Dema we xweş birayên Berwarto û Nemirdanî,
Ma TC çi bike? Bi ku ve bireve, serî li Kurdan dikeve. Çar alî Kurd in û bêyî Kurdan êdî li Rojhilata Navîn tu formul çareser nabin, pirsgirêk ji hev venabin. TC xetimîye, sîyaseta 80+ salan top avêtiye, îflas kiriye.
Ya ku dihişt ku TC û dagirkerên din bikanibin Kurdan bi wî rengî dorpêç bikin, deng li wan bigirin, bêhna wan biçikînin û hewl bidin ku di dema dirêj de wan bifetisînin, statukoya Rojhilata Navîn bû.
Nuha derz li vê statukoyê ketiye, êdî wek berê ne di berjewendîyên hemû hêzên super ên dinyê de ye ku ew statuko wek xwe bimîne. Li gel wê jî gelê Kurd li her çar perçan pir hewldan û têkoşîn pêk anîne û ji bin ve êdî pêleke netewî ya millî ava dibe.
Ev herdu pêşveçûn pir girîng in, ji bo statukoya dagirkeran jîyanî ne.
Ew xweş dibînin ku bi metodên berê êdî nikanin Kurdan di bin hesargê de bihêlin, ne jî wek berê hemû dinya hevkarîya wan dike û bêdeng dimîne. Hêzên sereke (DYA û YE) ji wan re dibêjin, baş e, bila tu perçe nebî, lê bi hawê berê jî êdî nabe, cîhekî bide Kurdan ku tu bikanibî li ser lingan bimînî û em jî bikanibin te biparêzin.
TC vê yekê baş fahm dike. Heke tu bî, tu yê çi bikî? Tu yê wan gavan (tavîz) di demekê de bikî ku Kurd herî sergêj bin, bê yekîtî û yekbûn bin, xeteke netewî rêxistin sazîyên netewî ava nekiribe, serhildêrên têkoşîna salên dawî yan bela wela bûbin, yan jî li dû serokekî di destê te de bin, guh li gotinên wî bin û gotinên wî jî bi destûra te bin û gelek tiştên din.
Ma ji vê demê çêtir demek heye ji bo TC ku hewl bide bi hin dilxweşkirinên mînîmûm hinek gavên piçûk bavêje? Bê guman na, ji bo TC dema herî baş ev e. Lewra di vê demê de ew ê tiştinan bike ku herî kêm û piçûk bin.
Heke di salên 90an de bixwesta çareserîyekê pêk bîne, kêmî federasyonê nedibû, nuha dixwaze bi efûyekê û hinek gavên çandî û zimên hem li hundir hem jî li derve bêhnekê distîne, qonaxekê bê qeza û bela derbas dike.
Îcar divê helwesta me çi be li hember van derî û paceyên ku TC vedikin?
Bê guman dermanê derdê me ew e ku em bikanibin hinek kanalên netewî yên bi taybetî ji bo Kurdên Bakur saz bikin, ku qet bi rêxistin an hizb û partîyekê ve ne girêdayî bin. Yên hemû milet bin, dengê herkesî tê de were bihîstin. Û xeta netewî ya Kurd pêşde bixin. Xebatên ziman û çandê jî li ser vê bingehê bidomînin.
Îcar em nikanin vê yekê bikin û kanalên TV ên ku hene jî hizbî û rêxistinî ne (bi taybetî yên Kurdên Bakur). Heta ne rêxistinî jî ne, şexsî ne.
Wek mînak, ez li ser MMC (Mezopotamya TV) dihêlim ku atmosfera malê bi sitranên Kurdî biedile, guhê zarokên min tije bibin. Ey ew çi dikin, ji 10 sitranan 4 an 5 bimrim serok qurban im serok, 1-2 jî bi Tirkî, ka çi ma ji me re? Bi ser de jî mirovê ku di vê demê de herî pir dij-Kurd anku antî-Kurd e, pro-Kemal e, wek xwedayekî dixe serê zarokên min. Helbet ez nikanim vê yekê qebûl bikim û nabim ser. Roj TV jî bi heman awayî ye, rabe rûne serok, bi awayekî îptîdaî; firehî û pirdengîya netewa Kurd ji alîyê sîyasî ve nade.
Îcar yek ji van derîyên ku TC vedike jî kanaleke TRT a Kurdî ye. Xuya ye bang li rewşenbîr û hunermendan dikin ku tev lê bibin, lê ne li ser navê TRT bes li ser navê ajansa ku programan amade dike.
Navê Şivan û Ciwan derbas dibe, ew jî nabêjin na bangî me nekirine, wê gavê rast e ku bang li wan hatiye kirin, tên vexwendin.
Bi raya min, bila herin, lê bi şerd û mercên xwe, ne bi şerd û mercên dewletê. Û heke serd û mercên wan neyê qebûlkirin, bila bi daxuyanîyekê ji gel re bibêjin ku çi ji wan hatiye xwestin, wan çi bersîv daye û çima narin.
Yek ji şerd û mercên wan jî divê ew be ku sitranên xwe bi xwe hilbijêrin, ne ku kesekî din lîsta sitranan têxe destê wan. Wek mînak Şivan bikanibe ’Kî ne em', Ciwan bikanibe ’Min Navê xwe Kola li bircên Dîyaberkir' bibêjê.
Meriv dikane devê TC wisa bigire û weha wan rezîl bike, li dinyê teşxîr bike; na heke şerdên meriv qebûl bike, wê gavê jî cîhê kêfxweşîyê ye, ehlen û sehlen, bila Şivan û Ciwan herin sitranên neteweperwer ên Kurdî bibêjin. Aynûr jî bila 'Keça Kurd' bibêje û hwd.
Wekî din gelek tişt hene ku meriv li ser vê mijarê bibêje, lê nivîs dirêj bû û ez naxwazim dirêj binivîsim; bi kurtî dîtina min, di navbera ’erê' û ’na' da rêyek sêyemîn heye, meriv bi şerd û mercên xwe qebûl bike, û şerd û mercên meriv jî netewî-Kurdî bin, berî her tiştî jî, gotûbêjên bi TRT an ajansa wê re li pişt perdê veşartî nahêle, agahîyê bide gelê xwe, gel jê haydar bike, wisa çêtir dibe, bêtir bi kêrî Kurdan tê.
Rêz û silabên germ
Mancel
TC çi bike? Bi kîjan alî ve diçe, rastî Kurdan tê...