Peyamner PNA – Ji bo çareserkirina hinek pirs û arêşeyên ku di evan du rojên dawî de çê bûbûn, serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana nivîsgeha mîrê Komeleya Islamîya Kurdistanê kir.
Serokê Hukûmetê Nêçîrvan Barzanî doh bi evê serdanê rabû û pê re jî sekreterê PB ya PDK Fadil Mîranî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û çend berpirsên din hebûn. Evê şandeya han serdana mîrê Komeleya Islamîya Kurdistanê Elî Bapîr kir.
Di evê dîdara han de behsa bûyera pêr bi şevê hat kirin, ku piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên herêma kurdistanê û serokê herêma kurdistanê, teqe hat kirin û mala Elî Bapîr û nivîsgeha wî jî kevtin ber gulleyên ewê teqeyê de.
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê kongireyeka hevpişk jî bi Elî Bapîr re saz da û tê de daxwaza lêborînê ji Elî Bapîr kir û ragihand, ku dê alîyên peywendîdar bi dijwarî ewan kesan siza bidin, ewên ku bi evan karan rabûne. Serokê hukûmetê got, ku ev karên weha li dijî qanûnê ne.
SEROKÊ HUKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ SERDANA POLÎTBUROYA YEKGIRTÛYA