Direkt zum Inhalt

Hevpeyvîna Orhan Dogan li gel Rojnameya rojane a Zamanê 2/5/ 2005 li Anqarê.

Ez bahwerim. xwendevanên Newroz com Penasîya Orhan Dogan di nasin, ji ber kü Orhan Dogan Xwedê giravî deh sala ji bo doza kurdî li Zîndana D.Bekir. de raketîye.
Her weha, bi sala di Perlemtoa Tirka de wî xwebat kirîye. wî dinav HEP, DEP û DEHAP ê de cih girtiye.
da ka em binerin bê ma wî ci berdevkîye apo kiriye.!...

Orhan Dogan: “Bijî serok Apo” = Bijî yekîtiya axa Tirkiyeyê û miletê tirk
KK-Nûçe

ENQERE, 2/5 2005 — Orhan Doganê kevneparlamenterê Depê û meddahê Abdull Ocalanî di hevpeyvîneka digel rojnameya tirkî Zamanê de dibêje dewleteka kurdî ji bo kurdan heram e û pêwistiya kurdan bi dewletekê nîne û kurd terefdarên yekîtiya axa Tirkiyeyê û yekîtiya miletê tirk in û alaya Tirkiyeyê jî ya kurdan e. Orhan Dogan di vê hevpeyvîna ko ji sê be?an pêk tê de dibêje Abdullah Ocalanê serokê PKK-ê ji berê ve pêgirê yekîtiya ax û miletê tirk e û wî ev fikra xwe gelek caran tekrar kiriye. Orhan Dogan di bersiveka xwe de wiha dibêje:

— Gava ko mirov dibêje “Bijî serok Apo”, bi qenaeta min, mirov dibêje “Bijî yekîtiya axa Tirkiyeyê, bijî avahiya Tirkiyeyê ya yek [uniter, yanî welat û miletê tenê ko ew jî tirk e] û bijî a?tî. Apo ev fikrên xwe sala 1989-ê ji Mehmet Ali Birandî re, sala 1990-ê ji Dogu Perinçekî re, sala 1991-ê ji Guneri Civaogluyî re û sala 1993-yê gava ko em li ser daxwaza Turgut Ozalî çûn nik wî hingê ji me re jî gotin. Pêwistiya kurdan bi dewleteka cida nîne. […] Ji ber hindê Ocalan vê ne wekî aktîkekê dike. Ez bawer dikim ew ji nîvê dilê xwe dibêje.

Orhan Dogan jî tirkîtiyê û apocîtiyê ji nîvê dilê xwe diparêze û ji wan re gava ko ew wekî kurd tirkîtiyê biparêzin dibin globalîst û modern lê belê gava berjewendiyên neteweya xwe miletê kurd û kurdîtiyê biparêzin dibin pa?vero û “ilkel milliyetçi”.

Xerîbiya vî karî di wê yekê de ye ko ew tezên Orhan Dogan û Abdullah Ocalan diparêzin mafê dewletbûnê ji tirkan re helal lê belê ji kurdan re heram dibîne, mafê neteweperweriyê ji tirkan re helal lê belê ji kurdan re heram dibîne. Ba? e heger hon dê bi gotina we “ilkel milliyetçîtiyê” bikin çima hon wekî kurd dibin “ilkel milliyetçîtiyê” tirkan û nabin “ilkel milliyetçîtiyê” kurdan? Pirsa herî esasî ev e û bersiva wê jî Abdullah Ocalanî 27-ê nîsanê bi rêya eboqatên xwe da.

Abdullah Ocalanî di wê hevdîtina digel eboqatan re cardî êri?î ba?ûrê Kurdiatnê û dewleta federe ya Kurdistanê kir û got ew li dijî hebûna dewletekê ye ji bo kurdan û pêwistiya kurdan li ti parçeyan bi dewletekê nîne û ya herî ba? bo kurdan “demokratik konfederalizm” e ko maneya wê jî asîmîlebûn û teslimiyeta kurdan e. Abdullah Ocalanî hesabê mirina xwe jî kir û got dema ko ew bimire bila alaya tirkan danin ser qebra wî.

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.