Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 1 March 2008

243-Hate serî sax bê çav wê eêbê giran bibänê.
244-Hate stûn neşikê avahî nakevê.
245- Hate tu xwînê nerjînê tu azad nabê.
246-Hata xanim xemilî def û zirna kemilî.
247-Hata xiranebê ava nabê.
248-Hata se (kuçik) hastî nekojê dar li serî nakevê.
249-Hevalê baş di rojê teng da kıfış dibin-
250-Hevalê baş ji bira çêtir ê.
251-Hawar ji paşve tê lê ew li peş dinerê.
252-Hewalê kesê çê be, lê rojek tenê li dinê be.
253-Hewalê ketîye tune
254-Heyfa ciwanîyê kû pîrî li peye (peyî ye)
255-Hezar bavê çê,esil şîrê dê.
256-Hezar dost kêm in lê dijminek pir e.
257-Hêlîne teyrê kör xwedê çêdikê.
258-Hêvî dimînê ji nevî re.
259-Hêvî nanê belngazan e.
260--Hewalê rêwîyen nan e.
261-Hevalên rojên fireh gelek in.
262-Hevrîşim bi bihayê xwe, hirî bi bihayê xwe (haqe xwe)
263-Hewaltî bi rastî.
264-Hewese lê ew jî bes e.
265-Ha deşt e ha zozana e esil xwedan e.
266-Heya nema li bûkan, xew nema li biçûkan

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.