Çend roj berê hin kurdan, bangek arasteyê bîrûraya giştî kir. Banga wan di Netkurdê de jî derket. Ew li wê derê hin dîtinên xwe li ser “Vebûna kurd“ tînin ziman
Çend roj berê hin kurdan, bangek arasteyê bîrûraya giştî kir. Banga wan di Netkurdê de jî derket. Ew li wê derê hin dîtinên xwe li ser “Vebûna kurd“ tînin ziman û balê dikêşin ku hê proje yan pêşniyareke çareserîyê nehatiye pêşkêşkirin, ba û bahozek li dora wê tê rakirin. Ew dibêjin ku armanca “vebûn“ê ne çareserkirina pirsgirêkê, lê jihevxistina tevgera rizgarîya Kurdistanê û bi tevayî muxalefeta welatparêz e.
Em di qonaxeka giring re derbas dibin, normal e ku her kurd li ser rewşê dîtina xwe bêje, mewqifê xwe diyar bike.
Lê nenormaliyek balkêş di vê bangê de heye: xwediyên wê mihawele, dîtin û pêşniyariyên kurdên ku wek wan nafikirin beyî ku tu delîl û argumentan bidin, bi îftîra û tuhmetan wek piştgir û parçeyek ji vê siyaseta dewleta tirk a “vebûna kurd“ îtham dikin. Wiha dibêjin:
“Hinek rêxistin û xwendayên Kurd ku xwe wek rewşenbîr didin xuyakirin jî pişta vê sîyasetê digirin; ji bo rasyonalkirina sîyasetên ku bêstatubûn û teslîmîyetê ferz dikin di nav hewldanan de ne; şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin; ev yek jî bi îbret tê şopandin.“
Hemû rêxistin û kesên ku ew îdîa dikin kî ne, nizanim. Lê yek ji armancên vê bangê nivîsa min a vê dawiyê ya li ser veqetiyan û veneqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê ye. Sedem jî, çima ku min di nivîsara xwe de veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê gelek dijwar, biêş û jan dît, min tesbîtek kir ku di rewşa nuha a globalîzebûyî ya dewra agahdariyê de beyî ku kurd veqetin dikarin bigihîjin azadiya xwe û mafên wekhev ên li gel tirkan. Heta min nivîsî ku li Tirkiyeyekê ku gelê kurd bê naskirin, maf û azadiyên wî bên qebul kirin û di maf û derfetan de ew bibe wekhev li gel gelê tirk, ê ji bo kurdan bifêdetir be ku ew ji Tirkiyeyê veneqetin.
Bang, behsa van tesbîtên min û argumentên wan nake,� bi tewrekî asxerî yê heysiyeta ronakbîriyê bi argumentan�bersiva wan nade. Ew bi hêrseka koviyane îftîrayan dike bingehê şêla xwe, goya nivîs “ şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin“ dide xuyakirin, goya ji bo rasyonalkirina siyasetên ku bêstatubün û teslîmiyetê ferz dikin hewl dide, goya pişta siyaseta dewletê digire.
Yên ku nivîs xwendibin karin bi asanî bibînin ku li wê derê mihaweleya “rasyonalîzekirina siyasetên ku bêstatubûnê û teslîmiyetê ferzdikin“ nîne, bi vacayî, di seranserê wê de behsa têkoşîna bidestxistina maf û azadiyan li ser esasê ku kurd wek gel bibin xwedanê hemû dezgeyên dewletî yên ku wan li gel tirkan bike xwedan maf û derfetên wekhev heye. Di wê nivîsê de take gotinek nikare bê dîtin ku “şikandina nîrê kolonyalîzmê bi zirar û nemimkin“ bibîne.
Nivîseka ku behsa wê têkoşîna li hember kolonyalîzmê, îmha û asîmlasyonê ye, tenê çima ji dêvla cudabûnê ew daxwaza jiyaneka mişterek a wekhev a li gel miletên din dike, dibe mixatabê îftîra û buhtanan.
Îmzakirên vê bangê, kesên ku li gor dilê wan nafikirin goya ji bo piçûk bixin wek “xwendayên ku xwe rewşenbîr dibînin“ wesif dikin. Xwendayî ne meziyeteka hindik e, bêyî xwendin û zanînê, ne ku meriv nabe ronakbîr, qismetê xwe ji gelek nirxen însanî jî nastîne.
Mîtroya pîvana rewşanbîriyê jî ne mimkin e ku di destê cemaeteka aşûreyî ya tevlîhev de be ku, pirraniya wan ji analfabetên xwenezan, hin alfabetîzebûyiyên asosyal û mejiyên bermayiyên şerê sar, hin sermiyanxawariyên ku kî bûk be ew berbûrî ne, hin cemaetên dost û ehbab û yar, hin pîjkir û tûjkirên xirabkar û mixabin hin ronakbîrên ku meriv digot qey xwedan aqlê selîm ê ji xirs û hissiyetê bêpar in.
Dinya gewrik e, her awe însan lê dijîn; hin dikarin nexwazin bi şevûrojan ji xewn û xeyalên xwe hişyar bibin. Hela hin ji van (şukur ji Xwedê re) wek Enwer Paşayê osmanî yê li ser riya Turanê ordiyek mezin jî di bin emrê wan de tune ye ku ew hemuyan telef bikin. Şukur ew nikarin take çekdarekî jî li pey xewnên xwe derxin çiyan. Loma bira dewam bikin xewnan bibînin.
Lê li vî welatî, hin kesên hayjêhebûyê du sed salên têkoşîna gelê xwe ya biêşûjan û qirkirinan dagirtî jî lazim in, da karibin serê xwe pê biêşînin gelo çima tevî 40 hezar kuştiyên têkoşer û 17 hezar telefkiriyên failnediyar ên van 25 salên dawiyê, take buhustek erd jî nehat rizgarkirin, çima mesele hat, tûşî vê qonaxa îro bû. Lazim e hinek jî serê xwe bîêşînin ku êş û jana dayikên vî welatî çawa dikare bê sivikkirin, keda têkoşerên vî welatî ya du sed salan çawa dikare wek destkeftîyên (qezencên, karên) rasyonel li vî gelî vegere.
Nabe em hemû di xewên şêrîn de berdewam kin ji xwe re xewnan bibînin.
Ji Netkurd
BANGEKA BÊTALIH