Direkt zum Inhalt

Heja Nemirdani spassdarim ji boy we helbestetene xwes.zor zor sipass. Brez Nemirdani xwezi min bikariya wekete helbesten xwes binivsabda le bibaxsine. ji boy te u keken din helbesteke Gulnar Eli. Ji xwe xerîb im Bêriya gula dêmbişkorî pelatinka di nav hevalan de dileyîze hêviyên zarokatiyê...dikim Li xwe digeriyam Min xwe nedît Li xwe digeriyam di deriya çavên te de li ber eynik a şêlî şêlî şêlî Ji kevnatiya birînên min westiyana hestên min Min xwe dît paporeke mişt ji hêvî winda. Li ber pêlên har dixendiqim Li xwe digeriyam Bêçare bû Ez bûm rondik, di derya çavên te de winda bûm. Di asoyên çavên te de Bêrî baraneke hûr hûr... d i b a r î Di kêlîkê de kevok bizava firînê dikin lêv dilerize kela germê dibê du pelên sor. muhra lêvên te gazîya xudayê çiyayî ye Dumana bêriya perasiya di xewna min de parçe parçe dibe. Xwîn agir e Şemalokên gewdê te vêdixe. dil vedilorîne Ji bo Xweziyek winda Welatekî winda Azadiyeke winda Ji bo heval dayik û dengê winda... qêrîna bêdengiya me. Tu dibî tengereke baran Ji çavên min dibarî. Gulnar Eli
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.