Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 14 October 2008

Qur'ana “Folklora Kurmanca“ derke Kitêba ko serokkomarê Mahabadê pêşewa Qadî Muhemmed girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû, “Ev e Qurana kurdan“, “Folklora Kurmanca“ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêba ko ji 760 rûpelî pêk tê, ji aliyê Tosinê Reşîd ve hatiye amade kirin.

"Folklora Kurmanca" ko Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936-ê de ji aliyê “Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê“ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne. Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin. Piştî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.

Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û Eyşê, Zembîlfiroş, Leyl û Meclûm, Dewrêşê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ko bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.

“Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ko Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: “Aha, ev e Qur'ana me.“ Şekroyê Xudo Mihoyî

HECIYÊ CINDÎ

Di sala 1908-ê li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Salên Cenga Cîhanî ya Yekemîn ew direvin Ermenistanê. Ew sala 1919-ê dîsan vedigerin Emençayîrê. Gund talankirî û wêran bû. Wê salê amerîkî li Qersê sêwîxanê vedikin û Hecî bi birê xwe yê biçûk ve dikevine wê sêwîxanê. Gava tirk Qersê hildidin, amerîkî wan bi trênê verêyî Gumuriyê dikin. Piştî li sêwîxanê dibistanê temam bike H. Cindî dikeve Peymangeha Perwerdeyê û sala 1929-ê temam dike. Dû re ew li gundên Qudaxsazê û Camûşvanê mamostatiyê dike û pê re jî ji nû ve fêrî zimanê kurdî dibe.

Ji wê salê ew dest bi berevkirina nimûnê folklora kurdî û karê wergerê dike. Bi berhemên nivîskarên ermenî re tevayî ew kitêbên tendurustiyê jî werdigerîne kurdî. Sala 1930-î ew fakûlta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê tê hildan, ji sala 1932-ê jî li Înstîtûta dîroka çanda materyaliyê dest bi lêkolînên zanyariyê dike. Salên 30-emîn dewraneke zêrîn bûn ji bo kurdên Ermenistanê û H. Cindî bi êginayî dikeve nav kar û xebatê. Sala 1930-ê li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya Pişkavkazê a Kurdî vedibe û H. Cindî li wir dibe mamostê zimanê kurdî.

Wê salê usan jî dest bi weşandina rojnama “Riya Teze“ dibe. H. Cindî dibe serokê beşa wêje û çandeyê û yekemîn berhemên xwe li wir çap dike. Ji sala 1930-ê heta 1937-ê ew berpirsiyarê radyoya kurdî bû.

H. Cindî yek ji amadekarên yekemîn konferansa kurdnasiyê bû, ko sala 1934-ê li Yêrêvanê pêk hat. Zanyarên ji Yêrêvanê, Moskvayê, Lênîngradê û Tilbîsê beşdarî konferansê dibûn. Di konferansê de usan jî mamostayên zimanê kurdî, ên ji Ermenistanê, Azarbajanê û Turkmênistanê amade bûn.

Sala 1934-ê H. Cindî beşdarî kongra Yekîtiya Nivîskarên Yekîtya Sovêtê, ya yekemîn dibe.

17-ê meha adarê, sala 1938-ê H. Cindî bi tawana pêwendiyên bi mirovên dijî Yekîtiya Sovêtê re digrin û davêjne girtîgehê. Rast piştî salekê, 17-ê adara sala 1939-ê H. Cindî azad dikin. Dûarojê ew ê 17-ê adarê bike roja bûyîna xwe, ya fermî.

Sala 1940-ê H. Cindî bi têma "Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî" têza xwe ya doktoriyê pawan dike.

Salên Cenga Cihanî ya Duyemîn H. Cindî nimûnên folklora kurdî niştimanperweriyê berev dike û bi du kitêban çap dike.

Bi spartina hukumata Ermenistanê H. Cindî sala 1944-ê elfabêya kurdî ya nû, ya ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike û piştî navbiriya şeş salan li Ermenistanê ji nû ve dest bi çapkirina kitêbên kurdî dibe.

Eger em sala girtîgehê ji nav derxin, H. Cindî ji sala 1936-ê heta 1959-ê li Înstîtûta zaniyariyê, ya ziman û wêje kar dike. Mijarên lêkolînên wî folklor, ziman û wêja kurdî bûn.

Sala 1959-ê Sêctora Rojhilatnasiyê, bi beşa Kurdnasiyê ve li Akadêmiya Ermenistanêye Zaniyariyê tê damezirandin û H. Cindî ji destpêkê, heta sala 1968-ê serokê wê beşa bû..

H. Cindî ji sala damezirandinê1932-ê heta sala 1966-ê serokê beşa nivîskarê kurd bû, ya bi ser Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanêye Sovêtiyê. Sala 1968-ê li zanîngeha Yêrêvanê beşa kurdnasiyê vedibe. H. Cindî li wir mamostê ziman, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1964-ê bêyî pawankirina têza doktoriyê, ser bingeha berhemên H. Cindî navê doktorê zanyariyê didine wî.

Heciyê Cindî 1ê Gulanê sala 1990-î li bajarê Yêrêvanê çû ser dilovaniya xwe.

H. Cindî zanyarekî naskirî bû, ew bi ordêna "Dostiya gelan", madalya bi navê X. Abovyan û gelek madalyayên mayîn ve hatibû rewa kirin.

Kitêbên çapkirî; Perwerdeyê-8, kitêbên ziman û wêjeya kurdî ji bo dibistanan-19, kitêbên destanên kurdî bi lêkolînên wan ve - 5, kitêbên folklora kurdî, ko gelek ji wan bi zimanê rûsî û ermenî jî hatine wergerandin -16, 2 kitêbên rêzimanî, 2 kitêbên ser wêjeya kurdên Ermenistana Sovêtê. Heciyê Cindî berhemên gelek nivîskarên ermenî wergerandine kurdî û çap kirine.

Gelek şi’rên H. Cindî di almanaxên nivîskarên kurd de çap bûne. Sala 1947-ê berevoka kurteçîrokên wî bi navê "Siba Teze" çap bûye. Lê sala 1967-ê romana "Hewarî" çap dibe. Ew roman usan jî bi zimanên rûsî, ermenî û erebî çap bûye.

Heciyê Cindî mîrateke mezin pey xwe hiştiye. (Ji nivîsa Tosinê Reşîd)

EMÎNÊ EVDAL

Carna ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovêt, ya salên 30-emîn re dibêjin “wêjeya sêwiyan“, ji ber ko kesên li sêwîxanan mezin bibûn di damezrandina wê wêjeyê de roleke hêja lîstin. Emînê Evdal yek ji wan bû.

Emînê Evdal sala 1906-ê li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya Rûsya û li wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla sîpkî hebûn.

Salên Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma Reş bifilitin êzdiyên Serhedê gişk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn. Dîsan jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike.

Çi ko ji destê Roma Reş, çi ji birçîbûn û nexweşiyan, ji malbeta mezin Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne.

Piştî ji sêwîxanê sala 1924-ê derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav mirovên xwe, lê piştî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ko wî di sêwîxanê de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek, Qundaxsaz û Karvansere dest bi mamostatiyê dike.

Ji sala 1926-ê ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê wî texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931-ê dikeve fakûltêta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê.

Wan salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina zanîngehê re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya Pişkavkazêye Kurdî de mamostatiyê dike, di rojnama “Riya Teze“ de dibe sekreterê berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên destpêka karên zanyarî, nivîsara şiîr û çîrokan.

Wan salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal beşdarî amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933-ê heta 1936-ê ew usan jî kitêbên “Zimanê kurmancî“ ji bo komên çaremîn, pêncemîn û şeşemîn amade dike, “Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê“ û “Mêtodîka Zimanê Kurmancî“ dinivîse û çap dike. Bi çend kesan ve "Xebernema Fileyî-Kurmancî“ û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê Heciyê Cindî ve “Folklora Kurmanca“, vê kitêba di dest we de çap dike.

Sala 1932-ê ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike. Ew berevok berê bi kurdî, paşê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe. Lê sala 1935-ê yekemîn bervoka şi’rên xwe çap dike ko bêtirî wan ji bo zarokan bûn.

Piştî temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala 1944-ê têza doktoriyê bi mijara "Jina kurd di malbeta arkayîk de ser bingehên matêryalên netewenasiyê û folkloriyê" temam dike û dibe doktorê dîrokê.

Sala 1959-ê li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê beşa Rojhilatzaniyê tê damezirandin, ko kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta dawiya jiyana xwe E. Evdal li wî beşî kar dike û bi gelek gotarên zanyarî re tevayî van kitêban çap dike; “Tole hildana xwînê di nav kurdan de û bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê“, ’Deba kurdên Ermenistana Sovêtiyê“, “Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala XIX de“, “Deba kurdên Pişkavkazê“, “Xebernama kurdiye rastnivîsandinê.“

Çiqwas jî piştî sala 1937-ê dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji sala 1945-ê di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo xwendina zimanê kurdî amade dike û çap dike, beşdarî perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî dibe.

Ji ber ko Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn şi’r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka wî "Casim û Tosin" sala 1924-ê çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe ji nû ve fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê dike.

Salên 30-emîn bi şi’ran re tevayî, E. Evdal usan jî çend destanên kurdî yê gelêî (Memê û Zînê, Zembîlfroş) vediguhêze û raberî xwendevanan dike.

E. Evdal gelek kitêbên şi’r û poêman çap kirin, piraniya wan usan jî bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, “Gulîzer“ beşa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-şano amade kiribû û bi radiyoyê dihat belav kirin.

Emînê Evdal 22-ê meha îlonê sala 1964-ê çû ser dilovaniya xwe. Çawan zanyar, nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîşt. (Tosinê Reşîd)

-----------------------------------
Nivîskar: TOSINÊ REŞÎD & ESKERÊ BOYÎK

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.