û tabloyên ku faktayan dide
berhevdu hatiye xemilandin. Gelek dîmenên rengîn jî ji herêmên cuda yên ku kurd
lê dijîn û yên ji derdora wan di pirtûkê de hene.

Di vê pirtûka dîrokî de gelek tez û îdeayên nû li ser dîrokê
hene. Wek mînak ew teza turkan a ku dibêje Kara Koyin û Ak Koyin turk in, di vê
berhema lêkolînî de tê pûç kirin. Bi vî awayî gelek tez û îspatên din jî bi
belgeyên dîrokî têne ronî kirin.

Wekî din jî pirtûk têkiliyên kurdan ên bi gelên cîran û yên
li herêmên dûr jî derdixe holê.

Her wisa pirtûk ji aliyê têkiliyên olî yên kurd û cîranên
wan de jî çavkaniyeke balkêş e û gelek xalên tarî ku nayên zanîn ronî dike. Ji
nivîsa li ser berga dawî ya pirtûkê “ ... çawa dibe ku parçeyek ji êlê xwediyê
ola zerdeştî be, yek elewiyê sersor be, yek şîa be û yê din jî sunî be?“

Xaleke din a esasî jî di pirtûkê de ev e ku Reşî çand û
edeta kurdan bi dîmen û nexşeyan pêşkêş dike. Di vê berhemê de mirov dikare
kincên kurdan ji seranserî dîrokê heta roja îro bibîne. Ji vê awura candî de jî
pirtûk têra xwe dewlemend e.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.