Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 14 October 2008

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=5538]Sayın S.Kardoxi'nin makalesinin devamını
anasayfada okuyabilirsiniz!![/url]

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di seredanekî xwe ya li Swêdê behsa serpêhatîyekî xwe kiribû. Gava ji Xabûr dixwaze derbasî “Tirkiyê“ bibe berpirsên JÎTEM/MÎT a Tirkiye bi ûslûbekî gellekî xirab ji Neçîrvan Barzanî re dibêjin; “Li ser belgeyên te nivîsîye, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, bi me nexweş e ji ber ku em welatekî (Kurdistan) bi vî navî nas nakin.“ Barzanî jî li wan vedigerîne ; “Ez bi hilbijartinê bûme serokwezîrê welatê xwe. Gelê min bi vê sifatî min binav dike. Heger bi we nexweş e û naxwazin bibêjin serokwezîr, xem nake, hûn dikarin bêjin Mr. Barzanî !“. Ji vê gotinê heta îro şeş sal derbas bûn. Kurdên Iraqê wê demê biqasî îro bihêz nebûn. Statuya wan ne dîyar bû û lewre jî dewletên cîhanê wan resmî nas nedikirin. Lê rewş zû guhurî. Di nav van salan de gellek gavên girîng ên dîplomatîk hatin avêtin. Kurd û nûnerên kurdan bûn yek ji aktorên esasî yên Rojhilata Navînê. Derveyî tirkan hejmareka mezin ên dewletên cihanê bi heremê Kurdistanê re di nav dîyalogê de ne û gellek ji wan li Hewlêrê konsûlên xwe yên resmî vedikin. Ev destkeftîyên dîrokî ji alîyê kurdan ve wek nirxekî mezin tên parastin. Van rojan tê behs kirin ku Tirkiye di nav hazirîyê de ye ku Neçîrvan Barzanî bi awayekî “fermî“ mêvanê xwe bike. Ji xwe demekê dûr û dirêj ev behs di rojeva herdû terefan û herweha di rojeva rayadarên DYA de bû. Ji bo kurdan girîngîya vê hevdîtinê di awayê pêşwazîkirinê de veşartîye. Hêvî tê kirin ku Herêma Kurdistana Iraqê ji teref tirkan bi awayekî resmî bê nas kirin. Ev daxwaz û hêvî çiqas dê rast derkevin em ê hemû bihevre bibînin. Lê şik heye ku tirk vêcar jî bixwazin kurdan bixapînin. Çawa? Wek xapandinên ku di dema damezrandina komara Tirkiye de li hember nûnerên kurdan pêk anîbûn. Wek, di pirsên komkûjîya ermenîyan û dagîrkirina Qibrisê de, Wek, di pêvajoya endametîya YE de hê jî pêk tînin. Tirk bi tu awayî naxwazin ku pêwendîyeka xweser di navbêna kurdên başûr û perçeyên din ên Kurdistanê de zîndî bimîne. Dixwazin, di warê ziman, kultur û tîcaretê de pêwendîya kurdên başûr û bakur bi xetekî qalind ji hev bê qut kirin. Dixwazin ku sarî û dijminatî bikeve navbêna herdu perçeyan û kurd bên hember hev. Ji bo vê armancê çalakîyên PKK ji xwe re dikin hacet. Ji destpêk heta niha daxwazên/zextên wan li hember Kurdistana Başûr aşkere ye. “Lazim e hûn bêjin PKK rêxistinekî terorîst e. Divê hûn wek “Bölgesel Yönetim“ (Kuzey Irak) çalakîyên PKK mehkûm bikin da ku em bi we re rûnin.“ Tirk heta niha di pirsekî de tu caran tawîzan nedane. Ew jî naskirina hebûna kurdan e. Roja ku rejîma Tirkiye hebûna mîletê kurd qebûl bike divê hemû awahîya xwe ya 85 salan ji binî ve xira bike. Tirkiye ji bo vê yekê ne hazir e. Di pêwendîyên Tirkiye û Başûr de ev rastî gellek vekirî xuya dike. Di nivîsekî kurt de mirov nikare behsa hemû alîyên van pirsan bike. Lê dîyar e ku gellek dest û berjewendîyên curbecûr van rojan di nav hewldanekê piralî de ne. Hêvîdar im ku “nêzîkbûna“ kurdên başûr û tirkan zerarê nede pêşeroja hemû perçeyên Kurdistanê û pêwendî li gor planên dagîrkeran nemeşe. Bi gotineka din; Divê pêşwazîya Neçîrvan Barzanî wek Serokwezîrê Kurdistana Federe bête kirin û di vî hevdîtinê de cihê ala kurdan biqasî ala tirkan dîyar be.

STOCKHOLM, 9/10 2008 — Her cara ko li ser tixûbê bakur û başûrê Kurdistanê hinek eskerên tirkan bi planeka veşartî bi navê PKK-ê bên kuştin desthilatdarên tirkan behsa avakirina “herêmeka tampon“ li ser wî tixûbî dikin. Serokê MHP-ê Devlet Bahçeli dibêje bila Tirkiye wê herêmê li aliyê başûrê Kurdistanê ava bike. Serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdoganî heştê vê mehê behsa wê daxwaza hinek aliyên siyasî yên tirkan kir û got heger esker avakirina herêmeka tampon pêwist bibînin ew dikarin wê daxwazê jî pêkbînin. Recep Tayyip Erdoganî îtiraf kir ko hinek cih her ji niho ve wekî herêmên tampon hatine qebûl kirin û got: — Li van herêman jixwe hinek cih ji aliyê xwezayî ve tampon in. Lê belê ji bilî deverên xwezayî hinek cihên dî jî hene dikarin bibin herêmên tampon. Yên ko ji bo vê yekê jî tedbîrê bigirin hêzên eskerî ne. Ji van gotinên serokwezîrê tirkan mirov fêm dike ko li bakurê Kurdistanê hinek cih ji niho ve qedexekirî û tampon in û Erdogan dibêje heger hêzên eskerî bixwazin dikarin wan cihan berfirehtir bikin. Serokerkaniya tirkan her demekî koordînatên hinek cihan li wîlayeta Şirnex, Hekarî û wîlayetên dî belav dike û wan cihan ji sivîlan re qedexe dike. Bi valakirina gundên li ser tixûbî jî di realîteyê de ew sertixûb hemî herêmeka tampon e û hatin û çûna wan deveran ne hêsanî ye. Li başûrê Kurdistanê jî bi xêra gerîlayên PKK-ê mintiqeyeka berfireh li seranserê tixûbî li aliyê başûr ji xelkê sivîl re hatiye qedexe kirin û di realîteyê de bi hevkariya ordiya tirkan û gerîlayên PKK-ê li herdu aliyên tixûbî herêmeka tampon îro heye. Pirs ew e ka gelo Tirkiye dixwaze vê rewşê bike defaktoyeka berdewam û tixûbê xwe li başûrê Kurdistanê bigihîne cihên rast? Heger hesabê Tirkiyeyê ew be hingê plana Iraqê û Tirkiyeyê ya li dijî başûrê Kurdistanê hêj zelaltir dibe. Iraq dixwaze li başûr nehêle ko kurd xwe bigihînin Kerkûkê û Tirkiye jî dixwaze li bakur pişta hikûmeta Kurdistanê bişkêne û deverên çiyayî jê bistîne. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji Anadolu Ajansiyê re got avakirina herêmeka tampon li aliyê başûrê Kurdistanê ji aliyê pratîkî ve ne karekê hêsanî ye û got: — Bi qenaeta min ev [herêmeka tampon] rewşê naguhore. Ji aliyê pratîkî ve ev ne hêsanî ye ji ber ew dever çiyayî û asê ye. Bi qenaeta min divêt ji bo çareserkirina problemê mirov li alternatîvên dî bigere. Wekî dî jî ev mesele bi serweriya Iraqê ve girêdayî ye. Nêçîrvan Barzanî rexne li hikûmeta tirkan jî girt û got heger ew digel desthilata Kurdistanê têkiliyan daneynin ma kurd dê çawa arîkariya wan bikin û got: — Heger Tirkiye bi me re nekeve diyalogê em dê çawa arîkariya Tirkiyeyê bikin? Heger tu bi yekî re neaxivî û diyalogê pê re çênekî tu dê çawa arîkariyê jê bixwazî? Tirk bi me re li ser maseyekê rûnanin heta ko em fêm bikin ka ew arîkariyeka çawa ji me dixwazin. Mirov dibêje qey tirk ne li vê dinyayê dijîn. Tirk herdu aliyên tixûbê bakur û başûrê Kurdistanê bikin herêmên qedexekirî jî kurdên başûr û bakur dê cardî bi hev re bidin û bistînin û hebûna wan tixûbên çêkirî dê rê li ber kurdan negire. Ji aliyê eskerî ve tesîreka mezin ya herêmeka tampon li kurdan nabe ji ber heger tirk yek milyon eskerê xwe li ser wî tixûbî binecih bikin cardî jî hatin û çûn dê mimkin be. Ji aliyê ticaretê û komunîkasyonê ve jî tirk bi ti awayî nikarin rê li ber kurdên herdu aliyan bigirin. Doza miletê kurd û tirkan gehiştiye qunaxa dijminahiyê. Nivîskar û entelektuelê tirk yê naskirî Murat Belge di nivîsara xwe ya dawiyê de (Taraf, 7/10) dibêje heta niho dewleta tirkan li hemberî “miletê kurd“ siyaseta asîmîlasyonê bi kar anî lê belê bi ser neket û niho jî dest bi siyaseta “dijminahiya“ miletê kurd kiriye û dibêje: — Baş e ma we niho dest bi guhortina “siyaseta“ xwe kir? Gelo bêyî ko haya me jê hebe (jixwe pirsên wiha ji “me“ yanî ji “civaka Tirkiyeyê“ nayên pirsîn û şêwr pê nabe) we dest ji “asîmîlasyonê“ berda û hon derbasî siyaseta “dijminê me kurd in“ bûn? Helwêsta Dadgeha Bilind (Yargitay) û diyardeyên wekî wê vê yekê nîşan didin. *** Têbînî: Ev nivîsar di heman demê de bi soranî di rojnameya Rûdawê de li Hewlêrê û bi kirmancî jî di sîteya Nefelê û sîteya Rûdawê de têt weşandin. -----------------------------------

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.