Direkt zum Inhalt

Dema te xweş birayê Nemirdanî, rast e di cîh de û bi jîrektî ew gav avêt, divya ji zû ve hatibûya avêtin, lê dîsa jî gavên ji alîyê sîyaseta netewî ve jîrek meriv kêfxweş dike. Bê guman hinek ji me wê bibêjin ku ma çi karê wan li wir heye, ew jî pirsek e, û wekî din li wê derê hinek tiştên seyr jî kirine, lê balê dîsa jî ev çalakî gelekî aqilane bû. Sehet xweş. Ne bi hêvî me, lê dîsa jî em hêvî bikim ku gavên wisa bidomînin. Li ser nav û paşnavê wî dixwazim çend gotinan bikim; ji ber ku naxwazin bibêjin Turk, gelek heval carinan hewl didin ku bi navê malbatê wî bi paşnav bikin. Baş e, lê belê navê malbata wî ne 'Qenco' ye. Qenco bi xwe Husênê Qencoyê xwedîyê wê qesra bi navê 'Qesra Qenco' bû ku bi ser Dêrika Çîyayê Mazî ve ye. Bavê kek Ahmed, Hecî Sînan, bi keça Husênê Qenco re zewicî, law tunebû, lewra mal û milk li gel qesrê ji rehmetî Hecî Sînan re ma. Îcar navê malbata kek Ahmed 'Mala Hecî Sînan' e, anku heke em wî bi malbavanê wî paşnav bikin, divê em jê re bibêjin Ahmedê Hecî Sînan û ji malbatê re jî bêjin 'Mala Hecî Sînan'. Navê gund û qesrê jî 'Qesra Qenco' ye. Ji xwe li herêmê jî ji wan re wisa dibêjin. Li gel silabên germ Mancel
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.