Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 7 December 2008

Ez weke xemxwarekî parastvanê kevneşopên Êzdiyan, vê yasaya Parlementoya Hukumeta Herêma Kurdîstanê ya ku bîryara pirjiniyê dipejirîne, şermezar dikim.

Xuşk û birayên hêja !

Ez ji tevaya parlamanter û rêvebirên Hikumeta Kurdîstana azad lave dikim ku ew di zagonan de mafên jin û mêran wekehev bipejirînin. Û ew piştgiriyê nedine wan kevneperest, nezan û oldarên Kurdan yên ku ji bona menfêata kesayetî û fanatîzma xwe êrîşî ser mafên azadî û serxwebûna jinê dikin û vê yasaya pirjiniyê dipejirînin.

Her weha hêvîdarim ku hemû rêzdarên endamên Meclisa Ruhanî ya Êzdiyan û tevaya berpirsyarên mal, komel û civata me Êzdiyan jî, helwesta xwe ya li dijî vê yasaya pirjiniyê diyar bikin.

Rêz û silav

Kemal Tolan
Berhevkarê kevneşopên Êzdiyan
07.12.08

Kek Kemal baş gotiye.Ev zogon(Qanûn)a ji bo serbestiya zewaca pirejinan dipejirîne geveke şaş e û ji bo pêşeroja me ne rêyeke erênî(pozîtîf)e. Li vê dera,du pirsgirêkên mezin derdikevin holê.Yek ji wan ev e ku ev qanûn li hember mafên serbestiya jinan e.Di vê dema pêşveçû de li Kurdistana ter û teze qanûneke wisa paşverû geveke xerab e. Ya din jî ew e ku,ev gav di mejûyê gelên cîhanê de gumanek diafirîne ku dê kurd bi sîstema şerîeta Îslamê werin îdarekirin,an jî rê lê vedike.Mixabin ev pisgirêk di hemî devletên ku tê de misilman dijîn heye. Ez bixwe ji bawerî û îbadet kirina kurdên misilman re hurmet dikim lê li zagonên li hember hiqûqê însan e re hurmeta min tune.Herwiha ev gav ne gaveke baş e û divê li hember were sekinandin. Silav û hurmet.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.