Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 30 April 2008

[img]http://www.kurdishbookbank.org/foto2/shivan.jpg[/img]
http://www.kurdishbookbank.org/folklor.htm

Chavkanî: Dengbêj Sebrîyê Asye
Berhevkirin: Shivan Bavê Shêxmûs

Medokê Melê

Ax min dî ji gund wêdan, ji gund û wêdan
min dî mitirb e li kambaxê gundê me li daholê û li zirnê dan

Min dî Medoke Melê û Hedoyê Hana
chembilê hevdû girtin
chûne hafê govendê, perê dîlanê
ji qehrê girgirekê, filih e û misilman e
xwe hildan û li erdê dan.

Hedo yar yar yar yar yar yar
kulê dilêm yar yar yar yar
kesera canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.

Ax li hev rûnishtin, li hev rûnishtin
Medoke Melê û Hedoye Hanê li hev rûnishtin
gotin digotin, chîrok dihishtin
hêstirê her dû kew e, kevirê ber best e dimalishtin
masiyê binê ava dibirijtin
miriyê goristanan, kefenê xwe li serê xwe pêchan
û li ser kêlê xwe rûnishtin
û gurzê gul e li shûn dihishtin.

Hedo yar yar yar yar yar yar
kulê dilêm yar yar yar yar
kesera canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.

Mele digo Medo lawo li va xeber e li va xeber e
ez ê rabim dengê xwe bikim, li va tilab e li feqeler e
Medo bibne hafê va bênder e
bi Bedo bikevin bi kêran û bi xencer e.

Medo digo bavo chima li va xeber e, li va xeber e
chima tê dengê xwe bikê li va tilab e, li feqeler e?
chima wê Medo bibne hafê va bênder e?
chima wê bi Medo bikevin bi kêran û bi xencer e?
î sal heft sal e te xêra bavê xwe ne daye
min bike xêr e mirî ye
bêje Hedoye Hana were Medo bibe ji xwe re,

Hedo yar yar yar yar yar yar
kulê dilêm yar yar yar yar
kesera canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.

27.2.2006 Almanye

Bersiv ser Medoke Melê, rêz û silav ji we re..

We shash kirîye navê wê ne "Medokê Melê" ye, navê dirist Medoke Melê ye. Medoke Melê misilman bû, dil ketibû xortê filih Hedo kurê Hana. Bibûrin bes li kîja demê li kîja cihî chêbûwe ev dilketin ez ni zanim. Ez dizanim li binxetê bi du awayê dî tê gotin: bi awê dengbêj Bavê Fadil hê li jiyanê li Qamishlo ye. Û bi awê dengbêj Brahîmê Mitirb sed mixabin ku ne li jiyanê ye. Kasêtên van her dûwan li binxetê hena. Bibexshînin ez va dizanim û ez gelekî heyranê chavê we me ser weshandina we ji berhem wênê min re.

Dest bi dest em talanê ji Shamê ji Anqerê ji Bexdayê û ji Tehranê vegerênin û em Kurdistana mezin ava kin.

Her bijî Kurd û Kurdistan!

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.