Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 16 December 2008

Dema min li ser helbestvanên jin gotareke nivîsî û weşand, haya min ji pirtûka nivîskara kurd Bîlge Sûmer tunebû. Pirtûka wê li Almanya di nav weşanên “Hogir Xanî“ de derketiye. Ji bo ku kovareke kurdan ya taybetî ji bo weşanên kurdî tune û weşanên kurdan yên heyî jî zêde behsa pirtûkên kurdî nakin, mirov pê nahese ku kîjan pirtûka kurdî derketiye.

Nivîskara helbestvan a jin bi eslê xwe ji navçeya Wêranşahrê ye. Ji Wêranşahrê nivîskarê naskirî Zinarê Xamo derketiye. Wekî din kesek ku bi kurdî dinivîse û ji navça Wêranşahrê ye heye yan na ez nizanim. Di hêla kurdînivîsînê de li bakurê Kurdistanê û heta di temamiya herçarparçeyên Kurdistanê de yên ku herî pir bi kurdî dinivîsin anku navçeya ku herî pir nivîskarên kurd jê derketine navçeya Licê ye ku girêdayê bajarê Amedê ye. Navça Licê digel gelek taybetmendî û xisûsiyetên xwe di hêla têkoşina li dij dagirkeriyê, berxwedan, serhildan û nivîskariya kurdî de serkêşiyê dikşîne. Piştê Licê, Mêrdînî, Farqînî, Hekarîyî û Batmanî tên.

Mijara vê nivîsê bi kurtahî danasîna pirtûka nivîskara helbestvan a jin Bîlge Sûmer e. Bilge Xanim helbestvaneka ciwan e. Ew di sala 1985-an de li Wêranşahrê ji dayik bûye. Wê di ciwantiya xwe de du pirtûkên helbestan nivîsiye û herdu pirtûkên wê jî hatine weşandin. Pirtûka wê ya yekem di bîstsaliya wê de derketiye. Pirtûka wê ya helbestan a pêşîn bi tirkî ye. Paşê ew vegeriyaye ser zimanê xwe ê zikmakî û bi kurdî nivîsiye. Wê gelek baş kiriye ku dest pê kiriye û bi kurdî nivîsiye.

Navê pirtûka nivîskara kurd Bîlge Sûmer'a helbestvan “Melodiya 8-an“ e. Pirtûk 67 rûpel e. Di pirtûkê de 30 helbest hene. Bîlge Xanim ji bo alîkariya amadekirina pirtûkê ji helbestvanê hêja Hêmen Kurdaxî re spas dike. Hunermend Rajal Xelîl ji bo berga pirtûkê tabloyeke spehî çêkiriye.

Weke min got, helbestvana kurd Bîlge Sûmer Xanim di ciwantiya xwe de helbest nivîsiye. Belkî jî ew helwestvana kurd ya herî ciwan e. Di helbesteke xwe de ew dibêje :
“Temenê min 21- sal in
21 pel ji dara bihar a min weşîn
21 hêsir ji çavên diya min barîn
Temanê min 21 sal e
Şîn bûme wek ezmanan
Porê min şîn e
Laşê min şîn e“

Naveroka helbestên wê dewlemendin û bi mijarên pir rengîn hatine hunandin. Ew di helbestên xwe de êş û nalîna kurdan û evîndaran tîne zimên. Ew êşa kurdan bi melodiyeke şaheser, weka dîmenên hunerî radixe ber çavên xwendevanan û ji êşên evînî û civakî tabloyeke bêpayan diafirîne. Ew di reş û tariya zilamet de “rûyên ku bi evînê hatine şûştin“ dibîne û helbesta “jan û evînê“ dinivîse.

Helbestvana rihtenik û nazemîn ji tariyê diqehire, ew ji ronahiyê hez dike.Tarî wê diêşîne. Lewre jî ew diqehire, xemgîn dibe û diqîre. Ew melodiya 8-an bi dilekî şikestî distire. Melodiya bi êş, ya ji bo kuştina zarokên kurd dil û kezeb li mirov dişewitîne. Min di gotareke xwe de nivîsîbû, li cîhanê sazûmana faşîst a Hîtler zarokên cihuyan kuştin û sazûmana komara kemalîst a Tirkiyê zarokên kurdan kuştin û hêj jî dikujin. Helbestvana Dilşewat bi rondikên çavan kuştina zarokan bi zimanekî helbestkî dinivîse. Ew dibêje li hemberê kuştina zarokan êdî Xweda jî fedî dike.

Helbestvana kurd ku wek navê xwe ê tirkî zana ye, zanîstiya xwe ya hunerî bi hevokên pirmane yên helbestkî dirisîne. Ew evîna evîndaran di çavên evîndaran de weka pirtûkeke dixwîne. Evîndar ji bo hevûdu roj in, hev rohnî dikin, germaniyê didin hev û dibine sedemên jiyana hev. Evîn pîroziye. Jiyana bi evîn jiyana herî xweş e. Peyva herî xweş ya jiyanê peyva “Ez ji te hez dikim“ e.

“Ji te hezdikim
Lê, erdekî hişk im
Li benda baranê me
Barana min tuyî û...
Tu roja min î.“

Pênûsên nivîskaran carna dibine weke şûrê tûj, carna ji pênûsên wan agir dibarin. Pênûsên zimanekî qedexekirî li hemberê dagirkeriyê agir dibarîne. Bi zimanê qedexekirî nivîs nivîsîn şêweya herî xurt û manedar ya berxwedanê ye. Li welatekî ku di bin dagirkeriya dagirkeran de dinale û ji hêla fermî ve hêj jî navî qedexeye, anku li bakurê Kurdistanê bi kurdî û bi hestên kurdayetî nivîsîn pîroziya herî giranbiha ye ku ev jî ji alî nivîskaran ve tê bicih anîn û ji alî helbestvanên xwedî hestê tenik û nazdar bi peyvên hilbijartî têne ravekirin.

Nivîskar û rewşenbîr wijdana gelê xwe ne. Ew derd, kul û hemû cure êşên civakî di ruhê xwe de hîs dikin. Ew dibîne dengê gel û daxwazên gel tînin zimên. Ew dikarin xwe têxin şûna gel û di xwe de tabloyên gelêrî pêk bînin. Helbestvana hêja Bîlge Xanim di xwe de tabloyeke ji êşê hunandiye û bi zimanê helbestkî û bi hunerî pêşkêş kiriye. Wê di helbesta xwe ya bi sernavê “Tabloyekî ji êşê me“ de hevokên manedar yên helbestkî bi hunerî li pey hev rêz kiriye. Ew dibêje : “Bi birînên xwe navê te dinivîsim“ , “Laşê min tabloyekî ji êşê ye“

Helbestvana Kurd Bîlge Xanim dengbêjê kokkurd ê navdar Ahmed Kaya ji bîr nekiriye û li ser wî jî helbesteke nivîsiye. (Gelo çima wê tenê li ser Ahmed Kaya nivîsiye û li ser navdarên kurd, nivîskarên kurd, serokên kurdan yên netewî, anku çima li ser Şêx Saîdê nemir, Mistefa Barzanî, Qadî Mihamed, Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, dengbêj Şakiro, Tahsîn Taha, Ayşe Şan, Hesen Cizrewî û hwd, nenivîsiye û çima tenê li ser Ahmed Kaya nivîsiye? Ev bila wek pirseke bimîne.) Di pirtûkê de giranî li ser helbestên evînê ne. Naveroka helbestên evînî baş hatine dagirtin. Di hinek helbestan de hinek peyv û hevokên erotîk hene. Ev jî şanazî û cesareta nivîskara jin Bîlge Xanimê dide nîşandan. Bi min divê edebiyatvan – çîroknivîs, romannivîs, şanonivîs û helbestvan – ji peyvên erotîk, ji şadbûn û pêkanîna şadimaniyê şerm û fedî nekin û di berhemên xwe de vana bînin zimên. Di berhema nemir ya ku sêsed sal berê hatiye nivîsîn de – Mem û Zîn a Ehmedê Xanî – de evîn, pevşabûnî, erotîzm û hestên şadimaniyê heye lê di gelek berhemên ku niha têne weşandin de ev tişt tunene. Edebiyata ku têde pevşabûnî, erotîzm û hestên şadimaniyê tunebe, weke xwarina rijî a bê rûn û bê xwey e. Hinek nivîskarên kurd hêj jî şerm dikin û di vê hêlê de otosansur datînin ser xwe. Di berhemên wan de mirov rastê sahneyên erotîk nayê, di nav lehengên wan yên jin û mêr de pevşabûnî pêk nayê, yên ku ji hevûdu hez dikin, hevûdu qet maçî nakin, di peyv û hevokên wan de hestên şadimaniyê qet tune ye. Ev jî ji bo edebiyatê kêmaniyeke û naveroka berhemên edebî qels dike.

Di pirtûka helbestvana kurd Bîlge Xanimê de helbesta ku herî pir bala min kişand, helbesta bi sernavê “Qahpik bê guneh in“. Ez jinên ku ji wan re “qahpe“ , “Qahpik“ tê gotin, bi vî tewirî bi nav nakim. Li gor min ev “sîfat“ ji bo wan nebaş e. Bi vî şêweyî ew têne rendîcekirin. Bi peyva “qahpe“ biçûk têne xistin. Di serî de ez vê bibêjim. Ew jî însan in. Li gor min ew “kedkar“ in, anku kedkarê seksê ne. Nabe ku mirov wan jinan biçûk bixe, li wan neheqî û heqaret bike. Weke sernavê vê helbestê, ew bê guneh in, li gor min jî ew kedkarên bê guneh in.

Nivîskar ji berhemên xwe hez dikin. Ew bi berhemên xwe şad û bextiyar in. Di berhemên xwe de azadiya xwe dibînin. Nivîskara helbestvan a kurd Bîlge Xanim jî, di nav rêzên hevokên helbestên xwe de azad dibe. Ew weha dibêje :

“ Cilên xwe
Ji helbestan didirûm
Birçîbûna dilê xwe
Ji helbestan têr dikim
Û
Azad dibim.“

Belê, tu azadî Bîlge Xanim. Azadiya xwe bidomîne û berhemên nû biafrîne û pêşkêşê xwendevanên kurd bike.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.