Wey tu û xeyalên xwe her bijîn, kekê Berwarto
Lê ji wî merivî tiştekî xêrê dernakeve kekê min, qet heta nuha têkilî yan devjenîyeke min pê re çênebûye, lê ji bo Kurd û Kurdistanê xêrxwaz xuya nake; bi her helwesta xwe xêrnexwaz xuya dike bo min.
Ew çend tesbîtên wî ku tu dibêjî rast in, di wir de esprî ango niqta esil ew e ku, ji hemû yelpazeya Kurd û Kurdistanê nimûnan bistîne û qirêjê lê bide, ne ku derdê wî ji hev veqetandina baş û xerabên Kurdistanê ye. Ma Kurdekî heş li serî çawa ji qertelê çîyan, Mele Mistefayê nemir re bi uslûba wî gotinan bike, dişibe uslûba şerê taybetî. Dibe ku yek ji me carinan çewtîyan, heta bêrêtîyan jî bike, meriv dîsa dikane wan jî vehewîne bi awayekî, ji ber ku yên me ne, lê xêrnexwazî tiştekî din e; çi ji me çi ne ji me, ew divê neyê vehewandin.
Rêz û silabên bi tava deştên Kurdistanê germbûyî, bi bayê zozanan hênik bûyî ji bo te û Kurdîhezîya te.
Mancel
Wey tu û xeyalên xwe her bijîn, lê..