Direkt zum Inhalt

Kosp û astengên ser rêya çand û edebiyata kurmancî li Kurdistana Iranê û çen qiseyek

Çaxekê ku mirov çav ji rol û nex?ê çand û edebiyat û . . . li pê?ve birina qursî û bihagiraniya fulklor, huner, edebiyat, ziman, dîrok û kultora millet û netewên dinêye cîhanê diket, wê demê bo mirov der dikeve ku wan çi qas biha û nirx û giringî daye wê pi?ka bingehiye jiyana civakî û netewiye xwe.

Di Dîroka gi?t welatên cihanê da li qirax u teni?ta warên siyasî, abûrî û civakî ye wan netewe û welatan, çand u edebiyat û helbest û pirosên çandî . . . jî ciheke xasmanî li bername û pirogrem darêtin û armancên bingehiye û qanûni ye civaka wan da pêk dêt.

Her weku mirovan bo ge?e kirinê hewcehî bi av û hewa heye, edebiyat û helbest û warên cor bi core çandî jî cewa jiyan û serhildanê dixwaze. mezintirîn kosp û astengên ser rêya warê çand û edebiyata Kurdî de, nebûna derfeta xwandin û nivîsînê bi zimanê Kurdiye. Mînak û nimûna berçav helbest, edebiyat û warên dinêye çanda Kurdî li Kurdistana Ba?ûr (Îraqê) daye, eger ragehandina 11 ê Adarê neba, izn û derfeta xwandin û nivîsînê bi zimanê Kurdî azad neba, qet helbest, edebyat û hunerên din ev hinde keys û mecala pê?ve cûnê nedibûn. Tax û qatên cur bi cure civaka Kurdî di wê pi?ka Kurdistanê da li meydanên cuda kar û têko?îna çandî bi mirama xizmet kirin bi çanda gelê xwe girtine pê? û deskevtên zor ba? jî hebûn ku cihê ?anaziyê ye. Qatê rew?enbîr, nivîser, helbestvan, zimanvan, torevan û rojnamenivisên Kurd roj bo rojê zêdetir dibûn. Zimanê Kurdî bi avayekî fermî li dibistan, medrese û hetanî zanîngehan da dihate gotin û xwandin. Kom û komikên edebî û hunerî têko?neke berçav dest pê kiribûn. Giropên ?ano, mosîqa, dawet û stranbêjan, fîlm cêkeran û nîgarkê?an ketin ?olê ku ji aliyê civakê ve pê?waziyeke germ ji wan û berhemên wan hate kirin. Ev bizava rew?enbîraneye Kurdî ku derkevtinên zor berçav hebûn hasila pejirandina ragehandina 11 ê Adrê ji aliyekê u terxan kirina zewq u ?iyan û karîn û bîr û hizra Kurdên wê pi?ka Kurdistanê bo zindî kirina huner û edebiyata netewî a gelê xwe û bo nî?an dana berheq bûna xwastik û daxwazên mêjîne gelê xwe û mikûr bûn li ser ev hemî zulm û zordarî û tepeseriye ku Kurd di dirêjiya dîroka xwe da li gel wan berevrû bûye.

Êkim bizava rev?enbîrane li kurdistana Îranê dizivire bo salên 1900 hetanî 1930 e Zayînî. Êkim pêngava rev?enbîrî peywendiya Simkoyê ?ikak tev Edylrezaq Bedirxan (Nonerê dewleta Usmanî li Îran u Stirazborgê) kurê Nezîb Pa?a yê kurê Emîr Bedirxan, Emîrê Cizîra Botan û hinek rev?enbirên din bû. Li roja 24.10.1913 e Zayînî li bajarê Xoyê medreseyeke Kurdî ku di wê medresê da dibêjin 29 kes mijûlê ders xwandin bi zimanê Kurdî bûn hate damazirandiun. Simkoyê ?ikak li damezirandina wê medresê da roleke berçav hebû. Di wî heyamî da dinek rojname û govar û belavokên Kurdî hatine ve?andin, hin binik û navend û kom û komikên çandî pêk hatin. Wê tevgerê reng û rûyeke din dabû civaka Kurdî. Em dikarin bêjin ku ev heyame mezintirîn serkevtin bû li dîroka rev?enbîriya Kurmancî li Kurdistana Îranê.

Li bajarên Ormiye û Selmas û Xoy û Makoyê da civat û navendên çandî û rew?enbîri zor kêmin, Eketî û sendîka û tîp û girop û nevendên xasmanî bi hunermend û nivîseran zor kêmin û eger hebin kêm karin yan bi avayekî nepenî têko?înê dikin, radio û televiston pirogrem û bernamên zor zor kêm bilav dikin, radio her çi nine, lê pirogermên televisyonî li heyamê heftiyekê 2 demhijmêr pirogremê belav dike ku ji aliyê xelkê ve pê?waziyeke ba? jê nahête kirin, çi kom û komik bo vekolîn karan bo xizmet bi fulklor, Huner, Edebyat, ziman, dîroka kurdî ninin. Bi gi?tî têko?î û xebata çandî zor kêm reng u berteseke. Wezîfe û erkê ser milê law û xurtên kêm temen û rew?anbîrên wê herêmê eveye ku zortir xwe mandi bikin û bi wê bizava ku evro li gi?t bajarên dinêye Kurdistana Îranê da dest pê bûye bigihînin. Ba?tirîn rê haydana gi?t a qatên civakê bo xwandin û nivîsîn bi zimanê Kurdiye.

Rastiyek heye ku eger bo heyamê dehan salan, bi tenê herêmeke bertesk li navenda Kurdistanê (Mokiryan) navenda têko?îna çandî û çelengiya Edîb, helbestvan, nivîser, rov?enbîrên xizmetkar bi edebiyat û çanda kurdî bû, hatina helbesvanên weku Hejar, Hêmin, Seyd Kamil û zor kesên din niha li piraniya herêm û bajarên Kurdistana Îranê çi civatên pêkhatî ji rew?enbîr û xweandevarên Kurd ninin ku mijolê cehd û têko?înê bo xizmet bi tore, huner, edebiyat, ziman, . . . û bi gi?tî çanda Kurdî nebin. Li pi?ka ba?ûrê kurdistana Îranê ev bizav û tevgêre pitir li gi?t herêm û bajareke din çelengtir û xurt tire.

Pêngaveke zor ba? û pîroze çandî we?andina govarên Kurdi li piraniya here zore Zanîngehên Îranê ji aliyê xwandikarên Kurde weye. devrûberê 52 govar li wan zanîngehane da têne we?andin.

Li zanîngeha Ormiyê govara "ROJA NU"

Li zanîngeha Ormiyê govara xasmaniye jinan bi navê "ZÎLAN"

Li zanîngeha Tewrêzê govara "RIWENGE"

Li zanîngeha Tehranê govarên "RAWE" û "ÇIRÎKE" ku hatiye daxistin.

Li zanîngeha Hemedanê govara "WEJÎN"

Li zanîngeha Erakê govara "TIRÎFE"

Li zanîngeha Sine govara "JIWAN" hinek ji wan govaranene.

Dujminên Kurdan li Îranê Her du Deshilatên dîktator û milhor û kevnarperewerên Pa?atî û Komara Islamiya Îranê her cure kiryar û bizavên çandî û rew?enbîrî e Kurdî bo xwe bi xeter û encamekî ne ba? di zanin û niha eger iznê derçonê hebin li çarçoveke diyarî û eyan kirî daye ku eger li wan la bidin di gel cezayê daxistin, heps û cirîme û zor sûçên din têne mehkûm û gunehbar kirin.

Ev serdeme bi ser ço ku rijîmên deshelatdar li rêya berbest kirina gi?t emraz û keresên pêdvî bo kar û barên çandî, bikaribin kontirol û pêsîya wê karwanê bigirin. Em roj bo rojê ?ahdê wê çendêne ku cîhan û civata mirovayetiyê bi pe?weçona warê cor bi core teknolojî û ragehandinên gi?tî wisan diçe pê? ku rêya her cure dîktatorî, zordaran û zêrevaniyê hakiman digire.

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.