Skip to main content

Serok Barzanî: Divê hûn xwe dûrî partîtî û ramanên teng bixin | Video

Avestakurd – Îro (28/1/2012) li demjimêr 10 sibehê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî

Kongreya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Serok Barzanî di kongreyê de peyamên gîring û çawaniya kar û xebata ji bo Kurdên Rojava da. Li gorî hindek mêhvan û endamên Kongreyê ji Avestakurd re ragihandîn, Serok Barzanî piştî bixêr hatina mêhvan û endamên Kongreyê kir, got "Hûn li mala xwe ne, li welatê xwe ne!" Li gorî jêderên bi rêka telefonê ji Avestakurd re ragihandîn, Serok Barzanî behsa guhartinên gîring li deverê kir û got ku, divê amadekirineke baş ji van rûdan û guhartinan re hebe. Her wiha Serok Barzanî di axivitina xwe de bal kişand ser piştgiriya ji bo Kongreyê û got ku; me divê em alîkariya we bikin, her biryareke hûn bidin em ê jê re piştgir bin, lê pêşniyariya me ji we re bila biryarên we dûrî tundiyê bin, divê rêkên aştî, diyalog û demokrasiyetê bidin pêşiya xwe. Her wiha Serok Barzanî di axivitina xwe de bal kişandiye ser yekîtî û berfirehiya mala Kurdan û gotiye "Rewşa îro pir nazik û hestiyare, pêwîste hûn xwe dûrî partîtî û ramanên teng bikin. Divê kurdayetî berfireh be, li bin banê vê Kurdayetiyê kar bikin. Lê, bi partîtî û ramaneke teng hûnê vê derfetê ji destê xwe bedrin." Hemen demê de Serok Barzanî di bin yek banî de kar kirin ji bo doza Kurdî weku mercê piştgiriyê jî dest nîşan kiriye. Serok Barzanî bal kişand ser mebesta Kongreyê jî û got ku, mebesta me ji vê Kongreyê ew e ku peyama birayetî û aştiyê bidin Tir, Ereb, Faris û cîhanê ku em gelekî aştîxwazin.

Cavkanî: www.avestakurd.net

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.