Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 6 April 2008

GOTINÊN PÊŞÎYE -15-

Dîyar AYDÎN

Ez hemû dost û hevalên kû alîkarî didin û zahmetî
dîtin bi rêya e- mail ê gelek gotinên giran biha
ji minre şandine, sipasîye van biradere dikim
rêz û silavên xwe ji wenre pêşkeş dıkım....

296-Axifin pelên pîvayê ye , ji ber hev radibin.

297-Axayê me Mîro ye, şîva kerê me çilo ye.

298- Axayê me Ömere xwelî li serê me kir komere.

299-Axîna kûr ji dilê kul tê.

300- Axa bû tofo , xwelî li serê me kir komo.

301-Axa hat ji der, xulam rabû ji ber.

302-Axayê bê gûnd, wê her bê xulam bimîn ê.

303-Axa xwedî xulam e, xulam jî xwedî derd e.

304-Axa li seyde yê, mal di bin berfê de may e .

305-Axa ji êlê xeyîdî ye, lê xebere êlê jî jê tûne .

306-Avahîya mirov sitare serê mirov e.

307-Avê li agir kin, lê aagir li ser agir nekin.

308-Avê bînin ji kanîyan, lê jinê neyînin ji banîyan.

309-Ava çeme çiqas şêrîbê lê di bahranda /Derya) şor dibê.

310-Tov bavêje şovê (Erdê) û bispêre xwedê.

311-Torê kû ti bavêjê “bahrê“ bê masî dernayê.

312-Toza kerîyên pêz nakevê çavên gura.

313-Xal xelk e, ap milke.

314-Xanî bi kevirekî nayê (avakirin) çêkirin.

315- Xabat şêr e, kû mirov dest bavêjîyê dibê rovî.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.