Direkt zum Inhalt

Di nameya opozîsyonê ya bo PDK û YNK-ê de 4 daxwaz hene

Rûdaw.net - Silêmanî: Piştî sêşema borî hersê aliyên opozîsyonê, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî li navenda serekî ya Tevgera Goran li Silêmanî civiyan, opozîsyonê nameyek pêşkêşî herdu Polîtborûyên PDK û YNKê kir.
Naveroka nameya daxwazên opozîsyonê ku ji 4 xalan pêk dihat û evin:
1- Derbarê pirsa dadgehkirina tometbarên bûyerên 17.02.-28.04.2011an de Serokê Herêma Kurdistanê biryarek wekî biryara 02.07.2011an derbixe.
2- Çi tişta ji bo girtina çalakvanên sivîl û kesên tevlî nerazîbûnan bûyîn, biryar bê dayîn ku ti kes ji derveyî rêbazên yasa û biryarên dadgehê neyên girtin û ezyet li wan neyê kirin.
3- Vegerandina budçeya aliyê opozîsyonê, ji ber ku mafek yasayî û asayiye.
4- Biryar bê dayîn ku dawî li pirsa cezakirina endamên opozîsyonê yên siyasî bi dirûstkirina lijneyek ji wezaretên peywendîdar û nûnerê opozîsyonê bê dayîn û di nava dû heftiyan de vê pirsgirêkê bi dawî bênin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/8593.html

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.