[b]DESTÛRNAMEYA DANÎNA KESÊ MIRÎ LI GORÊ:[/b] [i]TELQÎN[/i]
Bi Wergerandin û Nivîsîna Xwedê Jê Razî: [b]Muhemmed Muderrisî Kurdistanî[/b]
http://www.kurdishbookbank.org/telqinakurdi.htm
[center]
[img]http://www.saradistribution.com/foto2/telqin.jpg[/img][/center]
http://www.kurdishbookbank.org/telqinakurdi.htm
[b]Mamoste Mela Mihemmed Baqer Muderrisî Kurdistanî[/b] ([i]Erdelanî[/i]) -Xwedê jê Razî be- sala 1887 (1310 Hicrî) li gundê Nizaz'ê, nêzîkê bajarê Sine, li Rohilata Kurdistanê hatiye dunyayê. Ew ji malbata Erdelan e. Navê bavê wî Huseyn Xan e, naskirî ye wek Axa Gewre, ku sala 1921'ê fermandarê Hêzên Leþkerî yên Kurdistanê bûye. Bapîrê wî Menûçer Xan hakimê Wilayetê Fars (Þîraz) bûye. Ew jî alim bûye. Her wisan jî destnivîskarekî (xettat) jêhatî bûye. Berhema bi navê Tefsîr-î Huseynî bi xetek ciwan, wek yadgariyekî kurd nivîsiye.
Mihemmed Baqir Muderrisî Kurdistanî (Erdelanî) -Xwedê jê Razî be- ji heft bavan digehîje Xan Ehmedxanê Erdelan. Xwandina 12-ilmî, ku bi dirêjiya 6 salan kuta dibe, ew di nav du salan de biriye serî. Ew 35 sal jiber (ezber) ders daye. Ji ser 300'î berhemên wî yên nivîskî hene. Bi sedan melle, ji destê wî destûra (îcazeya) xwe wergirtine. Wek Þêx Celalê Huseynî, Þêx Huseynî, Dr Husên Xelîqî, Mela Celalî Þafiî. Bêhtirên berhemên wî li ser tesewwuf û felsefê ye.
Ew berî mirina xwe bi 6 saetan, ders ji Mela Mihemedê Bûdaqî, Þeyx Mesûd-î Temtemî re gotiye. Sala 1962 (1391) koçê dawiyê kir. Li Rohilata Kurdistanê, li bajarê Merîwan'ê, li gundê Balikê, li goristana Pîr Mihemmed veþartî ye.
Xwedê ew bi dilovaniya (rehma) xwe þa bike.
[b]Abdusselam Muderrisî[/b]
Neviyê Mihemmed Baqir Muderrisî Kurdistanî
[center]* * *[/center]
[center][b]T E L Q Î N *[/b][/center]
[center][i]~ BI NAVÊ XWUDAYÊ DILOVAN Û MIHRÎBAN ~[/i][/center]
Supas û pesin ji bo Xwedê, ku ne kesekî din, lê her tenê Xweda bi xwe layiqê berdewambûnê ye û ji mal û milkê Wî pê ve, mal û milkê ti kesî li dunyayê ni kare berdewam bimîne û heger ne Xwuda be, her tist vedimire. Serwerî her ji bo cenabê Wî ye û em hemû vedigerine ber qada Wî. Mirin tistek wisa ye ku Xwuda û pêyxember destûr pê daye. Xwuda û pêyxember rast û durust ferman dane. Me li jiyana dunyayê baweriya xwe bi Xwedê hanî û serî li ber Xwedayê mazin çemand/danî.
Slavê Xwedayê mazin û ferîstehên Xwedê di gel mirovan tev li ser Te be ey mirî!
Em bi Te re dipeyivin. Tu ji dunyayê derketî û çûyî gehîstî qada roja dawî. Tu ji vê jiyana dijwar derketîyî û Tu gehîstî mala dilovaniyê ya nuha. Tu ji mala sînê derketiyî çûyî mala sadimaniyê. Ev gor yek ji ciyê Te yê yekem ê roja dawî ye û ciyê Te yê dawiyê yê li vê dunyayê ye. Nîsana wê baweriya xwe ya ku gava Tu li dunyayê çêbûyî bihêne bîra xwe ku her Xwudayek bi tenê heye û Muhemmed bende û sandeyê Wî ye. Hemû afirandiyên Xwuda rast û durust in û hîç guman jî tê de nîn e. Rojek dê bê ku Xwudayê pak hemî miriyên goran vejîne û rake ser pê.
Tu bizan ku du ferîstehên bexisdar û dilovan yên bi navê Munker û Nekîr dihene ser Te. Ew ê ji Te Xwedayê Te, pêyxemberê Te, dînê Te, mezhebê Te, qibleya Te, baweriya Te ewliyayên Te û xelîfeyên Te bipirsin. Ne tirse, xem ne xwe, bi dengekî zelal û vekirî bersiva wan bide. Xwuda zindî ye, zane ye, bi hêz e, guhdar e, dibîne, dibihîze û dipeyive.
Xweda bi ew peyva nemir afirenderê min e û Xweda bêhevpisk û her yekta ye. Bexiskarê gunehan e û kêmasiyên meriv divesêre. Xweda ew e ku afirendêrê min e û ez îbadetê ji Xwedê re dikim. Muhemmed kurê Ebdulla, kurê Ebdulmutellîb, kurê Amîne û sande ye û Muhemmed xelkê Mekkê ye û li wir hatiye dunyayê. Pasê bûye xelkê Medînê û li wir vesartî ye. Muhemmed sande û xosewîstê min e. Ew Muhemmedê qureysî, hasimî pêyxemberê min e. Îslam ola min e. Quran rêberê min e. Qa'be qibleya min e. Mêr û jinên bawermend xwusk û birayên min in.
Gor li me rewa ye û rastiyek e. Ev lêpirsîna li gorê jî tistekî rewa ye. Pirsiyarên Munker û Nekîr jî rast û rewa ne. Xelatkirin yan azardana lasê meriv jî tistek rast û rewa ye. Vejîn, ji nû ve rabûn jî rastiyek e. Roja qiyametê jî rast û rewa ye. Hesab û pîvan jî rast û rewa ye. Hebûna Pira Siratê jî rast e. Buhust rastiyek e û agir jî rastiyek din. Gehîstina nik Xwedê ji bo mêr û jinên bawermend rastî û durust e. Ev tistên ku me bahs kir tev rast in û pêk bihên. Mazinê me Muhemmed ji me re rohnî kiriye ku afirandina lasê meriv ji roja destpêkê ta dawiyê rast û rewa ye.
- Me bi vî awayî baweriya dilê Te careke din cî bi cî kir û telqîna Te xwand û me bawerî heye ku Xwuda ew ê dilê Te ji me bastir cî bi cî bike. Vê sê caran dubare bike û dawiyê jî vê bibêje:
- Xwuda dibêje Min hûn ji vî axê afirandine û Ez ê we careke dinê vejînim ji bo roja qiyametê ku hûn li pês dîwana Min ji bo hesabdayinê amade bin.
________________________
Ji hêla Mamoste Mele Mihemmed Baqer Muderrisî Kurdistanî ve hatiye berhevkirin
[b]* TELQÎN:[/b] Cîbicîkirina dilî
Wergerandina ji zaravayê soranî: [i]Goran Candan[/i]
Yaşam kadar ölüm de bir gerçekliktir