Di malpere HPG (Hêzên parastina gel)de bi navê Aram Masîs bona kuştina Welatparêz, ronekbîr, nîvîskar û sîyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu de ciwanên welatparêz hatine handan, di vî weşana HPG de dibêjê ku "Îbrahîm Guçlu ajanê JÎTEMÊ ye û ew der û dorê xwe birêxistin, bi çek dike, xorta dixapîne, wana bo perwerdekirina çeke dişîyêne Başurê Kurdistanê“ û di dawîya tekste xwe de HPG dibêje "pir gotin ne pêwiste ku bê gotin ciwanén welatparêz baş dizanin û dinasin çawa ev seyên xwe gur dihasibînin û di zurun wê bêdeng bikin" eveya pir eşkereye ku HPG wextê dibeje xortên Kurd li Başurê Kurdistanê bona perwerdekirina çekên têna şandin wê demê Başurê Kurdistane jî gomanbar tê ditin ji bal HPG ê ve.
Milletê Kurd baş dizanê ku HPG û PKK ne ji bo doza mafê gelê Kurd tevdigare ewana bo berjawandîyên dewletê çi pêwîste wê dike. Dîsa milletê Kurd baş dizanê ku Îbrahîm Guçlu ne ajan e,ew welatparêzekî pir hêja û tekoşar û çalakvan e.
Lewre em dibên “em hemî ÎBRAHÎM GUÇLU ne û em hemi KURD İN“ ev iddiayên ajantîyê ku li welatparêz Îbrahîm tê tohmet kirin şanê PKK yiyane her kî ku ne weke wana bi fikirê bona xwe asteng dîbînin û wana bo kuştinê hedef nîşandidin lê êdî gelê Kurd nema van hawane qabul dike.
Ez dixwazim bala raya giştî bikêşînim ser van peyvên BÜLENT ORAKOĞLU yén serokê kevin yê îstîxbarata mudurîyete ewlekarîya gîştî a Tirkiya yê dibêje ku “ev rêxistinên îlegal ji bo demekê wek “Ergenekona nû“ hat avakirin û hevîldan hat dayîn ku gladyoya Tirk bihêta netewîkirin ez bawer nakim ku bi tevayî hatîye netewkirin ji xwe gava em bala xwe didin ser dibînin ku pêvajoya derketina PKKê jî rasta wan salên OPERASYON ên netewîkirnê dibe PKK ERGENEKON û çeteyên dîtir jî weke heman nawendêve dihêne birêvekirin. Em dibînin ku bi gor dem û encame wé jî çalakî yén PKK û çalakîyén van çeteyén di konaxe xwepeşanîndanên komarî (mîtîngen cumhurîyet) de bî ser hev dikevin“ (Rizgari.com 26.01.2008 ).
Ji van peyvén Bulent ORAKOĞLU jî tê fehmkirin ku PKK û ERGENEKON a dewlete kûr di gel hevûdu kar dikin. Vêca tê zanîn ku Îbrahîm Guçlu haşa ne ajana, ew welatparêz sîyasetmedarekî Kurd ê bi rumete. Îbrahîm bi serê xwe mîsyonek e, helwesteke rêxistineke u ew ji Kurda re buye mal. Heger PKK, HPG bi vî mabeste xwe vî rûreşîyê bikê,wê gelên Kurd ticcar vî çalakîyê jibîr neke û wê rojekê vî hesabî ji PKKê bipirse.......
Îbrahîm GUÇLU KURD E û Kurd jî hemî Îbrahîm GUÇLU ne
Amed 26 01 2008
Em Hemî Kurd in em Hemî Îbrahîm Guçlu ne