Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 21 June 2008

[b]Maruf Yilmaz Kî Ye:[/b]

[img]http://imageupload.com/out.php/i130750_konf05maruf.jpg[/img]

Maruf Yilmaz di sala 1958an de, li gundê Xosorê, nêzîkê Lîcê ji dayîka bûye. Gundîyên Xosorê bi tevayî tevê tevgêra Şêx Seîdê Pîranê dibin. Ji ber vê yekê, di sala 1925ê de Xosor hate wêrankirin û şewitandin. Dêûbavên Marufî revîyan çûn Farqînê. Maruf li Farqîné mezin bûye, herçendî ew Xosorî be, ewqas jî Farqînî ye. Ew mirovekî pluralîst û pedagojê perwerdeya zimanê zikmakî ye. Di 13 salîya xwe de, ji ber xebata siyasî hate girtin. Ew ji alîyé polîsên tirk ve hate hêşandin û îşkencekirin. Polîsên tirk ew birin dadgeha Diyarbekiré, lé ji ber ku emiré wî piçûk bû, wî berdan. Di 1980î de piştê ku Maruf ji zindanê dihê berdanê, derdikeve derveyî welêt û ji wé salé û virde li sirgüné dijî. Ew hê 17 salî bû, xwe li sirgúné dît. Ew li Başurê Kurdistanê ma, paşê hate Swêdê û li Swêdê ji sifirê dest bi xwendina dibistana destpêkê kir, wê xwend kir û paşê jî Lîsê kuta. Bêle, Maruf dibistana destpêkê(grundskolan) û lîsê, beşa perwerdeya zarokén 1-6 salî “Barnskötare-linjen“ li Swêdê“ kuta kir. Paşê, hindava zarokan, ciwan û hewcedarîya taybetî ya alikarîyé ji bo mezinan “Barn, ungdomar och vuxna i behov av särskild“ xwend û piştî lîsê jî “Kvalificerad Yrkesutbildning“ kuta kir yanî Maruf birêvebirîya zarokxaneyê li sazîya Belediyê jî xwend. Maruf Xwendegeha Bilind a Mamostetî û Universitê kuta kir. Ew Fil.Kand û Magisterand e. Wî Examen wergirt û ji bilî examena akademîkê jî, beşa perwerdeya mamosteyên zimanê zikmakî xwend û niha ew li UNIVERSITETê wekî lêkolenêr û xwendekarê “MASTER-ê“ ye. Ji bilî xwendekarî û lêkolînê jî mamosteyê zimanê kurdî ye. Maruf ji sala 1990é ta niha wekî mamosteyê zimanê kurdî kar dike.

[b]PEDAGOJÎ Û TEORÎ [/b]

Di destpêka vê nivîsê de, divê ez eşkere bikim ku xesletên zarokan ji hawîrdorê dihên û ew dikevin nav xwîn û hestîyên wan û tê de dimînin. Ev mayîn di avakirina kesitîya wan de dibe hîm û rêgeh. Zarok kopîya hawîrdorê ne. Dîsan, divê ez dîyar bikim ku ez li ser bikarhanîna zimanê kurdî di pirtûkên dersan de ranawestim. Ev jî, ji ber çend sedemên girîng in, yek ji wan sedeman ev e: Zimanê me yê standart tune ye. Ji alîyê din ve jî, ez wekî mamosteyekî kurdî-swêdî, vî mafî di xwe de nabînim, ji ber ku ez naxwazim rexneyan li ser pirtûkên nivîskarî/ê bigirim. Li welatê me ku axaftina kurmancî û zazakî, nivîsîn û perwerdeya zarokan bi kurdî qedexe be. Ez dê çawan rexneyan bigirim? Heta axaftina zarokan, bi kurdî li zarokxaneyên Bakurê Kurdistanê qedexe be. Ji ber vê yekê, ez nikarim rexneyên tûj û giran li pirtûkên perwerdegarîyê bigirim. Divê pirtûkên pedagojîyê ji alîyê kesên pedagoj û mamosteyên fermî ve bihêne amadekirin û pêşkêşkirin. Ev prensîbeka etîkî û moralî ya cîhana nûjen e. Em kurd jî, li cîhanê dijîn û tê de xwedî par in. Gava ku rewş wisan be, divê hin pirtûkên kevin ji nû ve bihêne amadekirin û pirtûkên nûh jî, ji alîyê kesên pedagoj û mamosteyên fermî ve bihêne nivîsîn û amadekirin. Ji alîyê dî ve jî, di pirtûkên kevin de kultureke pedagojîyê ya giştî û berfireh nayê dîtin. Kes û sazîyên ku projeyên amadekirina pirtûkên zarokan ango ciwanan çêdikin, divê haya wan ji pedagojî, kultura ciwanan, stîl û hawayê jîyana zarokan hebe. Ji ber ku zarok xwedî kultureke taybetî ne û

kultura wan ji ya me cuda ye. Gava lêkolîn li ser pêşveçûna zarokî/ê çêdike, pêwîst e ku zanyarîya mirovî di derbarê teorîyên pêşveçûnê de hebin. Teorîyên pêşveçûnên pir in. Lê ez dê tenê qala çar teorîyên sereke bikim, ew jî ev in:

Teorîya behavîorîstîyê(Skinner)
Teorîya kamilbûnê(Arnold Gesell)
Teorîya kognitîfê (Jean Piaget)
Teorîya psîkoanalîsê(Sigmund Freud)

Teorîya behavîorîstîyê dibêje zarok kopîya hawîrdorê ye. Li gor vê teorîyê faktora bingehîn ya ku di pêşveçûn û guhartina zarokî/ê de rola sereke dileyîze hawîrdora zarokî/ê ye. Derûdora zarokî/ê çi be, zarok jî dibe kopîya wê. Li gorî vê teorîyê zarok pasîv-bireserek (objektek) e û mamoste ango salmezin dibe auktorîter kirde (subjekt)). Heta mamosteyên zimanê Kurdî jî dikevin nav vê metodê (xetê).
Teorîya kamilbûnê (mognadsteorî) dibêje mîras roleke mezin dileyîze. Hîmdarê vê teorîyê Arnold Gesell e. Li gorî vê teorîyê zarok dibe kirde (subjekt) û yên salmezin dibin bireser(objekt). Ev teorî qala azadîya zarokî/ê dike û îro jî li ser vê teorîyê dihê peyvandin û nivîsandin.
Teorîya kognîtîfê, teorîyek nûjen e. Li gorî vê teorîyê, divê zarok û salmezin (dê û bav, mamoste) herdu jî kirde (subjekt) bin. Hîmdarê vê teorîyê Jean Pîaget e. Li gorî vê teorîyê zarok jidayîkbûna xwe ve bi hinek îmkan û mecalan çêdibe. Zarok bi tecrûbeyên xwe, xwe pêş ve dibe.
Teorîya psîkoanalîsê (teorîya psîkodînamîkê) dibêje tecrûbeyên piçûkîya zarokî/ê rê li ber wî/wê vedike. Hîmdarê vê teorîyê Freud e.
Teorîyên înteraksîyonîstîyê / înteraktîonîstîyê ya îndîvîdperspektîfê / perspektîva ferdî

Berê mamosteyî/ê bi çavekî nizm li zarokî/ê mêze dikirin. zarok wekî objektekê dihat dîtin. Li ba teorîkerên nûjen, înteraksîyonîstan, zarok subjekt e. Ev dihê wateya ku zarok têgihîştî ye û hîndekarîyê dizane.

Vygotskij yek ji wan kesên înteraksîyonîst e. Zarok û hawîrdor û pêywendîyên wî/wê di navbera wan de qedera pêşveçûna wî/wê ye û hêjayên hawîrdorên zarokî/ê li gorî bawermendîya wî/wê tê şirovekirin.

Piaget û egosentirîzma zimanî

Li gorî Pîagetî hizir zimanî diwelidîne diafirîne. Lê pedagoj Vygotskij berevajî wî dibêje. Piagetî zimanê egosentirîstîyê parve dike ser sê koman (kategorîyan): Dubarekirina peyvê (bebe, ma-ma, da-da). Monoloj (, bi xwe re dipeyve, bi xwe peyvmend e). Monolojîya kollektîvîyê bi yên dî re dileyîze û diaxife.

Vygotskij

Teorîyên Vygotskijî di derbarê perwerdegarîyê de balkêş in. Ew lîstin û yarîkirina zarokî/ê bi hevalê/a wî/wê re wekî proseseka civakî (sosyal) dibîne.

Ann-Christin Kjellman ku mamosteya pedagojîyê ye, giranîya xwe dide ser pedagojîya Vygotskijî. Ew di Xwendengeha berz a mamostayetîyê (Lärarhögskolan i Stockholm) de dersa pedagojîyê dide û herwisan jî berpirsê pedagojîyê ye. Em dîsan vegerin ser bawerîyên Vygotskijî: Ziman hizrê (fikirê) diafirîne, lê herwisan jî, hizr zimanî diafirîne. Pêywendîyên zarokî/ê bi zarokên din re girîng e. Faktorên civakî/sosyal. Bi alîkarîya zimanî cîhana zarokan ya hindir û derve pêş ve diçe. Danûstandin û pêywendîya zarokan bi kesên din rêya pêşveçûnê vedike.

Zarok çawan hînî zimanê

zikmakî dibe?

Li gorî vekolînên zanyarîyê dê û bav, xwişk û birayên zarokî/ê roleke bingehîn dileyîzin û dûre jî pêywendîyên wî/wê digel derûdora wî/wê, rola duhemîn dileyîze. Pêşdibistan / zarokxane û dibistan rola duhemîn dileyîzin. Li wê derê sê xal girîng in, ew jî ev in:

Mamosteyekî/a aktîv
Xwendevanekî/a aktîv
Hawîrdoreke aktîv digel zarokî/ê

Sê Stratejîyên perwerdegarîya zimanê zikmakî (zimanê dê) hene, ew jî ev in:

Kesek (en personek) - stratejîya zimanekî.

Zimanê yekemîn yê zarokî/ê di zikê dayîkê de dest pê dike û li wir dengê dêya xwe dibihîze û nas dike. Danîel Stern qala zarokê/a nûbûyî dike û dibêje: Zarokê/a nûbûyî ji dayîkbûna xwe kompetent û bi kompetentê/ê xwe ji dayîka xwe bûye. Wekî mamoste, ez stratejîya kesekî- stratejîya zimanekî baştir dibînim ji bo ku zarok du zimanan bihev re hîn bibin. Li hawîrdoreka ku dê bi zimanekî dî û bav bi zimanê xwe bi zarokê/a re bipeyve.

Dê û bav herdu jî zimanê xwe bipeyvin û bi hawayekî çalak bi zarokê/a xwe re deng bikin. Divê qaîdeyên dê û bav wekî hev bin ji bo hîndekarîya duzimanî. Têgîna bi duzimanî wek têgîneke hevbeş ji bo şagirdên ku kurdî û swêdî dizanin tê bikarhanîn. kurdî zimanê yekem e. Kurdî, zimanê ku şagird/zarok pêşîn hîn dibe û li malê deng dike.

Zimanekî li malê - zimanekî li derveyî malê

Dê ango bavê zarokî/ê li malê hertim kurdî bipeyvin û zarokê/a wî / wê li derve (dibistanê) bi swêdî bipeyvin.

Pêşî zimanekî bi tenê

Ev stratejîya sêhemîn; mirov bi tenê zimanekî bikardihîne heta ku zarok bibe 3-5 salî. Mirov bawer dike ku zarok nikare du zimanan bi hev re hîn bibe. Lê bi dîtina min zarok dikare du-sê zimanan bi hev re hîn bibe.

Pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd

Pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd li Swêdê pir in. Problemên wan ên herî mezin heşîş, esrar, eroîn, alkol, dizî, pevçûn û perwerdenekirina wan e. Ew dev ji dibistanê ber didin, jê baz didin. Gava ji wan tê pirsîn, ew dibêjin:

“Tu kes guhdarîya me nake.“ Ew ji dersên xwe baz didin û dikevin kuçe û kolanan. Ew dibin kopîya zarokên kuçe û kolanan. Ew hînî tiştên pûç û vala dibin û ev dibe destpêka jîyaneke reş û tarî ku qet dawî lê nahê. Piranîya problemên wan jî, ji destpêka zaroktîyê dest pê dike û berdewam dike. Lê bi hevkarîya malbatê, mamoste û berpirsyarê/a dibistanê ew bi hev re dê bikaribin probleman kêmtir bikin û zarokan bigihînin rastîya jîyanê da ku, ew bibin mirovên baş û xwedî berpirsyar. Gelek caran zarokên kurdan dereng tên dersê, di wextên cuda cuda de diçin dibistanê, ev hîkarîyeke negatîv li ser xwendevanên dî jî dike û ev kirina zarokên kurd dikare bibe sedemên revandina hizûra dersxaneyê jî. Ev tişt ji bo hinekan derbas dibe, lê ne ji bo hemûyan.

Zarokên kurdan li Swêdê bi kurdî dixwînin. Lê her roj kurdî tune ye. Di heftê de carekê heye, bi tenê nîvsaetekê ango ji saetekê kêmtir. Zarokên Kurd ên ku li Swêdê dijîn her roj bi swêdî dixwînin. Li her derê cîhanê û li Swêdê jî “i“ i ye. Eceba giran ev e, ne li ba kurdan “i“ ye, ji ber hingê, dema dersa kurdî dihê dan, vê carê “i“ya Swêdî dibe tiştekî din. Dengê (fonetîk) wê dihê guhertin û dengekî dî derdixe. Heta ku desthilatdariyeke me e dewletî pêk neyê, em mecbûr in ku li gora destûr û rêbaza giramera Celadetî bi rê ve biçin. Tewanga peyvan girîng e, lê yên ne her peyvê. Bi ya min di alfabe û rêzimana kurdî de reformeke nûh pêwîst e. Ziman pêş ve diçe, xwe diguherîne, hêsan dibe.

Yek jê alîyê fonetîkê ve hêsankirina nivîsînê ango xwendina kurdî û ya dî, ji alîyê teknîkê ve...

Ji alîyê ferhenga kurdî ve jî problem pir in. Divê koka peyvê were parastin, nimûne rê, dê ûhwd. Rêya min (rîya min çewt e) dêya min (dîya min çewt e). Ev herdu peyv dikarin bibin problemeke ferhengî, çimkî koka herdu peyvan tê guhertin û peyv dibe tiştekî dî. Alfabe ji alîyê pedagojîyê ve jî girîng e. Hêsankirina alfabeya kurdî; hîndekarîyê zûtir, xweştir, naveroktir û bi kalîtetir dike. Divê em dev ji tiştên çewt berdin û li zanyarîyê vebigerin. Ji me re alfabeyeke hêsan, yekgirtî, teknîka wê nûjen û praktîktir pêwîst e. Ji me re alfabeyeke paşnûjen (postmodern) pêwîst e. Teknîka wê li gorî ya navneteweyî be. Tîpa“i“ ya ku di alfabeya Celadetî de heye, di soranî de tune ye û ew di şûna wê tîpê de“i“ya swêdî ango ewropî (latînî) bikartînin. Peyva Kurdîstanê cuda tê nivîsîn. Divê em hevhizr bin ji bo peyva Kurdîstanê, çimkî serê zarokan tevlihev dibe. Nimûne li bakur: Kurdistan. “i“ li her derê “i“ ye. Di zaravayê soranî de ev problem dîyar e.

Em çi bikin?

Em xebatê bikin, ji bo pêşxistina perwerdeya demokrasîyê û bikarhanîna metodên nuh di xebatên xwe de. Divê em mamosteyên kurd metoda demokrasîyê bikarbînin û yên auktorîter red bikin. Pêwîst e em ji sîstema perwerdeya Swêdê sûd werbigirin. Em lêxistin û çavtirsandina zarokî/a ango ciwanî/ê bi tundî red bikin. Demokrasî ango azadî,

tekuzîya xwe ji derûdora xwe digire, pêk tîne, bi derûdorê ve pêçayî ye. Derûdora mirovî dewlemend be, hingê mirov kultureke dewlemend werdigire û dibe xwedî kultureke berfireh û pluralîst. Welatê ku zarok lê tê dinyayê ango lê dijîn jî, giranîya xwe li ser pêşketin ango lipaşketina zarokî/ê heye.

Di pedagojîyê de lîstik

Yûnanîyên kevin wateya lîstikê ji bo pedagojîyê 2400 sal berîya niha nivîsandin. Platon di pirtûka xwe ya bi navê “Dewletê“(Staten) de qala girîngîya lîstikê di dersdan û hîndekarîyê de dike. Bawerîyên wî, ew bûn ku lîstik bibe bingeha hîndekarî û dersdanê. Di salên 1700-1800î de Rousseau, Pestallozz, Frobel û çend kesên dî, girîngîya lîstikê hanîn zimanî û xwestin ku lîstik bibe bingeha hîndekarîyê. Bi taybetî Rousseau daxwaz kire ku hemû hîndekarî li ser bingeha lîstikê pêş bikeve. Pestalozzî mîna Vygotskijî giranîya xwe dide ser çalakbûna zarokî/ê. Dûre ew teorîyên kevn û klasîk yên Karl Groos, Stanley Hall, Herbert Spencer, James Sullyî hatin ceribandin. Ev teorî biserneketin, ji ber ku ev teorîyên hanê lîstik wekî karekî (xebatekê) didîtin. Ji ber vê yekê jî, ev teorîyên jorîn ji alîyê Kooji, Sutton-Smith û çend kesên dî ve hatin rexnekirin. Dixwestin, bibêjin, ev teorîyên kevn li ser perspektîva salmezinan avabûne û ji bilî vê jî, li ser perspektîva yekalîbûna bîolojîyê ne. Divê ew li ser perspektîva zarokî/ê werin avakirin.

Teorîyên paşnûjen“postmodern“

John Dewey bi teorîya xwe ve navdar e, giranîya xwe dide ser praktîk û estetîka perwerdeyê. Ewî digel Meadî xwendegeha “Chicagoskolan“ ava kir û nav û dengê xwe ji bo “bike pê hîn bike“ (“Learning by doing“) belav kir Li gorî wî; demokrasî dermanê pedagojîyê ye. Pênc modellên pedagojîyê yên sereke:

Teorîya behavîorîstîyê: auktoriter (diktator) serokatî, yê mezin dibe kirde(subjekt) û zarok dibe objektek, pasif (Skinner).
Teorîya kamilbûnê: zarok dibe kirde (subjekt) û pedagoj dibe bireser yanî objektek. (Arnold Gesell)
Teorîya kognitîfê: Hem zarok û hem jî salmezin dibin kirde (subjekt) (dialojpedagojî) (Jean Piaget).
Teorîya psîkoanalîsê: Ev teorî girîngîya xwe dide ser kamilbûna bîolojî û psîkolojîya hundirê zarokî/ê û di pêşveçûna zarokî/ê de hîkarîya xwe dihêle (Freud).
Teorîya socialbehavioritîyê (Erik H. Erikson).

Ferd (indivîd) bi îndîvîdên dî re pêş dikeve (George Herbert Mead) Çar modelên girîng yên pedagojîyê/ çar sîstemên pedagojîyê hene, ew jî ev in:

Hîndekarîya projektê: hîndekarîya serbest a dehfandin û teşwîqkirinê.

Hîndekarîya auktorîtatîfê: mamoste bi çavekî ferdî (îndîvîd) li xwendevanan mêze dike. Hem şagirt û hem mamoste guhdarîya hevûdu dikin(Piaget, Eriksson û Mead)

Hîndekarîya auktorîterê: Auktorîter û auktorîtatîf du peyvên ji hevûdu cuda ne. Auktorîter dihê wateya dîktatorîyetê. Mamoste û salmezin çalak(aktif) in. Zarok pasîf e.

Hîndekarîya xweserbestîyê: Zarok çawan bixwaze wisan dike (lÃ¥t-gÃ¥ inlärning). Zarok çalak(aktîv) tê dîtin û ew bi xwe hîndekarîyê dixwaze.

Ez bi xwe hîndekarîya auktorîtatîfê bikardihînim û modela herî baş jî ev e. Gava ku em qala ahenga danûstandinê dikin, hingê şeş xal dihên bîra me, ew jî ev in:

1. Faktorên hawîrdoran

Nimûne: Ahenga danûstandinê ya ku di navbera aborî û fîzîkê de heye, rola xwe ya girîng dileyîze. Dibe ku aborîya dibistanê xirab e. Hingê hîkarîya xwe li ser zarokî/ê dike.

2. Di navbera indivîdan / ferdan) de

Nimûne: Ahenga danûstandinê ya di navbera emosîyon û faktora kognîtîvê de heye. Gava ku mirov biweste) hingê mirov rast (logîk) nahizre, serê mirov tevlihev e.

3. Ferd (Indîvîd) – ferd (îndîvîd) –Ahenga danûstandinê

Danûstandin di navbera xwendevanan de (li pausê) rola xwe dileyize.

4. Ferd (îndîvîd) – kom (grup) - ahenga danûstandinê

Gava ku xwendevanek li polê (sinif) peyçûnê çêbike, yên dî jî didin pey wî/wê. Ew jî peyçûnê çêdikin.

5. Ferd (îndîvîd) – hawîrdor – ahenga danûstanê.

Nimûne: zarok dibe kopîya (jibergitina) malê. Ew li wir şert û mercên jîyanê hîn dibe. Zarokxane ango dibistan jî jîyaneke din hînî wî/wê dike. Ev hîndekarî, hîkarîya xwe li ser zarokî/ê dike.

6. Ferd (Îndîvîd) – hîkarî - ahenga danûstandinê.

Nimûne: Dersdana mamosteyî, hîkarîya xwe ya cuda li ser zarokî/ê heye. Hemû zarok ne wekî hev in. Hîkarîya wî/wê li hin zarokan pozîtîv e û li hin zarokan jî negatîv e.

Sigmund Freud

Freud (1856-1939) hîmdarê psîkoanalîsê ye. Ew li ser çar xalan radiweste, ew jî ev in:

1. Danûstandina zarokî/ê hemû jîyana wî / wê dide der.

Jîyana zarokî/ê dibe kopîya wî/wê bi xwe ye. Ligorî Sigmund Freud em ne azad in. Em ji dayîkbûna xwe bi çavsorî, harî, hênc û seksê ve hatine dinyayê, çêbûne. Li gorî vê bawerîyê keç dibe kopîya dayîka xwe û kur (law) jî dibe kopîya bavê xwe. Ez bi xwe li dijî vê bawerîyê me. Em keçeka yeksalî di nav şer û cengê de mezin bikin û di vî warî de wê perwerde bikin. Dîsan, em keçeka yeksalî di nav gogê (top) de mezin bikin. Ew goglingê (fûtbol) bileyîze. Dê û bav, heval, bira û hemû gogvan bin, her îro gogê bileyîzin, perwerde bibe, dê rewş bibe çi?. Bi ya min tradîsyon roleke mezin dileyîze.

2. Em hemû xwedîyên zanyarîyên cuda ne. Xalên herî girîng e v in: a) têgihîştî (li ser hişê xwe, hişyar, zane), b) têgîna (têgihîştin) zêde (super) û c) netêgîn, ne li ser hîşê xwe mayî).

3. Ezbûm (xwepestbûn) xwedîyê mekanîzmên cuda yên parastinê ye.

Kesitî û şexsîyeta me li ser sê tiştan ava dibe. Ji wan hersê tiştan re dibêjin: Eva (detet), ezbûm (jaget) û zêdeez(ezbûna zêde, överjaget). Em bi “detetê“ ve ji dayîka xwe bûne, eva beşekê ji kesitîya me ya netêgihîştî ye. Li wir daxwaz, pêwîstî û hewcedarîyên me hene. Em nikarin eva“detetê“ biguhêrin û hîkarîya xwe lê bikin. Evbûna me li ser xwestinên me ava bûne. Ji wê derê, em dikarin kesitîya xwe ya netêgihîştî saxtî(kontrol) bikin. Zêde-ez (ezbûna zêde, overjaget) wijdana me ye. Li wir em başî û xirabîyên xwe ji hevûdu cuda dikin, çi baş e, çi xirab e, em dê çi bikin?

4. Girîngîya dema zarokatîyê: Şexsiyet û kesitîya me di zaroktîya me de şikil digire, çêdibe, tê afirandin, tê xuliqandin û tê pêkhanîn. Ango birîndar dibe, zîyan digire, kultureke teng digire. Ann-Christin Kjellman, ku mamosteya pedagojîyê ye, giranîya xwe ne dide ser pegagojîya Sigmund Freudî, lê giranîya xwe dide ser pedagojîya Vygotskijî û Pîagetî. Di pedagojîya wan de zarok û salmezin (mamoste) kirde (subjekt) in, herdu jî aktîv in. Akfîkbûna herdu alîyan, dîalog bi xwe ye.

Ann-Christin Kjellman di Xwendingeha berz ya mamostayetî li Stockholmê (Lärarhögskolan i Stockholm) de dersa pedagojîyê dide û herwisan jî berpirsê pedagojîyê ye. Jean Piaget (1896-1980) konstruktîvîst û hem jî înteraksiyonîst (interaktionist)e. Wateya konsitruktîvîzmê ev e, ku zarok bi xwe hindekarîyê çêdike û têgîna (têgihîştandin) wî/wê li ser tecrûbeyên berê ava dibe. Hîmdarên konstruktîvîzmê yên nûjen Pîaget û Vygotskîj ne.

Vygotskij (1896-1934) yek ji wan kesê ku xwendegeha kulturê ava kirîye û mohra xwe li dîrokê xistîye. Ew qala hîkarîya kulturê li ser ferdî (îndîvîd) dike. Li gorî wî zarok ji dayîkbûna xwe e û dikeve nav kultureke sosyal.

BrÃ¥ten (1998) Vygotskijî nîşan dide û di derbarê dîtinên wî de, dîtinên xwe dinivîsîne. Ji bo Vygotskîjî, mîrasa bîolojîyê (ji bo pêşketina zimanê zarokan), roleke hindik dileyîze. Lê Pîaget wekî Erik H. Erikson û Freudî li ser mîrasa bîolojîyê radiweste û girîngîya wê dihîne zimên.

Pêvajoya xwendin û nivîsînê

Motoda LTGê ya xwendinê, tê wateya ku wekî mirov dibêje, wisan jî mirov dinivîsîne. Her dengek xwedîyê tîpekê ye. Frost (1992) di pirtûka xwe de giranîyê dide ser metoda LTGê. Di rûpela 130î de dibêje: “mirov dikare bernameya detspêka perwerdeya xwendinê, metoda LTGê (Leimarê 1978), xwendina tevayî ya destpêkê (Frost 1983) û bernameya Pedagijîya taybetmendîyê (specialpedagojî) ya metoda xwendina tevayî (Frost 1973, 1984, 1992). “ Hîmdara vê metodê jina hêja, Ulrika Leimar e. Ew ji bo hîndekarîya xwendinê, ew li ser girîngîya fonolojîyê jî radiweste. Hîndekarîya tevayî ji sê xalan pêktê:

Metoda tevayî.

Metoda beş/parî.

Tevayî.

Mamoste li ser tevahîya fasa A û C-ê kar dike, lê bi metodên cuda kar dike. B: Mamoste li gorî fasa B-ê kar dike, ku ew fas li ser kûrehîya zimanê zikmakî ye. Li gorî Hoin Lundberg(1992) çar pêngavên hîndekarîyê hene, ew jî ev in:

1. Xwendin û psedoyê: mirov dibîne ku zarok li pêşdibistanê navê xwe, dayîka xwe, bavê xwe û navên xwişk û birayên xwe û navên meriv û hevalên xwe yên nêziktirîn hîn dibe.

2. Lografîkê-pêngava visuelê: Di vê pêngavê de zarok alfabeyê hîn dibe.

3. Pêngava alfabeyê-fonemê: Zarok dengên tîpan bi deng dike, dibêje.

4. Ortografîk-pêngava morfomê: Zarok xwe nêzîk nivîsîna salmezinan kirîye. Zarok hînî xwendin û nivîsandinê bûye.

Peyva fonolojîyê dihê wateya dengî. Peyva ortografîyê dihê wateya ku mirov çawan peyvê dinivîsîne. Gelşên xwendin û nivîsînê dikarin bi rêya bernameyên perwer- deyê çareser bibin. Divê zarok meşq bikin ku ew dengên tîpan hîn bibin. Frost (2002) dîtina Gombertî(1992) nîşan dide û herwisan a Frost & Nielsen (1996) jî, ku wan herduyan di derbarê pêşveçûna xwendinê de lêkolîn çêkirine. Ew herdu pêvajoya xwendinê, parve dikin ser çar xalan:

Kutabûna yekem a zimanî.
Kutabûna funksîyona zimanî.
Kutabûna zimanî ya formê.
Kutabûna zimanî ya xwekarî (Frost 2002, r 90)

Ez niha vedigerim ser peyva “percepsîyon“ ew di pedagojîyê de dihê wateya têgihîştina danûstandin û organîzekirinê, wek:

Dîtin.
Bihîstin.
Taktîl- hîs
Çînestetîk.
Balans, vestîbuler.
Bêhn û tam.

Anatomîya zarokî/ê- şûna gezê, cîhgeha diranan, forma zimanê devî û astengîyên mayîn û yên axaftinê. Çend sedem ango hoyên pêşveçûn ango paşvemayîna zimanê şagirdî/ê heye, ew sedem jî ev in:

Hawîrdor- qelsbûna dehfandina zimanî.
Paştêgîn(paşvemayîn paşstemyayî(senmognad).
Nebihîstin, guhgiranbûn.
Astengîya percepsîyonê- audîtîva- deng
Birîndarbûna mêjî.
Autîzm, Damp.
Îdîyopatîk- sedem ne dîyar e.

Dibistan Kurdî:
http://www.dibistanakurdi.com/modules.php?name=News&new_topic=3

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.