KURDISTANA AZAD A HEMU KURDAN E
"Qet metirsin le têko?an,ta ku bigên be armancman.
Ew kesey le mirdin tirsan ne kerwanî xebat ce man."
Çi xwe? gotine birêyên me yên ba?urî.Belê, ni?timanê ême disa ber diranên xwînxwarên de ye.Gelê Kurdistana Azad bi hemû hezên xwe bi xebatên dîplomatîk,bi hewlên medyaya Kurdistana Azad,bi riya dezgehên Dewleta Federal A Kurdistan,bi daxûyanîyên wek Br.Mesûd BARZANÎ, li dijî çavsorên ku dijminahî yên xwe li beramberî destkeftên neteweya Kurd li Kurdistana Azadi,bi her avahî nî?an didin,bê tirsîn têdiko?in.
Neteweya Kurd bi têko?ina xwe ya dûr û dirêj li Kurdistana Ba?ûr
niha ber bi derîya serxwebûnê hatin.Kurdistana Ba?ur û bi tevahî hemû gelê Kurd bo wan rojan zêde zêde berdêl da.Niha di serî de Dewleta Tirk û hêzên din ên dîyar bo serneketine Kurdan hewlek mezin didin.Tirkîyê mafê serxwebûnî tenê bo Neteweya Kurd ne rewa dibîne û tehdîdên tund li gelê Kurd dike.Li gel vê yekê bo 50-60 hezar Tirkmen an jî Tirkên Qibrisî û bo berjewendiyên xwe yên stratejîk qiyametê radike.
Kurdistan divê Serbixwe be,ji ber ku -bi kurtasî-;
- Berdawamîya û pê?ketina ?aristanîya Kurd,
- Bo gelê Kurd jiyanek ba? û biewle
- Bo parastina dîrok,nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan
- Bo pê?ketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî
û hwd. de
- Bo pê?ketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd di \"Kurdistaneke Serbixwe\" de ye.
Daxwaza Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake.Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd e. Dewleta Tirk anga?t dike Kurd ku Kerkûk ne bajarekî Kurdîye,e?kereye ku Dewleta Tirk ji ber heman sedeman vê anga?ta bêbingeh dike. Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi anga?tên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Ba?ur de heye.Her wiha le ba?urê Kurdistanê madenên din jî heye.Be?a Kurdistana Ba?ur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.
Kerkûk di wan belge û xalan de diyar dibe ku bajarekê Kurdistanê ye;
- Ewliya Çelebîya Tirkan di \"Seyahatname\" ya xwe de diyar dike ku \"Kurdistan ji wilayetên wek Erzurum,Wan, Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn
Ömer,?madiye, Musul(Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê ye),?arezor û Ardelan pêk tê.
- ?emseddîn Samî ku yekem zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê de wiha dibêje;\"Kerkûk ,li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî Mûsilê ye.Û berdewamîya nivîsa xwe ya ser Mûsilê de Kurdistanî bûna Kerkûkê dûpat dikê
- Di belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.
- Hin nex?eyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê de dihat nî?an dan.
- Di hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban bi qasê 166941 bû.
- Bi hemû hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di hêjmartina gi?tîya 1957 de nifûsa Kerkûkê ji %52 Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.
- Di hilbijatinên 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %70 deng girtin ku di
nav wan dengan de hin Kurdên ji Kerkûkê hatibû sirgûn kirin tune bû.
Li beramberî hewlên Tirkan û yên din em çi dikin;
Li gel hewldanên ku Kurdên Kurdistana Azad dikin di jor de hatibû
destnî?an kirin Kurdên perçeyên din bê dengin bi taybetî jî Kurdistana Bakur.Dewleta Tirk her roj rayadarên Kurdistana Azad bi tundî tehdîd dike,car caran bi dagirkirina Kurdistana Ba?ur jî tîne ser zimên. Medyaya tirk heqeretên bi hercûreyî li Kurdan dike.Fa?ist û wawikên Tirkan li dijî Kurdan çalakîyan li dar dixin,kifiran li Kurdan dikin.
Sembolên,rûmetên,wêneyên serokên Kurdan di?ewtînin, tehdidên bi her rengî dikin.Kurd cima bêdengin li hember ?ewitandina wêneyê Rêzdar Mesûd BARZANÎ!... Li beramberî vê yekê Amed ku ji layê her derdorî wekî "Navenda Kurdan" dihat binav kirin îro bê denge.Bêdengîyek kûr... Batman bê denge,?irnex bê deng e,Wan bê deng e,Merdîn bê denge,Riha bê denge,mixabin Mehabad jî bê denge,Sine jî Kirman?ah jî...
ÇIMA?
Li Kurdistana Ba?ur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên media, Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) heye.Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê ?ehîd daye,xwîna vî hatiye rijandin, xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê ya hemû ke?êyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pê?ketina çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pê?ketin ya hemû gelê Kurd e.Be?ekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî ye.
Kurdên ku li pêy ti?tên çopikî û bêwate de diherin di nav sernewqiyek mezin de ne.Kurdên Kurdistana Bakur ber bi TIRKBUNEKE DEMOKRATIK û HEMWELATI BUNEKE EKOLOLOJÎK-AZAD re bêdeng bêdeng dime?in.Tirkbûn bûyê bingeha stratejîya wan.Êdî wisa bûye ku di hemû dezghên xwe de tehemmula axaftina zimanê Kurdî jî nakin.Televizyona wan jî heman polîtîka da dime?e ango ROJ TV wek neynika wan e.Xebatkarekê ROJ TV Mahmûd ONDER bi xwe e?kere dike ku "li her derê televizyonê tirkî tê axaftin " û diyar dike ku "ez dikarim hinek jî pêde biçim bêjim, ne tenê tê axaftin, ``hewl tê dayin, ku tirkî were axaftin.” " hemû dezgehên wê rexistinê de heman ti?t heye.Ev yek jî nî?ana polîtîkaya wan e.Jixwe ji holê rakirina zimanê Kurdî tê wateya ji holê rabuna vê gelê ye. Ger ziman wenda be, nîn be hi?yarî, raman, têgihî?tin, rexne,dîrok,rabirdû, dahatû wateya heyîne namîne.Bê?ik mijara zimanê û rûdanên girêdayê wan meselayan mijarên nivîsekê dinin lê ev xal jî ber çavane ku xwedî derketina Kurdistana Azad,Kerkûka paytext û wd. di vê alî de,hi?mendîya xwedî derketina zimanê Kurdî tune dikin û bihujîna rastin û gelemperî ji layê wan tê cêbece kirin.Bi daxawa be?ekî mezin ji Kurdan bi serhi?kî tevdigerin û rastîyê nabînin ku li Tirkiyeyê Kurd ne ”alt-kîmlik” in ne jî Turkiyeyî bûn “ust kîmlik “e.
Salan berê PKK li Kurdistana Ba?ûr de li KUKê an jî hêzên din yên Kurdî çi dikir,stratejîya PKK çawa bû niha jî hev?êweye.A niha girseyekî mezin ji Kurdan li pêy polîtîkayên dijeyatî kirina Serxwebûna Kurdistan,pê?ketinên li Kurdistana Azad,dubendî xistina di nav hi? ramanên gel û yekîtî û hi?mendiya Netewîya Kurdî,heqeret kirina serok û rêveberên Kurd , xepandin û ve?artina rastîyên dîrokî ji gel û xelet agahdar kirin û ewiqandina bi ti?tên vikûvala(Bi vê avahî lawaz kirina têko?îna serxwebûn û pê?ketina Milletê Kurd) û ?a? qenalize kirina Gelê Kurd de dime?in.
Erka Kurdên ku li pêy wan politikayan de name?in û rastiyan têdigêhêjin hi?yar û îqna kirina Kurdên din in. Helwesta Tirkiye pirr zelale.Listika ala û bilind bûna rengê ?ovenistî li Tirkîye derxistiye holê ku dijminê Kurdan ne tenê dewleta Tirkîyeye her wiha girseyeê mezin ji Tirkan e jî.Di xwepe?andanên bo pi?tgirîya ala tirk de bi sloganên”Tirkîye Tirk e,Ewê Tirk bimîn e” jî xuya bû ku bo Gelê Kurd çareserîyek tenê heye,ew jî Kurdistaneke Serbixwe ye.Di meselaya ala tirkan de jî Dehapîyan û serokên ?aredarîyên Dehap î daxûya kirin ku ew jî girêdayî vê ala ne.Xwedîye vê alê jî di dehan sal xwîna Kurdan rijandî ye.Ango rew? bi gi?tî wisa ye.
Lê hin jî ne derenge Gelê Kurd divê bê derengî bi bîr û boçûnên
neteweyî û bi nêrîneke xwebawer dest bi xebatan bike.
Mesela;
- Di zûtirîn kat de divê partî,sazî,dezgeh,hêz,tevger,platform,navend bi gi?tî Kurdên ku ne li pêy wan sernewqiyan de ne, bernameya netewî amade bikin,partî û sazîyên ku derwey siyaseta TIRKIYEYI BÛN ê ne divê werin cem hev û hêzên xwe yek bikin.Stratejîya neteweyîya Kurdî saz kirin.
- Bo Kurdistana Bakûr divê Konseyeka Neteweyî were damezirandin.Wê konsey divê bi Kurdistana Azad re jî têkîlîyên xurt dayine.
- Kurdên ku li diaspara dijîn dikarin rolek mezin bileyzin.Dewletên ku
lê dijîn karin a çalakîyan li darxin,bi rêvebirên wan dewletan re
hevdîdinan pêk bînin û diplomasî û dezenfermasyon pêkbînin.
- Her wiha her Kurdek dikare bi serê xwe jî bixwebite.Nikare be hêç
ti?tek jî bike,dikare e-name yan li NY,PE,sazîyên navnetewî,organên
medyaya cîhanê û Tirkîyeyê re bi?înin mafdar bûna gelê Kurd bînin ziman û
pi?tgirî bixwazin,
- Bo diplomasîyê bi Kurdî,Tirkî,Engilizî û bi zimanên din divê malparan
werin çêkirin.
- Divê pi?tgirî bidin tevgera referandûma li Kurdistana Azad re
pi?tgirî bidin.Ger gelê Kurd bi referandumekî bi riya NY bê pêkanîn serxwebuna xwe -wek Teymura Rojhelat,Eriteria,Çekoslovakia û gelek welatên din ku bi awakê a?tiyane serxwebunên xwe bi dest xisti ji Iraqê cûda bibe.
Edî divê Kurd jî rastîya sîyaseta cihanê ba? fambikin,dev ji sîyaseta kevne?opî berdin.Ger Neteweya Kurd vê delfeta mezin jî wenda bike ?it lê tuneye ku xeterên pir mezin ewê li ber dahatuya Kurdan derkeve holê.
Bila mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku anga?ata "Êdî ne dema
dewletên serbixwe ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne " dikin herî pir girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya serbixwe û netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji Emerîkîyan ku li her derê ziman û ala wan heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji Japonan,ji Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji Farisan,ji Rûsan bipirsin bêgûman bi tûndî,devên bi pero? û xozî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon bêjin ÊRE.
Tirkên ku li Enqere li dijî kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan
dirû?ma "Emê dibe ku ?evekî de werin(Ango îhtîmla darbeya le?kerî tuwanc dikirin) " diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî bibên "Emê dibe ku ?evekî de SERXWEBÛNê îlan bikin ".
Pêk anîna hi?a neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna hi?mendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kê?eyên civaka Kurd dikeve ser milê rêvebir,rew?enbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihî?tine û inteluktuelên Kurd.Bê serbixwe bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kê?eyên girîng were çareserkirin û pe?xistina zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.
Bo rizgar kirina Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek Kurdistanî be.Bergehek eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber siberoj(dahatû) û berdewamîya heyîna Kurd.An ew hi?mendî di gelê Kurd de pêk were an jî pê?berî milletê Kurd rojên re?bînane ewê derkeve pe?berî dahatûya Kurd.Hêz û rêxistinî û kesên bakurî! Qet metirsin le têko?an,ta ku bigên be armancman.
Serhad B.RÊNAS
B.KURDISTANÊ-AMED